Qeyarana aborî bandorê li jinên xwedî kar dike

Jinên bajarê Silêmaniyê diyar kirin ku nedana mûçe û qeyrana aborî herî zêde bandorê li jinên xwedî kar dike û divê jin ji bo mafên xwe bi dest bixin têkoşîn û çalakiyên xwe berdewam bikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li herêma Kurdistanê mûçeyê sê mehan ê sala 2023 û 2 mehên 2024’an nehatiye dayîn. Heta niha di nava 6 mehan de, hikumeta herêma Kurdistanê sê mûçeyên fermanberan dabeş kirine û du mûçe bi zextên hikumeta Iraqê bûn. Nebûna mûçe û qeyrana aborî li herêma Kurdistanê, piştî lihevkirina 50 salî ya neftê di navbera dewleta tirk û PDK’ê de dest pê kir. Hikumetê biryar da bê veger butçe ji bo Iraq û herêma Kurdistanê dabîn bike. Lê belê ev biryar li gorî berjewendiyê xwedî biryarê bû, ji ber wê ji aliyê Tirkiyeyê ve aboriya herêma Kurdistanê xira bû.

Nebûna muçe bandorê li mamoste, fermanber û xwedî karan kiriye. Mamosteyan boykotê ragihand, piştre fermanberan dest bi boykotê kir û her wiha beşek ji xwedî karên bajar xwepêşandan li dar xistin. Jin weke fermanber û xwedî karan di bidestxistina mafên xwe de û beşdariya xwepêşandan û boykotê de xwedî rolên sereke ne. Di 30’ê Adara 2024’an de mûçeya meha Sibatê kêm hat belavkirin û di meha Nîsanê de mûçeyê meha Adarê hat belavkirin.

Jinên bajarê Silêmaniyê der barê nedana mûçe û qeyrana aborî ya li herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivîn. 

‘Nedana mûçe û qeyrana aborî herî zêde bandorê li jinan dike’

Necat Mihemed rûniştvana taxa Bekrecû ya bajarê Silêmanî ye diyar kir ku paşketina mûçeyê fermanberan bandorek xirab li civak û bi taybet li jinê kiriye û wiha got: “Nedana mûçe bûye sedema hilweşandina malbatan, nedana mûçeyê fermanberan du qat bandorê li jinan dike. Nebûna mûçe jinan di aliyê fikrî de lewaz dike, dema ku barê darayî yê jinan lewaz bibe jin nikarin beşdarî xebatên ji derve bibin. Lê belê dema barê darayî yê jinan weke pêwîst be, jin hewla ji bo azadî û mafên xwe didin. Ji kevin ve ji şoreşa Kurd heta heta niha bandora jinê  di siyasetê de hebû. Mînaka vê jinên Kurd di şoreşa serdema baasê de dest pê kir, heta şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistan ku bi pêşengiya jinan encam da. Niha bêmûçeyî bandorê li ser xirabûna malbatan kiriye. Di civaka me de piştî hilweşîna malbatê jin qurbanên sereke ne. Bêdengiya jinan rewşa siyasî û aborî ya jinan ber bi lewazbûnê ve dibe. Em jin ger vê bêdengiyê berdewam bikin wê azadî were zeftkirin. Riya çareseriyê ji bo vê desthilatdariyê tenê şoreş e.”

‘Vê rewşê wisa kiriye mirov êdî nikarin bijîn’

Şukriye Hemze rûniştvana taxa Awbereye ya bajarê Silêmanî da zanîn ku ji ber nebûna mûçe û xirabiya rewşa aborî rewşa jiyanê xirab bûye û ev tişt got: “Piştî ku hevjînê min jiyana xwe ji dest da, rewşa me ya aborî xirabtir bû. Mûçeyek kêm ê hevjînê min heye, ew jî her çend mehê carekê bi dibirin û didin me. Niha em di kirê de ne û kar dikim. Hinek caran xêrxaz alîkariya me dikin lê belê bi rêjeyek kêm e. Ji ber mûçe nîn e hemwelatî alîkariya me bikin. Ji ber nebûnê, hinek caran bi deyn xwarin û pêdawistiyên nexweşiya min ji dermanxwane tînim. Vê rewşê wisa kiriye nikarin bijîn. Ez ji jiyanê hez  nakim û daxwaza me ew e mûçeyên me di demê xwe de bidin.”

‘Divê em daxwaza mafên xwe bikin’

Sazgar Xalid rûniştvana taxa Awbereye jî destnîşan kir ku dayîna mûçe her 4 meh carekê bargiraniyê li ser jinan çêdike û got: “Beşek zêde ya hemwelatiyan pêwistiya wan bi mûçeyê mehane heye. Nedana mûçeyên me dibe sedema xirabûna rewşa me, fermanberên ku di kirê de ne û nexweş in hene. Divê ew mafên xwe bigrin. Nexweşên me yên di nava cihan de hene ger mehane mûçeyê xwe negirim, nikarim derman dabîn bikim, hemû rastî li ber çavan e. Lê belê çareseriyê nabînin. Jin hene karê firoşkariyê dikin ger rojane dahat nebe rewşa wan xirab dibe. Jin hene bi xebatê malbatê bi rê ve dibin, çavên malbetekê li destên wan e. Ger rewşa hemwelatiyan weke niha berdewam bike wê rewş ber bi dijwariyê ve biçe. Em jin nabe ku wisa bêdeng bin û rûnên xwe bixwîn û ji hikumetê alîkariyê bixwazin divê em daxwaza mafên xwe bikin.”