CD’yên ku nayên bikaranîn bi wêneyan vediguherîne tabloyan

Xwendekara Lîseyê ya Lubnanî Tiya Qaid Bey, CD’yên ku nayên bikaranîn bi xêzkirinê vediguherîne tabloyan.Tiya Qaid ku heta niha hezar tablo çêkirine, li bendê ye ku marqeya avakiriye bê tomarkirin.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Bermahiyên elektronîk ji sedî 3 hecma bermahiyên cîhanê pêk tîne. Ev bermahiyên ku ji hev cudakirina wan zehmet e, bi madeyên toksîk ên weke risas, kadmium û beryllium ku di nava wan de hene, zirarê didin tenduristiya mirovan û dema tave dibînin û bi taybetî jî tîreja ultraviyolê digihîje atmosferê, ax û avê jî qirêj dike. Pêvajoya vezivirandinê ku bi derxistina metalên nirxên tevlihev dibe jî êdî li hin welatan tenê ji aliyê saziyên têkildar ve tê pejirandin. Lewma rêjeya vezivirandinê tenê ji sedî 17,4 e.

‘Armanc ne qirêjkirina hawirdorê ye'

CD’yên ku beriya salan e pir dihatin bikaranîn jî ji ber plastîk dihewîne di aliyê vezivirandinê de wek aborî girîngî nayê dayîn. Xwendekara lîse ya Tia Qaid Bey a 17 salî ku dibîne ji nû ve bikaranîna bermahiyên CD’yan ne pêkan e, li ser CD’yan xêzkirin çêdike û hem hunera xwe îfade dike û hem jî hawirdorê qirêj nake. Tia Qaid Bey, da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve xêzkirinê dike û der barê pêşketina fikra xêzkirina CD’yan de wiha got:

"Li malê çenteyek CD’yan a nehat bikaranîn hebû. Cihê CD’yan teknolojiyên nûjen ên wek USB girtibû. Dema min hin malperên înternetê dişopand, min dît pêkane ku bermahiyên elektronîk ji nû ve bên bikaranînin û bermahiyan vezivirînin tabloyên hunerî. Min jî biryar da li ser CD’yan xêzkirinê bikim. Armanca min li şûna avêtina CD’yan û qirêjkirina hawirdorê, sûdgirtina CD’yan bû. Di nav malbatê de di mijarên parastina xwezayê, çanda vezivirandina û girîngî dayîna hawirdorê de hişyarbûna min bi pêş ket.”

‘Min zêdetirî hezar tabloyan çêkir’

Tia Qaid Bey, da zanîn ku di çêkirina wêneyan li ser CD’yan de 3 qonax hene û wiha got: "Ya yekemîn bi xêzkirina plana paşî dest pê dikim. Ya duyemîn ez xêzkirinê çêdikim û ya sêyemîn jî ji bo şewq bidim bi malzemeyek îzolator boyax dikim. Tia Qaid Bey, diyar kir nêzî du sal in di qadê de dixebite, heta niha zêdetirî hezar tabloyan çêkiriye û wiha got: “Min ji sedî 65’ê wan bi riya malperên parvekirinê yên dîjîtal an jî bi hevkariya hewldanên hawirdor re firot. Li ser daxwazan sembol û logoyan çêdikim. Ez ji bo diyariyan wêneyên taybet çêdikim.” Tia Qaid Bey, da zanîn tevli paskalya û zivistanê tevli pêşangehek bûye û wiha got: “Di biharê de ev pêşangeh li kolana Gemeyzeh a Beyrûdê were lidarxistin. Beşdariya min a yekemîn pêşangehê di mehên havînê yên sala borî bû. Di pêşangehê de ji bo tabloyên min daxwazên zêde hebûn.”

'Ez dixwazim marqeya xwe tomar bikim’

Tia Qaid Bey, hewl dide marqeya xwe tomar bike û wiha axivî: “Ez di tabloyan de bi taybetî pirsgirêkên jinan gelek mijaran digrim dest. Di mijarê de li ser CD’yan wêneyan çêdikim. Ez mijarê li ser kaxiz an jî tuwalek çêdikim. Ji bo ez wêneyên bi peyamên erênî xêz bikim, perwerdeya kalîgrafiyê dimînim.”

'Min ji rêxistineke femînîst xelat girt'

Tia Qaid Bey, diyar kir ku li Lubnanê beriya niha xebatek heman awayî nehatiye pêkanîn û wiha got: "Min ji rêxistineke femînîst xelat wergirt." Tia Qaid Bey, zanîn li ser kilîtên ku ji plastîk qeyûm hatine çêkirin û hin peyaman dihewîne dixebite û wiha axivî: “Gelek fikrên ku ez dixebitim hene. Lê ez ji bo ku van fikran bi awayekî rast pêk bînin, hewl didim ji xwe re cih vekim. Ji ber ku ez qad gelek berfireh e, ez plan dikim li ser şeklên du û sê rehend û ji malzemeyên cuda bixebitim.”