Jinên Îranî di dîrokê de berxwedanên mezin nîşan dan (16)

Serhildana jinan li Îranê werçexeyek e...

Tevî girtin, kuştin û tecawizê jî jin di refên herî pêş ên berxwedana Îranê de cih digirin. Jin bi biryar in ku bi dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' têkoşîna azadiyê berfireh bikin.

MALVA MİHEMED

Navenda Nûçeyan Serhildanên ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin li Îranê dest pê kir, du meh li pey xwe hişt. Gelên ku beşdarî serhildanan bûne di her firsendê de biryardariya xwe ya di berxwedanê de tînin ziman.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku di encama êrîşên rejîma Îranê yên li dijî berxwedana serdemê ya Îran û Rojhilat de 378 kes hatine qetilkirin û 16 hezar û 813 kes jî hatine binçavkirin.

Di bîlançoyê de her wiha hatiye gotin ku heta niha 378 kes ji wan 47 zarok û 27 jin hatine qetilkirin û tenê dawiya heftiya borî 40 kes li Rojhilat ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin. Li gorî heman çavkaniyê, heta niha li Îranê 16 hezar û 813 kes hatine binçavkirin, lê tenê nasnameya 2 hezar û 756 kesan hatiye eşkerekirin. Hat diyarkirin ku ji kesên hatine binçavkirin herî kêm 524 xwendekar in.

Kuştina Jîna Emînî jî hêrsa xwe li hember siyasetên rejîmê ku bi salan zordestî û azadiyan sînordar dike, gur kir. Me gelek caran dît ku jin bi porê xwe yê vekirî pêşengiya xwenîşandanan dikirin, hîcabên xwe dişewitandin an jî li dora agirê berxwedanê ku li dijî polîsên rejîmê pêxistibûn dîlan dikirin. Dîsa berxwedana ku ji çar aliyên cîhanê destek girt, jinan porê xwe birîn. Helbet aliyê herî girîng ê vê berxwedanê ew bû ku gelê ji kêliya yekemîn ve qadên xwe tije kir li ser dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li hev kom bûn. Lewra ev serhildanên bi pêşengiya jinan wê bi kîjan aliyê ve bi pêş bikevin?

Formula bi sehr ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Ger em veguherin koka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi Kurdî hat nivîsandin, belav bû û bû dirûşma veguhertinê, ev dirûşme xwe dispêre tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a azadiya jinê weke azadiya civakê dibîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013’an de bi nirxandina ku ew bi parêzerên xwe re dike destnîşan dike ku divê armanca esas a jinan têkoşîna azadiyê be, balê dikşîne têkiliya di navbera jin û jiyanê de û bi girîngî anîbû ziman ku ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji dirûşmê wêdetir formulekê bi sehr e.

Dirûşme di destpêka salên 2000’î de yekem car di çalakiyên jinên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de hat berzkirin. Dirûşim paşê li her qada ku Tevgera Jinên Kurd lê birêxistin dibe belav bûye, di sala 2014’an de bû pênaseya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Îro dengvedana dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser jinên Kurd gihîşt tevahî jinên Îran û cîhanê. Li Îranê têkoşîna jinan bipêş de çûye, veguheriye nasnameya jiyan û azadiyê ya ku li dijî pêkûtî û newekheviyê têdikoşe. Her wiha li tevahiya cîhanê bû sembola piştevaniyê. Di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de gelek jinên li cîhanê balê kişandin ser piştevaniya dersînor a femînîst. Jinên çalakvan ên li Mexrîb, Tûnis, Lubnan, Lîbya, Sûdan û Fîlîstînê ji bo hêrsa xwe bînin ziman dengê xwe bilind kirin û kampanyayên cûr be cûr dan destpêkirin.  

Bi beşdarbûna rewşenbîr, werzîşvan, hiqûqnas û xwendevanan ên beşên cûr be cûr ên ji nav civakê, tê dîtin ku ev tablo jêneveger e. Li gelek bajaran gel greva giştî dan destpêkirin û esnaf hê jî dikanan venake.

Rûxmê pêkutiyê berxwedan mezin dibe

Tevî hewildanên vê dawiyê yên rejîma Îranê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan di demeke kin de li her quncikekî welat belav bû û bû girîngtirîn bûyera ku Îran di heyama çar dehsalan de dîtiye û dibe xaleke guhertinê di paşeroja welat de.

