Li Şengalê jin ji bo aboriya xwe ya serbixwe têdikoşin

Li Şengalê jin ji bo bidestxistina aboriya xwe ya serbixwe têdikoşin. Li navçeya Xanesorê ya Şengalê bi pêşengiya jinan Kafe Nîsan ku hemû xebatkarên wê jin in hat vekirin.

Şengal - Li Şengalê jin bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li her qadê xwe bi rêxistin dikin û reng û dengê xwe li her derê didin der. Yek ji van qadên ku jin pêşengî jê re dikin, qada aboriyê ye. Jin ji bo di vê qada de jî xwe bi rêxistin bikin û bi keda destê xwe debara xwe bikin, kar û xebatên xwe didin meşandin. Komîteya Aborî ya TAJÊ li navçeya Xanesora Şengalê kafeya bi navê Nîsan vekir ku hemû xebatkarên wê û rêveberiya wê jin in.

Kafe hem bi armanca ku jin bikaribin bi keda destê xwe debara xwe bikin û bi rengê xwe di qada aboriyê de cihê xwe bigirin û hem jî ji bo jin li vê kafeyê bên gel hev û bi hev re demên xweş derbas bikin, hatiye vekirin.

Ji aliyê din ve di heman rojê de vekirina Parka Şehîd Dijwar ku ji aliyê Şaredariya Xanesorê ve li kêleka Kafeya Nîsan hatibû çêkirin jî hat kirin. Beriya niha park bi navê Xanesorê bû lê piştî nûkirinê navê wê hat guhertin. Vekirin ji aliyê dayika tekoşer Dijwar Xoxê Feqîr ve hat kirin.

Di axaftina vekirinê de Xoxê Feqîr di şexsê Dijwar de cih li hemû malbatên şehîdan û Êzidiyan pîroz kir.

Têkildarî vekirina Kafeya Nîsan Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Henîqî û endama Meclisa Serdeştê Besê Xelef ji ajansa me re axivîn.

‘Her tişt ji destê jin û dayikan pêk tê’

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Henîqî diyar kir ku kafe bi armanca jin xwe pêş bixin û bi keda destê xwe debara xwe bikin hatiye vekirin û wiha got: “Ev kafeya Nîsan ku me vekiriya cihê jin, dayik û malbatan e, me xwest bi vê kafeyê jin, dayik û malbat bên gel hev û bi hev re sohbet bikin. Xebatkarên kafeyê hemû jin in, her tiştê kafeyê re jin û dayik eleqedar dibin. Şîraniyên ku li kafeyê tê dayîn jin û dayik bi destê xwe çê dikin. Yanî her tiştên kafeyê ji destê jin û dayikan dertê. Jin û dayikên ku kafeyê bi rê ve dibin hemû endamên komîsyona aborî ya TAJÊ ne. Her wiha me li kêleka kafeyê Parka Şehîd Dijwar jî vekir. Me got dayikên ku zarokên xwe tînin parkê dema zarokên wan li parkê dilîzin ew jî li Kafeya Nîsan bên gelhev û sohbeta xwe bikin.”

‘Niha jin bi keda xwe li ber çavan e’

Endama Meclisa Serdeştê Besê Xelef jî da zanîn ku ew ji vekirina Kafe Nîsan gelek kêfxweş bûne û ev nirxandin kir: “Tişteke gelek pîroz e, niha jinên Êzidî li her derê xwe bi rêxistin dikin û bi keda destê xwe aboriya xwe pêş dixin. Dema em dibînin jin derveyî malê jî kar û xebat didin meşandin û debara xwe bi destê xwe pêk tînin, em gelek kêfxweş dibin. Berê niha keda jinan nedihat xuyakirin lê niha jin bi keda xwe li ber çavan e. Divê weke jin em hîn zêde kar û xebatên xwe bidin meşandin. Em dixwazin tiştên bi vî rengî ku jin jê re pêşengiyê dikin û dixin bin xizmeta civakê, di nav civaka me de hîn werin pêşxistin.”

Besê herî dawî bang li hemû keç û jinên Êzidî kir ku kar û xebatên xwe bidin meşandin û aborî jî di nav de her qada jiyanê cihê xwe bigirin.