Sîstema ava herêma Kurdistanê di bin xeterê de ye

Sedemên qirêjbûna ava herêma Kurdistanê her ku diçe zêde dibin, tunebûna sîstema paqijiyê, çêkirina bendavan dibe sedema kêmbûna asta avê û nehişyariya kesan aliyek din a sedema vê rewşê ye û dibe sedema karesatên xwezayî.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Qirêjbûna avê li herêma Kurdistanê yek ji pirsgirêkên herî sereke ye ku bûye sedema qirêjbûna ava malan û zêdebûna nexweşiyên cuda di nava bajaran de. Her wiha avdana şînahiyan bi ava rû ji ber nebûna sîstema avê û ji ber bidestneketina ava paqij ji bo cotyaran, weke sedema nexweşiyan tên pênasekirin.

Têkelbûna ava rû û rûbaran, nebûna sîstema paqijkirina avê pirsgirêka sereke ya avê li herêma Kurdistanê ye lê belê hikumet û aliyên pêwendîdar li hemberî vê rewşê bêdeng û bê helwest in.

Pispora xwezayê ya koleja endezyariya zanista çandiniyê û pispora paqijkirina ava rû Jînû Xalid ji ajansa me re behsa sedemên qirêjbûna avê kir û got: “Bi awayekî giştî li herêma Kurdistanê sîstema avdaniyê tê bikaranîn, ev av gelek bakterî tê de hene dibin sedema belavbûna pirsgirêkên tendirustiyê di nava cotyar û kesên ku bi kar tînin û berhemên çandiniyê. Her wiha di aliyê vexwarina vê ava ku rojane tê bikaranîn de testa bakteriyan nehatiye kirin, ew ava li firoşgehan jî tê firotin tenê hinek testên kimyewî li ser hatine kirin. Av bi xwe taybetmendiyeke wê ya paqijkirinê heye. Mînak dema ku mirov madeyek qirêjker bixe nava avê bi derbasbûna demê re dikare bi xwe xwe paqij bike, yek ji wan çavkaniyên ku vê avê bi kar tînin li herêma Kurdistanê ava Dûkan e ku rasterast nayê nava malan û jê re paqijkirin pêwîst e, ev av di hinek qonaxan re derbas dibe lê belê nayê wê wateyê ku ew av were qirêjkirin yan jî têkelî ava rû bikin.”

“Têkelkirina ava rû û rûbaran xeta sor e”

Bijîjk Jînû da diyarkirin ku têkelkirina ava rû û rûbaran li tu derên cîhanê tune ye û divê destpêkê ava rûbaran were paqijkirin û weke ava standartên cîhanê be û wiha domand: “Aliyên berpirsyar kêmtir xemê di asta paqijkirina ava ku rojane tê bikaranîn de dixwin, ji ber ku heta niha li ser vê yekê kar nehatiye kirin. Weke dosteke xwezayê û şarezayek di aliyê av û çandiniyê de ev gelek sal in em lêkolînên cuda dikin û daxwaz dikin ku sîstema avê were çareserkirin û êdî ava rû û rûbaran têkelî hev nekin. Divê em ava xwe biparêzin lê belê li herêma Kurdistanê pêvajo û zagonek taybet nîn e ger hebe jî heta niha kar li ser nehatiye kirin. Ji ber ku ger kar li ser bihata kirin wê pirgirêkên tendirustiyê yên ji ber avê çêdibin derneketana, qirêjkirina rûbaran dibe sedem ku nexweşiyên cuda zêdetir belav bibin.”

“Çêkirina bendavan ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve dibe sedema qirêjbûna avê”

Bijîjk Jînû bi bîr xist ku yek ji sedemên din ên qirêjbûna avê kêmbûna avê ye û welatên dor û berên Kurdistanê yên weke Îran û Tirkiyeyê gelek bendav çêkirine û asta avê kêm bûye loma têrê nake bîrên avê bi qasî asta rojane tijî bibin û her wiha kêmbûna asta avê madeyên qirêjbûna nava avê zêde dike û wiha got: “Sedemek din a çavkaniya qirêjkirina avê çandinî ye ku hinek ji cotyaran nizanin dermanê kimyewî û qirker bi kar tînin û ew jî dibe sedem ku di dema barîna baranê de xaka wan tê şûştin û ew derman diçe nava xakê heta digihîje nava ava jêr zevî û beşek din jî diçe ser zevî, yan jî ew kargehên avê yên ku li ser ava rûbar kar dikin û ew madeya ku ketiye nava rûbar şêwazê xwezaya avê têk dibe.”

“Nebûna sîstemeke paqijkirina ava rû rewşa herêma Kurdistanê xira kiriye”

Bijîjk Jînû Xalid wiha behsa nexweşiyên ku bi riya qirêjbûna avê derdikevin kir û got: “Ne tenê xwarina rasterast ku bi ava qirêj hatiye avdan dibe sedema nexweşiyan, ji ber gelek rê hene ku nexweşî tên dîîtin, yek ji wan jî bikaranîna ava di binasaziyan de ye. Ger ev ava karkerek para xwe jê girtibe dibe sedema nexweşî û belavbûnê. Pêwîst e em vê jî bizanibin avdana çandiniyê bi ava rû xeta sor e û divê girîngî bi pêkhatina avê were dayîn ji bo avdaniya çandiniyê. Tevahiya çavkaniya ava herêma Kurdistanê qirêj bûye, nebûna sîstemeke paqijkirina ava rû, vê rastiyê derdixe. Ji ber wê divê pirsgirêk destpêkê were çareserkirin ger neyê çareserkirin rewşa herêma Kurdistanê di rewşek metirsîdar de ye.”