Li Suweydayê jin bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dikin

Çêkirina nanê Ereb an jî nanê sêlê, li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê mîrateyeke ku ji nifşan derbasî nifşan dibe û ji bo komek jinan hem ji bo serxwebûna aborî, hem jî şikandina diyardeyên civakî pîşeyek girîng e.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li Suweydayê nanê ku jê re nanê Ereb an jî nanê selê tê gotin, yek ji mîrateyek girîng e. Nanê sêlê ji ber ku mirov firinan tercîh dikin, bi tunebûnê re rû bi rû maye lê hilberîna wê li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ji aliyê gelek jinan ve tê kirin.

Nada Al-Qadmanî, da zanîn ku ji ber daxwaza zêde ya ji bo nanê sêlê beriya 24 salan firina xwe vekiriye û wiha got: "Ez li maleke dûrî gund dijîm û zarokên min hene. Li gorî min di şert û mercên hewaya nebaş de kirina karê malê û di heman demê de ji firinê girtina nan zehmet bû. Ji ber vê yekê min biryar da bibim kesê ku nan çêdike û belav dike. Lewma min bi mîqdarek arê ku li malê hebû dest bi kar kir lê di destpêkê de ez biserkeftî nebûm.”

'Dema ku projeya min a biçûk bi ser ket min bi pêş xist’

Nada Al-Qadmanî, da zanîn ku piştî gelek ceribandinan, bi ser ketiye û wiha got: “Lê ji ber zextên civakê rastî zehmetiyan hatim, ji ber ku cîranên min ji min re digotin jinek ji bilî mala wê tiştekî din divê neke. Dizanibûn ku min li odeyek biçûk a mala xwe çêdikir û dema ku projeya min a biçûk bi ser ket, min bi pêşxist. Min ji bo tê de bixebitin gazî jinên gund jî kir. Min ji bo hêsankirina belavkirina nan a ji dikanan re, çend wesayîdan stand. Îro li firinê 21 jin dixebitin û em berhemên xwe ne tenê li Suweyda û gundên wê, li bajerên din jî difroşin.”

‘Divê jin xwedî statu bin’

Yek ji jinên li firinê dixebite Hanîa Al-Halabî, da zanîn ku karê wê pijandina nan e û wiha got: “Ez xwedî tercubeyek têrker bûm û ji ber ku min demek dirêj ji bo ferdên malê nan çêdikir, ji bo kar hatim qebûlkirin.”

Zahîra Zarîfa ya ku 15 sal in dixebite jî diyar kir ku tevî westandin û saetên dirêj ên kar jî karê xwe didomîne û da zanîn ku ji bo jin statuyên xwe û jêhatibûnên xwe bi dest bixin, yekane riya wan ew e.

Ji bo dabara xwe di firinê de dixebitin

Jinên ji Idlibê ku weke Yasmîn Essaf a ji cih û warên xwe koçber bûne, neçar mane li Suweydayê bijîn û bi taybetî ji ber şert û mercên xirab ên aborî ji bo xwe û ji bo dayika xwe li firinê derfeta xebatê dît jî di nav de ji bo gelek jinan derfetên kar peyda kir.

Ji jinan Borjat Ridan jî destnîşan kir ku tevî gelek zehmetiyan jî xebat ji bo bidestxistina azadiya aborî yekane rê ye.