Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (14)

Rûxmê pêkutiyên rejîme jî jinan di qada hûnerê de bûn

Rejîma Îranê her çendî hewl da hunera ku bi bîranîna jinan hatiye avakirin tine bike jî, jinên hunermend di her serdemê de dest ji hilberînê bernedan.

MALVA MİHEMED

Navenda Nûçeyan – Jinên Îranî di warê sînema, şano û muzîkê de li welat xwedî cihekî taybet in. Her çiqas hewl dan ruyên wan bê girtin, dengê wan bê kêmkirin; jinên hûnermend ên Îranî ku hewl dan bibin çavê dibîne û guhê dibihîse ya gelê xwe, ruxmê hemu girtin, îşkence û pêkutiyên rejîmê jî tu car dev ji hûnerê bernedan. Tevî hemû zextên rejîmê jî kesayetên hunerî û hunermendên mînak ji cîhanê re afirandin. Wekî din, wan ev yek hem li ber kamerayê û hem jî li pişt kamerayê kir. Ji sînemaya realîst bigire heya şanoyê, muzîka etnîkî bigire heya muzîka gerdûnî, dansê, hem hebûna xwe li welêt îspat kir û hem jî bandor li cîhanê kir.

Li welatekî ku di pirtûkên perwerdehiyê yên dibistanên seretayî de wêneyên jinan jî nayê weşandin, jinên ku bi hunera xwe hene û hel didin li ser dîkê bin, bînin ber çavên xwe. Li welatê ku li ser muzîj, şano, sînemayê saansur tê pêkanîn, dîsa taciz, destdirêjî, êrişên zayendî yên li dijî jinan ku bi pêkutiya rejîmê re pêş dikeve, jinên hûnermend rûxmê dorpêça êrişên piralî jî devji hûnera xwe bernedan û bernadin.

Guhertin bi nivîskaran dest pê kir

Ji nîveka sedsala 20’emîn ve, nivîskarên jin ên Îranî hewl dane ku nêzîkatiyên zilam-serdest ên li welatên xwe bigihînin edebiyatê. Ev bandora nivîskarên jin di dîmenên Îranê de jî xwe nîşan da. Di heman demê de bandora nivîskarên jin, lîstina lîstikên şanoyê yên bi nêrîna jinê, nêzîkatiyên azadîxwaz ên jinan ên di sînemayê de jî bi xwe re bi xurtî anîne.

Hatina kamera û sînemayê

Dikare bê gotin ku destpêka sînemayê li Îranê piştî ku Muzafferuddîn Şah kameraya ku di gera xwe ya welatên Ewropayê de pê re nas kiribû hilda û anî welatê xwe, destpêkir. Di vê pêvajoya ku digihêje salên 1871-1915’an de, em rastî navê Mîrza Îbrahîm Han Akkabaşi tên, ku ev serdana Şah tomar kiriye û belge kiriye û piştre li Tehran û serayê kişandinan kiriye. Sînema û wênekêşiya ku cara ewil ketibû qesrê, bi gotina Şêx Fezlûllah Nûrî ya ku dibêje bi kafirbûnê re weke hev e bê guman pêşketina wê asteng dike lê navên mîna Mehdî Rûsî, Erdeşîr Xan, Mîrza Kafkasî, Alî Vekîlî ruxmê vê jî yekemîn salonên xwe yên sînemayê vedikin. Di van sînemayan de mijarên ku ne elaqeya civakê ne û ne ji dûr ve bi civaka Îranê re têkildar in, ji derve tên anîn û tên pêşandan.

Fîlmên pêşîn û yekem sansûr

Laboratuwara pîşeyî ya fîlman li Îranê di sala 1930 de ji aliyê Abî Rabî ve hatiye avakirin. Ev nav di heman demê de yekem nav e ku filmê dirêj li Îranê çêkir û dîroka Îranê tomar kiriye. Yekemîn fîlma bi temaya sînemaya Îranê bi navê “Tolhildana bira” (1930) ye. Hema piştî vê yekê Îbrahîm Muradî fîlma “Çavbirçî” (1933) kişand. Bi lêkolînên curbecur li ser dîrok û wêjeya Îranê, yekemîn fîlma dengbêj a Îranê bi navê "Keça Lor" (1933) xwedî cihêwazî ye ku yekemîn fîlma sansûrkirî ya li Îranê ye. Navê Abdulhuseyîn Sepenta yê ku fîlmên “Firdevsî” (1934), paşê “Ferhat û Şirîn” (1935), “Çavên Reş/Fetha Lahor” (1936), “Leyla û Mecnûn” (1937) kişandiye gelek car derdikeve pêşberî me.

