Jinên Morîtanyayê ji bo serxwebûna aborî di nava hewldanan de ne

Jinên Morîtanyayê, bi serxwebûna xwe ya aborî, di gelek waran de bûne xwedî sekneke xurt. Bi gotinên; “Em naxwazin çavên me li destên mêran be” bang li rayedaran kirin ku piştgiriyê bidin wan.

HATÎCE ŞEXNA

Morîtanya – Li Morîtanyayê tevî astengiyên civakî jî; eleqeya jinan a di warê xebatên aborî de zêde dibe. Al-Salika Bint Al-Hassan a 22 salî li devê rê fêkiyan difiroşe dibêje: “Hem pêdiviyên xwe yên rojane bi cih tînim, hem jî di warê aborî de bi serê xwe me. Di kîjan warî de dibe bila bibe, xebata jinan tişteke bi rûmet e. Pir girîng e ku jin her dem têra xwe bike.”

‘Xebat û qezenckirina pere tê wateya ku mirov hewceyê kesan nebe’

Al-Salika Bint Al-Hassan, diyar kir ku divê jin ji bo serxwebûna aborî hewldanan bidin û got: “Xebat û qezenckirina pere tê wateya ku mirov hewceyê kesê nebe. Divê jinên Morîtanyayê destpêkê bi xwe bawer bin. Dema ku bawerî çêbû, xebat jî hêsan dibe. Ger ku jin di warê aborî de bi serê xwe nebin; dê her dem hewceyê kesên din bimînin. Divê jin xwedî hilberîn bin û pêdiviyên xwe bêyî malbat û hevjînê xwe pêk bînin. Ev yek dê bi xwebaweriyê bi jinan re çêbike.”

‘Ji ber tunebûnê hinek zarokên min diçin dibistanê hinek naçin’

Îndî Mohamed Abdullah jî jî li devê rê sebze û masiyan difroşe, hewl dide debara xwe bike û pêdiviyên bingehîn ên zarokên xwe bi cih bîne. Îndî Mohamed Abdullah bawer dike ku di mercên aborî yên xirab ên malbatê de sekna li malê çareserî nîn e û diyar kir ku ji ber vê yekê ew hewl dide ji bo xwe derfetek ava bike. Îndî Mohamed Abdullah got: “Min jî biryar da sebze û masiyan bifroşim. Zarokên min hê biçûk in, hinek ji wan dema diçin dibistanê, hinek ji wan jî ji ber tunebûnê dest ji dibistanê berdan.”

‘Ji ber ku sarincok tune ye û gelek caran nayên firotin masî xirab dibin’

Îndî Mohamed Abdullah, da zanîn ku gelek caran masiyên ku tîne ji ber nayên firotin û sarincok tune ye xirab dibin û wiha bi dawî kir: “Gelek caran masiyên ku dimînin, ji zarokên xwe re çêdikim. Divê rola jinan di civakê de were bihêzkirin. Ji bo ku di warê madî de serbixwe bin divê bixebitin. Her wiha ji bo sebze û masî xirab nebin, dixwazim cihekî kirê bikim. Ji bo vê ji rayedaran piştgiriyê dixwazim. Ji bo ku çavên me li destên mêran nebin, em girêdayî wan nemînin; divê piştgirî ji me re were dayîn.”