Rehme Mihemed ya xwedî pêwîstiya taybet berhemên destan çêdike

Rehme Mihemed a ku xwedî pêwîstiyên taybet e bi alîkariya keça xwe fêrî karên dest bûye û bi dîzaynên cuda karê neqişandinê dike.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Rehme Mihemed yek ji wan jinan e ku xwedî pêwîstiyên taybet e û hewldana şikandina astengiyên li pêşiya xwe dide. Di mala xwe de karên destan çêdike, bi alîkariya keça xwe ya bi navê Reyan bi dizaynên cuda karê neqşandinê dike, berhemên karên dest ên weke çente, lîf, êlek çêdike û bi riya malpera bi navê ‘Reyna dîzayn’ berhemên ku çêdike dide nasîn û difroşe bi karê neqşîn û destrengîn dahata jiyana xwe dike. Piranî berhemên dest ên çêdikin ji bo rojên taybet û şahiyan in. Di destpêka xebatê de bi karê biçûk dest pê kirine lê dixwazin di pêşerojê de karê xweşiktir bikin.

Di encama teqîna mayînê de ket wê rewşê

Rehme Mihemed di sala 1974’an de li Pêncewînê ji dayik dibe, ji ber teqîna mayînê di sala 1989’an de di temenê 14 salî de dikeve wê rewşê û destek xwe winda dike. Piştî vê bûyerê bi alîkariya dayik û malbatê bi awayekî din dest bi jiyanê dike. Di sala 1999’an de dizewice û 4 zarokên wê hene. Ji ber nebûna ewlehiyê di wê demê de, heta pola 7’ê xwendiye û piştre diçe bajarê Nesir û got: “Di destpêkê de min kêm didît lê belê piştî ji dayikbûna zaroka min a yekem min dîtin heta winda kir. Tevî bijîjk ji min re got divê tu li derveyî Iraqê emeliyat bibî jî lê belê ji ber xirabiya rewşa aborî û rewşa Kurdistanê nekaribûm emeliyat bibim. Di karê rojane de hevjînê min kêm alîkariya min dikir û min nedixwest di karê min de pêwîstiya min bi kesê hebe. Di sala 1994’an de min pêwendî bi yek ji rêxistinên Kurdistanê re kir. Min piştre pêwendî bi rêxistina Roshnay Dill re kir, destpêkê ji ber zarokên xwe beşdar bûm, di destpêka sala 2023’an de beşdarî fêrbûna dewreyên perwerdeyê bûm. Ev karê lu dikim, bi hevkariya rêxistinê dikaribûm fêr bibim û dahatê bi dest bixim.”

‘Keça min alîkariya min dike’

Rehme Mihemed da zanîn ku keça wê ya bi navê Reyan xwendekar e û alîkariya dayika xwe dike, dibe rêxistinê û piştre di karê neqş û dizaynkirina çenteyan de alîkariyê dike û dibêje: “Destpêkê ji bo fêrbûna xwendina quranê min serdana rêxistinê dikir. Min piştre biryar da mamostayeke neqşê min fêr bike. Destpêkê baweriya min bi min tunebû lê belê bi alîkariya mamoste Îlham û keça min Reyan ez fêrî neqş bûm. Ji ber vê hefteyê rojekê diçim dewreya perwerdeyê. Li malê ez pê ve mijûl bûm karê mamoste fêrî me dikir li malê min dubare kir. Keça min alîkariya min dike, ji bo min rengan cuda dike û ji min re dibêje li ku derê xelet e û di dawiyê de girê dide û qayîm dike.”

‘Di pêşerojê de dixwazim karên baştir bikim’

Rehme Mihemed da zanîn ku bi destekê dikare karê xwe bike û çend karên nexşandinê weke çente, lîf, dirûtin û pêwîstiyên rojane çêdike û wiha got: “Ji bo çêkirina çente bi destekê digrim û moriyan dixim destê xwe de û bi alîkariya dev û destê xwe hewldana neqşînê didim. Min karê neqşandina lîf kir û di dema dirûna cil û bergên zarokan de ez bi xwe ta bi derzî ve dikim û didirûm. Salên pêşî ji bo derbaskirina demê, bi çêkirina kolyeyê mijûl dibûm û piştre min hinek pêwîstiyên neqşandinê kir û dest bi karê xwe kir. Di pêşerojê de dixwazim karên baştir bikim, hewldana zêdekirina modelên cuda bikim. Her kolye û êlekan çêdikim. Hewl bidim çend tiştên xweşiktir çêbikim. Her wiha ji bo cejn, Newroz û rojên taybet em berheman çêdikin û bi riya malperê berdewam dikim, çenteyan jê re çêdikim. Em li gorî daxwazên xelkê berheman çêdikin û dişînin.”

‘Rojane em rastî gotinên nexweş tên’

Keça Rehme Mihemed Reyan Ezîz xwendekara pola 11’an a Amediyê ye li gel xwendina xwe alîkariya dayika xwe jî dike got: “Rojane em di civakê de rastî gelek gotinên nexweş tên. Em gelek spasiya kesên ku piştgiriya me kirine dikin. Lê belê piranî jî li karê me serdana me kirine û ji me re gotin çawa dikarî bixwînî û kar jî bikî. Peyama min ji bo jinên din ew e ku bikaribin kêrhatiyên xwe derbixin. Min destpêkê ji ber dayika xwe dest bi karên neqşandinê kir û niha berdewam dikim. Ji ber wê daxwaza min ji bo jinan ew e ku hêza xwe derbixin holê.”