Nîvenda fîlmçêkeran Yekîtiya Sovyetê ye

Piştî salên 1900’î em di sînemaya Îranê de bi seknekê re rû bi rû ne. Piştî wê em rastî çend mînakan tên û em dibînin ku bandora fîlmên ku ji derve hatine anîn di sînemayê de serdest e, ku li welêt dest pê kiriye. Ji ber ku karektera siyasî ya serdemê dupolar bû, bandora sînemayên cihê yên wekî DY û Yekîtiya Sovyetê nayê înkarkirin. Lê belê, bala sînemagerên Îranî Yekîtiya Sovyetê ye. Piştî ku di sala 1939’an de bi xwendina sînemayê li Rûsyaya Sovyetê vegeriyan welatê xwe û piştî damezrandina "Rêveberiya Hunerên Bedew/Rêveberiya-i Honerha-yi Ziba" di sala 1939’an de, bandora Sovyetê bi eşkere xwe diyar dike.

Mijareke din a ku bandorê li sektora sînemayê li welêt dike, girêbesta Îran û Amerîkayê ye. Bi peymana ku di sala 1950'an de di navbera Îran û DYA'yê de hate îmzekirin, tîmek Amerîkî ya ji 120 fîlmçêkeran pêk tê, di bin çavdêriya Ajansa Enformasyonê ya Amerîkî (Zanîngeha Syracuse) de, bi alavên teknîkî yên ji bo fîlmên belgeyî û perwerdehiyê birin Îranê; heta sala 1959’an 403 fîlmên nûçe û 22 belgefîlm hatine kişandin.

Tabloya nimûne ji cîhanê re

Bandora jinan di sînemaya Îranê de, ji lîstikvaniyê bigire heta derhêneriyê, ji bo cîhanê wêneyekî mînak dide. Dema em li hebûna jinan di sînemaya Îranê de dinêrin, yekem rawestgeha ku em pê re rû bi rû dimînin Şehla Riyahî ye. Lîstikvan û derhênerê sînemayê yê Îranî Şehla Riyahî ku di navbera salên 1927-2019’an de jiyaye, li Tehranê ji dayik bûye, di sala 1944’an de dest bi lîstikvaniya şanoyê kiriye û yekem car di “Xewnên Zêrîn” de derbasî sînemayê bûye. Ew di sala 1956’an de bû yekemîn jina Îranî ku derhêneriya fîlma “Mercan” kir. Şahla Riyahî jî di zêdetirî 72 fîlman de lîstiye.

Salonên sînemayê hatin girtin

Di dema bûyerên civakî yên ku di nîveka salên 1970’an de li Îranê dest pê kirin û serhildanên li dijî rejîma Şah, di sînemaya Îranê de şikestineke cidî rû da. Di sala 1978’an de tenê li Tehranê 108 salonên sînemayê hatin girtin. Di salona sînemaya ku di dema pêşandana fîlma “Xezalan” de hatibû şewitandin, 370 kesan jiyana xwe ji dest dan û di heman salê de li Tehranê jî 25 salonên sînemayê bi heman awayî hatin şewitandin. Li welêt ji 524 salonên sînemayê 313 jê hatin girtin. Piştî damezrandina Komara Îslamî, fîlmên Amerîkayê li vî welatî hatin qedexekirin; dewletê sînema bi awayekî fermî desteser kir û gelek kesên bi sînemayê re mijûl bûn hatin darizandin. 

Bîranîn hatin tunekirin

Piştî guhertina rejîmê, hafizeya sînemayê li welat hema hema şewitî, sansûr û zext heta radeyekê zêde bû. Di dema derbasbûna rejîma Şah bo rejîma mele de, tevî hemû zilm û zordariyan, dîsa jî dev ji hilberîna sînemagerên Îranî berneda; 1300 fîlm hatine kişandin. Piştî sala 1979’an em di qada sînemayê de dibin şahidê pêvajo û rawestanên cuda yên pevçûnan.

Fîlmên ku derhêneriya wan jin dikin

Me got Şehla Riyahî rawestgeha me ya yekem di sînemaya Îranê de ye û niha jî emê hewl bidin ku li sînemaya welatê ku xwedî hejmara herî zêde sînemagerên jin di nav welatên Rojhilata Navîn û belkî jî welatên cîhanê de, bigihêjin hebûna jinan. Navên Fûrug Ferrohzad, Pouran Derakhşandeh, Rahşan Beni İtimad, Prenseh Milani, Niki Kerimi, Semira û Hana Mexmalbaf di nav wan de yên pêşîn in. Di sînemaya Îranê de em şahid in ku jin li ser kursiyê derhêneriyê cih digirin û civak li ser pirsgirêkên jinan radiweste.

Helbestvan û derhêner Fûrug Ferruhzad ku bi fîlma xwe ya bi navê "Mala Reş" (Xaneya Siah ast) gelek xelat wergirtin, bi vê kurtefîlma 22 deqeyî îro jî nav û dengê xwe dide. Fîlm di sala 1962'an de bi dawî bûye, wekî "helbestî" tê binavkirin û balê dikişîne ser herêmek Tebrîzê ku nexweşên cuzzamê lê dijîn.

