Nanpêjxaneya jinên Efrîn û Şehbayê bûye jêdera jiyanê

Li Şehbayê nanpêjxaneya jinên Efrîn û Şehbayê ya ku ji aliyê Ofîsa Kooperatîfa Efrîn-Şehbayê ve hatiye vekirin, bûye jêdera jiyana koçberên Efrînî.

HESNA MIHEMED

Şehba – Li warê koçberiyê, li Şehbayê ji bo ku derfetên kar ji gel re bên vekirin û debara xwe bikin, Ofîsa Kooperatîfa Efrîn-Şehbayê nanpêjxaenyek bi navê Jinên Efrîn û Şehbayê vekir. Di nanpêjxaneya ku di 8'ê Adarê de hat vekirin û diyarî hemû jinan hat kirin de, 5 jê jin 15 kes dixebitin. Yekem car e ku projeyên vekirina nanpêjxaneyê bi navê jinan li Şehbayê tê kirin. Rojê 6 hezar tûrên nan tên amadekirin, her hefte 38 hezar tûrên nan çêdikin û li gel bi rêjeyên guncav belav dikin. Di barê xebatên nanpêjxaneyê de rêveber û xebatkarên nanpêjxaneyê ji ajansa me re axivîn.

'Alîkariya gel tê kirin'

Rêvebera nanpêjxaneya jinên Efrîn Şehbayê Zeyneb Murad behsa armancên xwe bi vekirina nanpêjxaneyê di rewşa koçberiyê de kir û got: "Ev der ji aliyê kooparatîfê ve hatiye vekirin û tê de jin û mêr dixebitin. Armanca me ji vê projeyê ew e ku derfetên kar ji gel re bi taybetî ji jinan re di warê koçberiyê de bê vekirin û pêdiviyên xwe pêk bînin. Niha 5 jin dixebitin lê di demên pêş de wê zêdetir bibin ji bo ku em bibin destek ji jinan re. Nanê nanpêjxaneyê li gel belav dibe û bi rêjeyên kêmtirî sûkan ji bo ku pêwîstiyên xwe pêk bînin, ji ber em di rewşa koçberiyê de ne. Di nava koçberiyê de vekirina nanpêjxaneyê ne hêsan e lê îradeya koçberên Efrînê mezintir in."

'Nanpêjxaneyê bû jêdera jiyana me'

Xebatkara nanpêjxaneyê Zeyneb Hesen diyar kir ku nanpêjxaneyê jê re bûye jêdera jiyanê û debara malbata xwe pê dike û got: "Em koçberên Efrînê ne û li Şehbayê bi cih bûne, di seranserî salên koçberiyê de em gelek zehmetiyên jiyanî û tunebûnê dibînin. Karkirina min di nanpêjxaneyê de derfetek ji bo ku debara malbata xwe bikim û weke jin aboriya xwe xurt bikin. Em spasiya kooperartîfê dikin ku ev derfet ji me re ava kir û hişt em tê de kar bikin. Di nanpêjxaneyê de jin û mêr bi ruhekî wekhev dixebitin û alîkariya hev dikin. Em dixwazin di demên pêş de xebatên xwe xurtir bikin. Em gelek kêfxweş dibin dema ku karê me dibe alîkarî ji gel re û nan li wan tên belavkirin."