Li Yemenê jin ji bo birçî nemînin dixebitin

Şer û pevçûnên li Yemenê dibin sedem ku gel di nava şert û mercên jiyanê yên zehmet de bimîne. Jinên bajarê Taizê jî ji bo debara xwe bikin li bazaran dixebitin.

HALA AL-HAŞIDÎ

Yemen- Li Taizê jinên ku di bazarên gel de dixebitin, hewl didin di mercên zehmet de jiyana xwe bidomînin.

Yej ji wan jinan Sahar Muhammed a 19 salî ye, li bazara Taizê bi firotina sebzeyan debara xwe dike. Sahar Muhammed diyar kir ku rewşa aborî bandorê li ser malbata wê kiriye û got: “Di malbata me ya 8 kes de, tenê bavê min mêr e û ji ber mercên aborî em bi zorê debara xwe dikin. Li dijî mercên zehmet ên aborî, ez li bazarê sebzeyan difroşim. Her çiqas em carna rastî tacîzê werin jî em neçar in bixebitin. Bi hatina meha Remezanê re, bihayê her tiştî zêde bû. Ev rewş hem karê kesên dikirin hem jî yê firoşkaran zehmet dike.”

Jin li kar digerin

Aseel Saîf jî got ku bi taybetî ji ber şer û pevçûnên li herêmê, pêvajo xirabtir bûye û got: "Ji ber rastiya xirab a şer û mercên em tê de ne, jin ji bo xwe li derfetên kar digerin. Kesên ku kes tune ye debara wan bike, ji bo karê xwe bixin bin temînatê, neçar dimînin, di mercên bê ewle de li karên sivik bigerin.” 

Dixwazin jiyana xwe misoger bikin

Sonia Saif jî diyar kir ku gelek jinên ku piştgiriya civakî nagirin hene, ji ber vê yekê jî jin neçar dimînin bixebitin û zarokên xwe xwedî bikin. Sonia Saif got: “Jin dixwazî dirûtin û nexş, dixwazî kêrhatiyên din bin, di her warî de xwe bi pêş dixin. Ji bo ku çavkaniya wan a debarê çêbibe hewl didin.”