Meryem Asî xeyala xwe ya vezîvirandinê pêk tîne

Armanc, azwerî û xema wê ya ji bo jîngehê ew ber bi vezîvirandinê ve bir û bi wê re xewna Meryem Asî ya ku bû rastî, destpêkir.

CAROLİNE BAZZİ

Beyrûd - Krîza çopê li Lubnanê, ku di sala 2016'an de dijwar bû, ji bo Meryem Asî bû katalîzatorek, ku dît ku divê ew jîngeha ku tê de dijî bi vezîvirandinê biparêze û şûşeyên cam wekî armanc hilbijart.

"Ez ber bi vezîvirandina şûşeyên camê ve çûm, ku li Lubnanê ne rêbazek pir populer e"

Sêwirana grafîkê Meryem Asî diyar kir ku di dawiya sala 2016'an de dest bi kariyera xwe bi vezîvirandina camê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema ku krîza çopê giran bû, min gelek vîdyo yên li ser vezîvirandinê da ku ji bermahiyê xilas bibin, li ser medyaya dijîtal dît. Ji ber ku wextê min ê vala hebû, min dît ku ez dikarim bi projeyek ku bi saya wê ez ê xeyala xwe pêk bînim mijûl bibim û mijara vezîvirandinê pir bala min kişand. Ez ber bi vezîvirandina şûşeyên camê ve çûm, ku li Lubnanê ne rêbazek pir populer e. Min di destpêkê de bi vezîvirandina ji yek materyalê zêdetir ceriband, heya ku min hez kir ku bi vezîvirandina camê  bixebitim. Cam maddeyek e ku demek pir dirêj diqewime û nirxa xwe winda nake, ger em ji carekê zêdetir ji nû ve bizivirînin jî kalîteya xwe winda nake. Her çend carna mijûlbûna bi camê zerar e jî, lê bi lixwekirina kincên parastinê, em dikarin xwe biparêzin."

"Min dizanî ku ger enerjiya xwe bixim vê projeyê, ezê bigihim cihê ku ez dixwazim"

 Meryem Asî eşkere kir ku wê nizanibû ku meriv çawa camê bibire, lê wê xwe perwerde kir û ji carekê zêdetir ceriband heya ku fêr bû û wiha axivî: "Gava ku ez fêr bûm ku meriv çawa bi camê re mijûl dibe, min amûrên taybetî yên ji bo wê kirî û dest bi projeyê kir. Min dev ji kovara ku ez bi qasî deh salan lê dixebitim berda da ku ez xwe ji pîşeya xwe ya nû ya vezîvirandina camê re vala bikim. Ez ji destpêkê ve di wê baweriyê de bûm ku ger ez enerjiya xwe bixim vê projeyê, ezê bigihim cihê ku ez dixwazim, bi rastî jî xewna min bi vê projeyê pêk hat. Xwendina min di sêwirana grafîkê de alîkariya min kir ku projeya xwe nasnameyek taybetî bidim. Min navê projeya xwe kir Marazal. Her kesî ji projeyê hez kir ji ber ku armanca wê jîngeh e. Her çendî projeyên piçûk jî hewcedarî sermayeyê ne jî, min ji kesî piştgirîya aborî wernegirt. Ez dixebitim û dema ku min meaşê xwe yê mehane distand, min ji bo kirîna hewcedariyên operatorê miqdarek piçûk teserûf dikir. Min piştgiriya manewî ji malbat û hevalên xwe girt. Bêyî piştgiriya manewî kes nikare bijî. Dema ku jin biryara destpêkirinê bide, wê bibîne ku hemû cîhan pê re dibe alîkar. Ne tenê çîroka min çîroka serkeftinê ye, projeya min di nav bi hezaran projeyên ku jinan dane destpêkirin de bi ser ket û ev yek ji bo berdewamiya me teşwîqek e."