Li Lubnanê krîz: Akademîsyen li ber sînorê xizaniyê ne

Li Lubnanê akademîsyen di bin şert û mercên dijwar de hewl didin ku jiyan û zanistê hilberînin. Li hemberî kûrbûna krîza aborî, perwerdekarên ku dibêjin "Em li ber sînorê xizaniyê dijîn" diyar kirin baweriya xwe bi têkoşîna xwe tînin.

SUZAN EBU SAİD

Beyrûd – Li Lubnanê ji ber rewşa şer krîza aborî kûrtir dike. Li welatê ku bêkarî zêde dibe gelek sektor hat asta girtinê. Yek ji qada ku herî zêde ji vê krîzê bandor bû zaningeh in. Ji ber ku hikûmetê fonên têr ji bo xebatên akademîk veneqetand, xwendin an hatin rawestandin an jî hatin taloqkirin. Akademîsyen dibêjin ku mûçeyên wan hem kêm e û rewşa niha jî qalîteya xwendinê kêm dike.

Akademîsyen li ber sînorê xizaniyê dijn’

Akademîsyen Dr. Ulum Odeh ku ev 16 sal in bi peyman li zanîngehê dixebite got: “Ji ber ku em bi peyman in, ewlehiya me ya civakî kêm e û dahata me jî kêm e. Ev rewş gelek hevpîşeyên me xist tengasiyê. Akademîsyenan li bersînorê xizaniyê dijîn. Nikarin pêwîstiyên bingehîn ên malbata xwe bi cîh binîn. Piraniya karmendên zanîngehê ji personelên bi peyman pêk tê. Beriya qeyrana aborî mûçe bi zehmetî pêdiviyên me peyda dikir. Her wiha em li gorî mezheb û nêrînên xwe yên siyasî her tim bi cudakariyê re rû bi rû dimînin. Divê şarezayiya pîşeyî li ber çavan bê girtin.”

‘Em ji hêza xwe û çalakiyên xwe bawer in’

Her wiha yek ji akademîsyenên Fakulteya Zanistî, Beşa Biyolojiyê Dr. Selam Nesredîn bal kişand ser kêmbûna hejmara xwendekaran a ji ber kêmbûna kalîteya zanîngehan û sedemên aborî û wiha got: “Zanîngehên Lubnanê bi sîstema perwerdehiya bilind tê nasîn. Lê aniha di zaningehan de mamoste di grevan de ne. Krîz asta perwerdê bandor dike. Gelek hevpîşeyên min neçar man biçin di zaningehên taybet de kar bikin.

Êdî hêza me tune ku em malzemeyan bikirin, ji ber vê jî em neçar dimînin perwerdeyên di laboratuvaran de tê dîtin betal bikin yan jî perwerdeyên pratîk bi şeklê teorîk bidin û ev jî asta perwerdeyê şagirtan bandor dike. Ez 12 sal in dixebitim. Meyze dikin ku ka ez endamê partiya desthilatê me an na. Ji ber ku ez ne endam bûm mafê min nedan. Akademîsyenên ku tevlî grevê bûne bi derxistina kar vê tên gef xwarin. Tu xweserbûna zaningehan nîne. Cihek piştgiriyê bide akademîsyenan nîne. Ji ber vê yekê em bi hêza xwe, ji çalakiyên xwe bawer in. Em dixwazin di bin şert û mercên baştir de zanîngehê berdewam bikin.”