Pouran Derakhshandeh

Pouran Derakhshandeh a ji Kirmaşanê di sala 1951’ê de ji dayîk bûye. Di sala 1975’an de ji zanîngeha Televîzyon û Sînemayê li Tehranê mezûn bû û piştî demekê di televizyonê de xebitî, li Tarhanê ji bo kanalên televizyonê dest bi çêkirina belgefîlman kir. Pouran Derakhshandeh di sala 1986’an de bi fîlma "Rabate" yekem fîlma xwe ya dirêj çêkir. Fîlma wî ya dawî “Şşş! Keç Naqîrin!” beşdarî gelek festîvalên navneteweyî bû; xelatên Temaşevan û Fîlma Herî Baş li Festîvala Fîlman a Fecir, xelatên Herî Baştirîn Lîstikvanê Jinê û Fîlma Herî Baş li Festîvala Fîlmên Jinan ên Serbixwe û her wiha gelek xelat wergirtin.

Rahşan Benî Îtîmad

Rahşan Benî Îtimad di sala 1954’an de li Tehranê ji dayik bûye. Wê wek derhêner û senarîst kar kir; bi lîstikvaniyê re mijûl bû. Rahşan Benî Îtimad piştî xwendina şanoyê, piştî kutakirina zanîngehê dest bi karê derhêneriyê di berhemên belgeyî de li IRIB (Radio û Televizyona Komara Îslamî) kir. Li ser pirsgirêkên civakî û aborî yên Îranê belgefîlm çêkir, lê ji ber zextên demdirêj ên rejîmê dev ji televîzyonê berda û berê xwe da sînemayê. Di gelek fîlmên civakî de îmze kiriye, wek Derveyî xwe gihandinê (1987), Dovîz (1989), Nêrgiz (1991), Çarşefa Şîn (1994), Xatûna Ordîbeheşt (1997), Di bin çermê bajêr (2000), Gîlane ( 2004) û Çîrok (2014) îmze avêtiye. Di sala 1992’an de bi fîlma xwe ya bi navê "Nêrgis" di Festîvala Fîlman a Fecrê ya Navneteweyî de xelata Sîmurgê ya Krîstal wergirt.

Ferial Behzad

Ferial Behzad di sala 1955’an de ji dayîk bûye, li zanîngeha Bostonê xwendiye. Di sala 1990'î de bi fîlmê "Kakolî" nav û deng da. Di sala 1991ê de fîlmên "Darre-ye şaparaxa", di sala 1996’an de "Roozî ke Khastegar Amad" û di sala 2001’ê de jî fîlmên "Dalqurtên evîndar" derhênerî kiriye.

Tahmineh Milani

Di rastiyê de, ji bo Tahmineh Milani tenê 'sînemager’ bê gotin dê xelet be, ji ber ku ew aktîvîst, mîmar, lîstikvan û hilberînerek femînîst e. Tahmineh Milani ku di sala 1960'î de li Tebrîzê ji dayik bû, hewl da ku veguhertinên siyasî yên jinan di civaka Îranê de bîne ser ekranên mezin. Ji bilî fîlmên wî yên sala 1999’an "Do Zan" (Du Jin) û "Nîvê Veşartî" (Nimeh-ye Penhan), "Bach'che'hā-ye Talāgh-1989" a 2001 hat çêkirin, "Digeh che khabar?" 1992, “Kakadu”, “Nimeh-ye Penhan” 2001, “Vakonesh Panjom” 2003, Zan-e Ziadi, 2005, Atash Bass” 2006, “Tasvie Hesab”2007, “Superstar” , 2008, “Yeki Az Ma Do Nafar” 2011, “Mali Va Rah Haye Narafte Ash” 2018 jî îmzeya wî heye. Estimeh Milani, Tevî zextên ku li welatê xwe di sînemaya xwe de dibîne jî xebatên xwe didomîne û pirsgirêkên jinên Îranî bi peyamên civakî radigihîne ekranên mezin. Her wiha berhemên wî hêjayî gelek xelatên neteweyî û navneteweyî hatine dîtin.

