Jinên koçber li Kampa Newroz konên xwe veguherandin cihên dirûtinê

Jinên koçber ên li kampa Newroz konên xwe veguherandin cihên dirûtinê, hewl didin debara xwe bikin. Kîfae El- Sehim dibêje ku ew pir kêfxweş e fêrî pîşeyeke nû bûye.

EBÎR MUHEMED

Dêrik – Jinên koçber ên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ji cih û warên xwe bûne, hewl didin barê li ser xwe kêm bikin û xebatên ku jiyana wan a rojane destek dike bimeşînin. Li kampa Newroz a li Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aktîfbûna jinan di her alî de her ku tu di ber koneke re derbas dibî, jinên ku dixebitin dibînî.

Li ser prensîba ‘pêwîstî çavkaniya dahênanê ye’ komek jinan biryar dan konên xwe yên yek odeyî veguherînin cihên terzîtiyê ji bo debara jiyanê. Kîfae El-Sehim ji Til Temir ku rojane bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye koçber bûye, 3 sal in li Kampa Newroz dijî. Kîfae El-Sehim dayika 7 zarokan e, bi komek jinên li kampê re biryar daye konê xwe bike cihê dirûtinê da ku pêdiviyên xwe bi cih bîne.

Kîfae El-Sehim dibêje ku gere mirov bêkar nemîne bi taybetî di mercên zehmet de û wiha pê de çû: “Ev salek e ku ez karê dirûtinê dikim, hê jî di asta hînbûnê de me, nebûme pispor. Li kampê atolyeya perwerdeya bê pere hat vekirin, ez jî beşdarî wê atolyeyê bûm û wiha fêrî dirûtinê bûm. Ez cilên mezin û zarokan çêdikim her wiha kirasên jinan didirûm.”

Bi makîneyeke seretayî û bê elektrîk dixebite

Kîfae El- Sehim bal kişand ser zehmetiyên ku dikşîne ji ber buhabûna lêçûnê û tunebûna elektrîkê li kampê û got: “Ez bi lingên xwe makîneyê bi kar tînim ji ber ku dînemoya makîneya min tune ye. Elektrîk jî li kampê peyda nabe, ji ber vê yekê ez zehmetiyan dikşînim, îmkana min tune ye ku ez yeka nû bikirim. Di heman demê de ez bi lêçûnê re zehmetiyan dikşînim ji ber ku amûrên ez dikirin buhayê wan zêde ye.”

‘Divê jiyan bidome’

Kîfae destnîşan kir ku ew serbilind e ji ber dikaribûye fêrî pîşeyeke nû bibe û ev lê zêde kir: “Jiyan wê bi mecbûrî bidome. Em hejmareke zêde ne di kampê de û rewş xirab e lê dê jiyan berdewam bike. Ji mêj ve ye ku min dixwest bigihîjim vê armancê. Berê nikaribûm beşdarî atolyeyan bibim ji ber ku bihayê wê zêde bû.”

Kîfae El- Sehim herî dawî xwest ku makîneyeke nû bi dest bixe ji ber ku makîneya wê ya seretayî gelek zehmetiyan jê re çêdike.