Rejîma Îranê ji bo belavkirina xwepêşanderan gule û gaza rondikrêj bikar anî. Binçavkirin û girtin jî paşê dom kirin. Dîsa bi astengkirina xwe gihandina înternetê, rêyên agahdarî û ragihandinê yên gel qut kir. Tevî vê yekê jî berxwedana ku du meh li pey xwe hişt, bi lez û bez ber bi qonaxeke veguherînê ya dîrokê ve diçe.

Jin hedef hatin girtin

Ji ber ku jin pêşengiya serhildanan kirin, bi taybetî parêzvanên mafên mirovan, femînîst û aktîvîst bûn hedef. Li gorî raporên fermî, rayedaran ji bo bêdengkirina kesên ku beşdarî xwepêşandanên li welêt bûne, gelek rêbazên îşkenceyê bikar anîne û gelek çalakvan rastî tundiyê hatine. Ji ber beşdarbûna xwenîşandanan rastî gefên kuştinê, destavêtin û îşkenceyên hovane hatin. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji bilî heqaretên devkî, îşkencekirin û curbecur muameleya xerab, li ser hin jinên girtî zextê kirin ku li ser televîzyonan îtiraf bikin. Her wiha diyar kir ku hin girtiyên jin di girtîgehên nefermî de tên ragirtin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, bi hezaran kes ji wan herî kêm 38 rojnamevan, 170 xwendekar, 16 parêzer û zêdetirî 580 çalakvanên sivîl ji nav wan çalakvanên sendîkaya mamostayan û çalakvanên kedê ku beşdarî xwepêşandanan bûne, hatine girtin.

Encûmena Niştimanî ya Berxwedana Îranê ragihand ku di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 400 kes di nav xwepêşanderan de hatin qetilkirin û zêdetir ji 40 rêxistinên mafên mirovan ji wan Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) ragihand ku herî kêm 23 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Avêtin ser dibistanan jinan binçav kirin

Dayika du zarokan Mino Majidi û çiyagera 32 salî Ghazala Chloe ku di 20 Îlonê de hat qetilkirin, di heman rojê de Hananeh Kia ya 22 salî çend ji van jinan bûn.

Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku dema du hevalên wan ji serdana bijîjk vedigeriyan malê hatine qetilkirin û vîdyoya Hadis Necefî yê 20 salî li ser medyaya civakî hat weşandin bû sedema hêrsa gelek kesan. Di dîmenên ku di twîterê de hatin weşandin de tê dîtin ku Hadîs serê xwe negirtiye porê xwe girê daye û li Karaj bi awayê cesûr ber bi cihê xwewêşandanê ve diçe.

Li gorî raporên mafên mirovan, Mahsa Mogwaî, ya 16 salî Sarina Îsmaîlzadeh û Nika Shakaramî ji ber ku beşdarî xwepêşandanek bûne, bi copan hatine îşkencekirin û dûre jî hatine qetilkirin. Hevalên wan diyar kiribûn ku cenazeyên her sê jinan li morga navenda binçavkirinê tên girtin û rastî tecawizê hatine.

16 xwendekar rastî êrîşê hatin

Xwendekarên jin ên dibistana navîn û zanîngehê jî rastî hovîtiya hêzên dewleta Îranê hatin. Di 17’ê Cotmehê de Lijneya Koordînasyona Sendîkayên Mamosteyan, di weşaneke li ser medyaya dîjîtal de şîdetê piştrastkirin. Di dema êrîşan de xwendekarên jin ên ku li dijî cudakarî û newekheviyê dirûşm berz dikirin û sirûda rejîmê nexwendin hatin teşhîrkirin. Yek ji wan li ber çavên mamosteyên jin û xwendekaran ji aliyê polîsên rejîmê ve rastî lêdanê hat û dema birin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha 10 xwendekarên keçik birin cihekî nediyar, 7 xwendekarên keçik jî binçav kirin. di çalakiyên gel û xwendekaran ku hê jî li Erdebîlê didomin de gelek kes birîndar bûn. 

Jin bûn pêşengên serhildanan

Jin, tevî hemû zextan bi şev û roj di xwepêşandanan de li refên pêş in. Jinên ku serê xwe vedikin, li jiyan, îrade û têkoşîna xwe ya azadiyê xwedî derdikevin. Bedel çi dibe bila bibe, hewl didin efsûna “JIN JIYAN AZADÎ' di jiyanê de pratîze bikin û bi biryardarî li pey evîna xwe ya azadiyê diçin. Ne ji bo Îranê, ne jî ji bo jinan êdî veger tune ye.

Dawî