Niki Kerimi

Di sala 1971’ê de li Tehranê ji dayîk bûye û di sala 1990’ê de bi fîlma "Vesvese" ku tê de lîstikvaniya xwe kiriye dest bi navûdengê kiriye û di sînemaya Îranê de cihê xwe girtiye. Wê heta îro di zêdetirî 50 fîlman de lîstiye. Di sala 2005’an de bi fîlma "One Night" li ser kursiya derhêneriyê rûnişt. Paşê jî wek derhêner di berhemên cuda de berhemanîna berhemên xwe berdewam kir. Di sala 2011’an de jî fîlma "Final Whistle" û di sala 2015’an de "Night Shift" kişand. Fîlmçêkera ku jinan dixe navenda xebatên xwe, bi piranî karakterên jin ên xurt ên li ser lingan radiweste nîşan dide. Nîkî Kerîmî yek ji derhênerên jin ên navdar ên Îranê, ji bilî lîstikvanî û derhêneriyê, mamostetiya sînemayê jî dike û xwendekaran jî perwerde dike.

Ida Panahandeh

Ida Panahandeh di sala 1979’an de ji dayîk bûye, ji sala 2005’an û vir ve bi çêkirina gelek kurtefîlm û belgefîlman xebatên xwe bi pêş xistiye û di sala 2015’an de yekem berhema xwe ya çîrokî "Nahid" kişandiye. Derhêner di Festîvala Fîlman a Cannesê de di beşa Un Certain Regard de beşdar bû û xelata Avenir wergirt. Di fîlma “Nahîd”ê de pirsgirêkên jinên hevberdane, astengiyên qanûnî yên dewletê li pêşiya jinan û têkoşîna wan a ji bo xwedîderketina zarokên xwe li ser ekrana mezin radixe ber çavan.

Marziya, Samira û Hana Mexmalbaf

Merziye Meşkînî Mexmalbaf li Mala Fîlman a Mexmalbafê derkete ser sînemayê. Di sala 2000'an de di fîlma "Roja ku ez dibim jin" de dest bi derhêneriyê kir. Derhêner balê dikişîne ser serpêhatiyên jinên ji dewr û temenên cuda yên Îranê. Fîlm jinên ji çînên cuda yên civakî nîşan dide û aliyê jinê yê jiyana li Îranê radixe ber çavan. Marziya Meşkînî ne tenê li Îranê li Efganistanê jî fîlm çêkiriye; Fîlma “Kûçikên Serbiçûk” (2004) mînaka vê yekê ye. Semîra Mexmalbaf ku ji heman malbatê ye, di 8 saliya xwe de bi lîstikvaniya di fîlmên derhêneriya malbata xwe de cih girt. Yekemîn fîlma xwe di 17 saliya xwe de bi fîlmê "Sêv" kişand. Derhênera ku bi yekemîn fîlma xwe beşdarî Festîvala Cannesê bû, bû derhênerê herî ciwan ê ku beşdarî Cannesê bû û fîlma wî li 30 welatan derket pêşberî temaşevanan. Samira Mexmalbaf, di sala 1999’an de fîlma xwe ya duyemîn “The Black Board” kişand û di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Fîlma xwe ya sêyemîn bi navê Hespê Du Leng bi bavê xwe re li Afganistanê kişand. Fîlm yek ji yekemîn fîlmên xeyalî bû ku li Afganîstana piştî Talîbanê hat kişandin. Bi vî fîlmî cara duyemîn di Festîvala Fîlman a Cannesê de Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Fîlm li ser çi hat serê xortekî din ku karê hilgirtina zarokekî bê ling li ser pişta xwe qebûl kir.

Hana Mexmalbaf di sala 1988'an de çavên xwe li malbateke sînemager vedike û zarokatiya xwe li ser sehneyên sînemayê derbas dike. Li Mala Fîlman a Mexmalbafê sînema xwendiye. Wê di gelek fîlmên xwişka wê ya mezin Samira de alîkariya wê kiriye. Fîlma wê ya yekem "Şerm" e, ku di sala 2007 de li Afganistanê hate kişandin. Fîlma “Rojên Kesk” ku bûyerên hilbijartinên serokomariya Îranê yên sala 2009’an bi çavê jin û ciwanan vedibêje, li welêt hat qedexekirin. Malbat piştî vê pêvajoyê neçar ma ji Îranê derkeve.

Jin tevî zextan jî hilberîna xwe didomînin

Li Îranê piştî sala 1979’an rejîma melayan sînema û hunera şanoyê bi taybetî ji bo jinan “bêexlaqî” dît û her tim hewl da jinan dûr bixe. Astengiyên li pêşiya wergirtina lîsansa ji bo jinan nekişandina fîlman û qedexekirina fîlmên ku jin tê de cih digirin, belkî ji qedexeyên herî eşkere û berçav bûn. Dibe ku gelek dîmenên fîlmên sosyalîst ên derhênerên jin ên ku werin jimartin ji fîlman hatine qutkirin. Ji aliyê din ve jinên sînemakar ên Îranî, pirsgirêkên civakî, geşedanên siyasî yên li welatên xwe, pirsgirêkên jinan, bandora şer li ser ekranên mezin, hilberandin û ragihandina kêşeyên rêxistinî di sînemayê de didomînin.

Dê bidome...