Kargeha Lîlît cil û bergên çanda Kurdî zindî dihêle

Dizaynera Kargeha Lîlît a cil û bergên Kurdewar Nûrhan Abdullah, der barê kargeha Lîlît a ku hem hemû curên cil û bergên çanda Kurdî çêdike û hem jî karên destan çêdike de wiha got: “Armanca me ya vekirina kargehê zindîkirina çanda cil û bergên Kurdî ye.”

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku şoreşa jinan ber bi 12 saliya xwe ve diçe, jin di hemû warên jiyanê de hebûna xwe diyar dikin. Dizaynera Kargeha Lîlît Nûrhan Abdullah, têkildarî kargeha Lîlît û kar û xebatên ku jin di kargehê de dimeşînin ji ajansa me re axivî.

‘Cil û bergên çanda Kurdî zindî dikin’

Nûrhan Abdullah, behsa armanca vekirina kargeha Lîlît kir û wiha got: “Ez li kargeha Lîlît dizaynera cilan im, ez cilan dibirim û jinên din jî didirûn. Nêzî 5 sal in me ev kargeh vekiriye, armanca vekirina me ya kargehê, zindîkirina cil û bergên çanda Kurdî ye. Ji ber ku beriya niha tenê cil û bergên çanda Kurdî di cejna Newrozê de dihatin lixwekirin, lê di roja me ya îro de Kurd di hemû şahiyên xwe de cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Beriya ku em kargeha xwe li bajarê Qamişloyê vekin, me li navçeya Amûdê kargeh vekiribû. Em hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo pêkhateyên Suryan û Kurdên Êzidî cilan çêdikin.”

‘Desteya Çandê piştgirî da me’

Nûrhan Abdullah, bal kişand li ser zehmetiyên destpêkê hatin jiyîn û wiha got: “Destpêkê zehmetiyên me hebûn. Me dixwest ji bo ku em cilên xwe pêşkeşî gel bikin, dikanek mezin vekin lê derfeta me ewqas tunebû. Di heman demê de me dixwest dikanek tenê ya caw vekin ku gel ji gel me cawên xwe bigre, lê ew jî nebû. Piştî demek şûndê Desteya Çandê alîkariya me kir, bi saya wê em Kargeha Lîlît mezin kir.”

‘10 jin di kargehê de dixebitin’

Nûrhan Abdullah, di dawiya axaftina de diyar kir wê dest bi projeyek nû bikin û dikanek parçeyên caw lê werin firotin vekin û wiha got: “Di kargehê de em 10 jin kar dikin, 5 ji me karê dirûtinê û 5 jin ji karên destan çêdikin. Em li vir cil û bergên çanda Kurdî, kiras, qemîs û cilên ku em çêdikin û didin dikanên li bazarê karê dirûtinê. Me projeyek daye pêşiya xwe ku em perçeyên caw ji derve bînin. Ez gelek jinan dibînim ku karê wan xweş e lê kar nakin, ez dibêjim jinên ku jîr in bila hêz û aqilê xwe bi kar bînin ku jêhatîbûna xwe derxin holê.”