Bi karên hunera destan debara xwe dikin

Jinên Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hunera destan de pir aktîf û afrîner in, bi saya wê çanda gelêrî diparêzin û aboriya xwe ya xweser bi dest dixin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Merdiya Ahmed, Leyla Merê û Neda Mihemed yên li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn bi karên hûnera estan hewl didin aboriya xwe serbixwe bidest bixin. Jinan

Merdiya Ehmed a 60 salî ji gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişloyê, ji 13 saliya xwe ve bi hunera destan ve mijûl dibe, ew hemû cureyên ku bi sûf tên çêkirin, çêdike. Merdiya têkildarî karê xwe dibêje: “Ez ji 13 saliya xwe ve bi karên dest re mijûl dibim, hezkirina min ji karên dest re pir zêde bû. Di dema xebata dayika min de bi jinên taxê re, ez gelek bi bandor bûm, min xwest ez jî fêr bibim. Min gelek pirs ji wan dikir ev çawa çêdibe, ev çawa ye ev bi çend sîxikan çêdibe heta ku ez fêr bûm.”

‘Hunera dest demên berê tîne bîra min’

Merdiya Ahmed diyar kir ku karên dest bi xwe huner e û wiha bi dawî kir: “Heta roja îro ez karên dest çêdikim ji malbat û cîranên xwe re. Dema ku ez karên destan çêdikim, hîs dikim ku careke din di dema berê de dijîm. Ev hest ji min re bi wate ye. Ez her tiştê ji min tê xwestin çêdikim gore, kirasên zarokan, lepik, papik, êlek û kum çi be ez çêdikim. Tu zehmetî min nekişandiye di destpêkê de ji ber wensa wê hebû di dema me ya berê de ev karê me yên dest bi wens bû xweşiya vî karî hebû çiqas kêfa te jê re hatibe te ewqas tiştên xweşik çêdikir, karê dest bi xwe huner e. Ez her ku tiştekî çêdikim kefa min jê re tê ji karê xwe hez dikim.”

‘Ev kar serkeftinek e ji bo min’

Leyla Merê ya bi temenê xwe 20 salî ji bajarê Qamişloyê çenteyên dest bi morîkan çêdike, da zanîn ku di demeke kurt de dest bi hunera destan kiriye û wiha pê de çû: “Tenê ev 15 roj in ez fêrî çêkirina çenteyên bi morîkan bûme. Tevî ku di demeke kurt de min dest pê kir, ez gihîştim asteke bilind ku şopînerên min bi hezaran in û qewîtiya çenteyên ji morîkan ji min dikin. Ez vî karê xwe ji xwe re serkeftin dibînim, ji ber ku bi xwe kar dikim û hewcedarî tu kesê nabim, aboriya xwe ya xweser bi xwe bi dest dixim. Armanca min ji fêrbûna vî karê ew e ku ez alîkariya malbata xwe bikim û tiştên xweşik ji civaka xwe re çêbikim.”

Bi hezaran şopînerên wê li ser medyayê hene

Leyla Merê bal kişand ser zehmetiyên destpêkê û amûrên ku pê kar dike, di heman demê de behsa rûpela xwe ya li ser medyaya dîjîtal dike ku çawa bûye alîkar di belavbûna karê wê de û wiha bi dawî kir: “Zehmetiyên ku min di destpêkê de kişandin, peydanekirina amûrên karkirina di vî warî de bû. Her wiha çawaniya fêrbûna çêkirina çenteyan. Ez li ser medyaya dîjîtal fêrî vî karî bûm. Paşê min rûpeleke xwe ya li ser tora civakî vekir, ev rûpel bû alîkar ku karê min bêtir bê naskirin û belavkirin. Niha bi hezaran şopînerên rûpela “the artist Leila” hene. Dixwazim di pêşerojê de dikaneke xwe vekim û projeya min mezintir bibe, ji niha baştir bi pêş bikevim. Ez dibêjim divê her jin kar bike sûdê li xwe derdara xwe bike da ku bi pêş bikeve.”

Karê çêkirina mûman

Neda Mihemed jî jineke ciwan a 23 salî ye ji navçeya Dêrika girêdayî bajarê Qamişloyê ye, mûmam bi destên xwe çêdike, behsa karê xwe kir û wiha dest pê kir: “Ev 7 meh in min dest bi karê çêkirina mûman kiriye, zehmetiya destpêkê amûrên ku ez pê kar bikim biha bûn, nikaribûm  amûran bikirim û zû bi zû qalibê mûman bi dest min nediket. Piştre min qalib ji derveyî Rojava anî, karê min hêsan bû, malbat û hevjînê min piştgiriya min kirin hiştin ku baweriya min xurtir bibe. Destpêkê min ev kar ji xwe re kir weke jêhatîbûnekê û min got ez dikarim bikim û her bi pêş ketim. Amûrên ku ez pê kar dikim parfum, reng, qalibê mûman û zeyta taybet a mûman e.”

‘Divê her jin ji xwe bawer be’

Neda Mihemed armanc dike ku di pêşerojê de dikanek ji xwe re veke û projeya wê berfirehtir bibe û wiha bi dawî kir: “Di pêşerojê de ez dixwazim hîn bêhtir bi pêş bikevim û dikaneke taybet ji xwe re vekim projeya xwe li wir berfirhtir bikim, min malpereke xwe ya medyaya dîjîtal vekir û ez berhemên xwe niha li ser wê malperê difroşim gelek şopînerên min ji min dikirin. Ez dixwazim ji her jinê re bibêjim jêhatîbûna xwe derxin ji xwe re kar bikin alîkariya xwe û malbata xwe bikin ji xwe bawer bin her tişt zehmet e destpêkê lê dema ku te dest pê kir hêsan dibe xwe hewceyî tu kesê nekin.”