Neteweyên Yekbûyî: Nîvê mirovahiyê di bin xetereyê de ye

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres hişyarî da ku cîhan bi du vebijarkan re rû bi rû ye: "Xebata kolektîf an întîhara kolektîf."

Navenda Nûçeyan - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres hişyarî da ku ji ber lehî, hişkesalî, şewata daristanan û bahozên dijwar, nîvê mirovahiyê di bin xetereyê de ye û da zanîn ku divê ev deh sal bi kiryarek biryardar a avhewayê bi rêya bawerî, piralîbûn û hevkariyê were destnîşan kirin.

António Guterres teqez kir ku her çend ku giraniya gaza serayê, bilindbûna asta deryayê û germahiya deryayê rekorên nû dişkîne, ew nikanin wekî civakek piralî bi hev re bixebitin û li şûna ku welat berpirsiyariyê bigirin, hevûdu sûcdar dikin. Her wiha destnîşan kir ku pêdivî bi xebata kolektîf heye û baweriya ji nû ve ava bikin da ku armanca 1.5 °C biparêzin û civakên berxwedêr li hember guherîna avhewa ava bikin.

António Guterres hişyarî da ku cîhan bi du vebijarkan re rû bi rû ye: "Xebata kolektîf an întîhara kolektîf."