2’yê Kanûna 2019: Li Til Rifetê 8 zarok hat qetilkirin

2’yê Kanûna 2019’an de di encama êrişên dewleta Tirk a li ser Til Rifetê ve 8 jê zarok 10 kes hat qetilkirin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Di roja 2'yê Kanûna 2019'an de li bajaroka Til Rifetê ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne û xeta berxwedanê didomînin, dewleta tirk a dagirker êriş bir ser kolanek Til Rifetê û di encamê de komkujiyek li ser zarokên Efrînê pêk anî, 8 jê zarok 10 kes hat qetilkirin.

Li cihê bûyerê parka bi peykerê zarok û kevokê hat çêkirin

Salek piştî dagirkirina Efrînê bû. Zarokên koçber, ji xwe re di saetên nîvroyê de li ber tavê li kolanan li hev civiyabûn û dilîstin. Di komkujiyê de 8 zarok û du kesên bi temen mezin jiyana xwe ji dest dan. Li cihê komkujıyê ji hêla Partiya Sûriyeya Pêşerojê rêxistina Efrîn-Şehbayê ve di sala 2020'an de çarxerê û peykerê zarokek ku di destê wê de kevok heye hat çêkirin û bi navê “Çerxeriya komkujiya zarokan" hat binavkirin.

Di salvegera 4'emîn a komkujiya Til Rifetê de jinên ku bûn şahidên vê komkujiyê, li ser kêliyên êrişa li ser zarokan û pêkanîna komkujiyê ji ajansa me re axivîn.

Di komkujiyê de 8 jê zarok 10 kes jiyana xwe ji dest dan

Emîna Mûsa ku bûye şahida komkujiya Til Rifetê behsa kêliyên komkujiyê kir û wiha vegot: "Em li Til Rifetê bi cih bûn, beriya çar salan dewleta tirk a dagirker komkujiyek li ser zarokên Efrînê pêk anî. Ev ne komkujiya destpêkê û ne jî ya dawî ye, li cihê em niha lê ne bûyer qewimî. Bi riya êrîşên ku niha pêk tên dixwazin careke din gel di komkujî û qirkirinê re derbas bikin û heya roja îro jî her dem komkujiyan pêk tîne. Di vê komkujiyê de 10 kes şehîd bûn. Zarok li hev civiyabûn, ji xwe re dilîstin. Divê êdî ev şer bi aştiyê çareser bibe bi qetilkirinê mirov tune nabin."

‘Xeyalên wan veger bû, em ê vegerin’

Cemîla Mihemed jî diyar kir ku di kêliya komkujiyê de bûye şahid û got: "Em li kolana ku bûyer lê qewimî dimînin, em koçber in tu park ango cihê lîstoka zarokan tunebû ku zarok ji xwe re bilîzin. Tenê li kolanan dikaribûn ji xwe re bilîstana. 8 zarokên bêguneh li ber tava rojê ji xwe re dilîstin û du kesên bi temen mezin li kolanê rûniştibûn. Her tişt veguherî xewnereşkê. 8 zarok û du kesên li kolanê rûniştîbûn hatin qetilkirin. Gelek jî birîndar bûn û parçeyek ji bedena xwe winda kirin di encama komkujiyê de. Banga me ji dewletên navneteweyî re ew e ku li pêşiya kiryarên dewleta tirk a dagirker bisekinin. Em her çendî berdêlên giran bidin jî têkoşîn û berxwedana me li hember dagirkeriyê bilind dibe. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin heta xeyalên wan zarokan pêk bînin ew jî vegera Efrînê ye."

‘Êriş û komkujî hê didomin’

Rozerîn Omer teqez kir ku rojane êrîşên dagirkeriyê li dijî wan pêk tên û zarokên wan tên hedefgirtin û wiha got: "Em rojane li Til Rifetê rastî êrîşên dagirkeriyê tên. Ew zarok jî ji xwe re dilîstin lê ji nişkave bi êrîşê bedenên wan parçe bûn, wekî kevokan firiyans çûn. Ew şehîdên welatê me ne. Li şûna ava baranê xwîna zarokên me li kolanan herikî. Li dijî êrîşên ku niha li ser Til Rifetê pêk tên em ê li ber xwe didin. Em dizanin em ê berdêlên giran diyarî axa xwe bikin lê em ne poşman in. Hê jî birîna komkujiyê nehatiye kewandin. Tevî hemû êş û zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin da ku rojek vegerin Efrînê."