Tevî zagonan jî li Misirê sinet hê jî zêde ye

Tevî zextên zagonî û şîdeta li ser sinetkirinê jî zarokên keç li Misirê hê jî rastî zexta sinetê tên.

NERMİN TARIK
Misir – 20’ê çileye li Meclisa Wezareta Misirê hin bendên zagona ceza ya bi hejmara 58’an ku di sala 1937’an de li dijî kesên ku sûcê sinetê dikin hatibû derxistin, zêde kir. 
Di guhertina zagona 58’an a xala 242’an de hatiye destnîşankirin ku "Her kesê bi karên sinetkirina jinan re têkildar be, bibe sedema jêkirina lebatên wê, guheztin û seqetkirinê dê 5 salan cezayê zindanê lê were birîn. Ger kiryarên wan hîn dijwartir bin 7 sal ceza tê birîn lê heke kiryar bibe sedema mirina keçekê, bi 10 salan dê were cezakirin."
Tê ragihandin ku tevî  dubarekirina kampanyaya hişyarkirina ji xetera sunetê jî di nava civakê de, hîn jî li gundewarên bajarê Misrê ev yek zêde ye. Bi taybetî di nav civaka Al-Siîdî de ku li gorî wan ev yek ji bo terbiyekirin û parastina jinan û şerefa wan e. Li ser vê mijarê hin jinan serpêhatiyên di dema sunetkirina xwe de ji ajansa me re dan diyarkirin.
“Ji min re gotin dê bijîşk bê derziya vîtamînlê li te bixe”
Amenî Îsmeîl a 34 salî ku li taxa Al-Heram a Al-Cîzeyê dijî dibêje; "Piştî bidawîkirina ezmûna min a pola çaremîn, ji min re gotin wê bijîşk were derziya vîtamînê ji bo por û neynûkên te xweşik bibin li te bide lê mixabin ew derziya anesteziyê bû. Ew kêliya bi tirs ji bîra min naçe hemî textê min bû xwîn. Min havînê hemû di nav nivînan de borand. Dema ku sedema emeliyatê pirsî, gotin ji bo zewaca te hêsantir bibe, ji wê demê ve ji bijîşkan nefret dikim..."
“Ji şîreta wan ditirsim” 
Fatime Muhsên a 31 salî ji Qahîreyê ye û ji malbatek xwendevan e. Bavê wê bijîşka jinan e û dayika wê jî bijîşka zarokan e. Fatime dibêje; "Dema ez mezin bûm û min rastiya sunetê zanî, min baweriya xwe bi dê û bavê xwe yên bijîşk winda kir. Heya  niha jî ji şîretên wan ditirsim, her tim xeyal dikim ku bavê min wê min îşkence bike wekî sinetê, ya din jî nizanim çima wê perçeyek ji laşê min bibirin."  
“Bi nexwaşiya El-Anîmiyayê ketim”
Êş û eziyeta Deliya Mahêr a 32 salî ji Al-Cîzayê pir dijwar e. Piştî emeliyatê gelek xwîn jê diçe û bi nexweşiya Al-Anîmiyayê dikeve porê wê diweşe û derdora çavên wê reş dibin Mahêr dibêje; "Ez bi destên bijîşkê Yekitiya Tendirustiyê hatim emeliyatkirin. Destpêkê min qebûl nekir lê bi zexta meta min û bavê min ku gotin "tu dixwazî me rezîl bikî" ji ber ku biçûk bûm ez mecbûr kirim. 
“Mirin ji rezîltiyê bi rûmettir e”
Heneî Sibhî ya 30 salî ji bajarê Asyut, qala sineta xwe kir û got; "Ez ji gundekî ku keçek bi sinetê miriye me. Min ji dayika xwe re behsa sedema mirina wê kir got mirin ji rezîltiyê bi rûmettir e, li Saîdê dema jin ne sinetkirî be cihê gumanê ye. Heya niha jî dema peyva sinetê tê gotin ez ji malbat û gundan ku nêrîna jinan qebûl nakin nefret dikim."
Bandorên sinetê
Li gorî nirxandina bijîşk û perwerdekara nexweşiyên jinan a li Zanîngeha El-Iskenderon, Nêrmîn Hefîle dibêje; "Bîranînên bi êş û zehmetiya sinetê bandorek li ser têkiliya zayandî ya di navbera jin û mêr de derdixe ku ji tirs û êşa kişandiye nahêle zava nêzî wê bibe û pê re ev tirs dimîne. Jinek nêzî du salan nehişt hevjînê wê nêzî wê bibe". 
"Vajînîsmus jî êş e hewcedarî bi dermankirinê heye, ev jî derzî derman e, ji tirs û heyecana keçikê re vajîna biçûk û teng dibe, herî zêde kesên ku bi awayê dewleta Sudanê hatine sinetkirin, li axa Tobe zêde ye, ew jî zehmetî û êşê di têkiliya zayandî de  dibînin û çareyek dixwazin."  
li ser rewşa kesên ku têne gel, Dr Nêrmîn Muhemed wiha dibêje: "Çendî kampanyaya hişyarkirinê li ser xeterên sinetê hebin jî  hîn dayik tên daxwaza sineta keçikên xwe dikin lê tênagihîjin û bawer nakin ku di vê bûyerê de zirarê li ser lebatên keçikan çêdikin ez jî bi sedema ku hîn biçûk in wan ji serê xwe der dikim." 
Xwînavêtin û xemsariya zayendî
Şêwermenda jinan û endama Komeleya Misrê ya Geşedana Zanistî bijişkî Dr. henan Mehemed Şelebî diyar dike ku "Xwînavêtina ji ber sinetekirinê dibe sedema mirinê zêdetir jî ji ber sineta Sudanê. " 
Jinên zewicî yên tên sinetkirin, di têkiliya zayendî de kêfxweş û aciz dibe. 
Li ser qedexe û rakirina diyardeya sinetê Henen Muhemed Şelebî dibêje; "Heya ku ev diyardeya hanê bê rakirin divêtî bi rêbazên nerm heye. Dema dayik ji bo sineta keçikên biçûk tên serlêdan dikin, em wan di warê zanîn û keşifkirinê de hişyar dikin." 
 Bandora pîskolojîk
Li ser bandorên ku li ser keçikan çêdibe û nexweşiyên pîskolojîk, Şêwirmenda bijîşk Dr. Maykil Mehêe wiha dibêje; "Ev yek bandoreke psîkolojîk li ser derûniya keçikan çêdike. Dema ku sedema zehmetiyên ku dikşînin dixwînin bertekek dijminatî li hemberî malbata xwe nîşan didin û baweriya xwe bi wan winda dikin." 
Dr Maykil lê zêde kir û domand: "Jin nikare bikeve têkiliya zayendî, ev jî dibe sedema hevberdanê."
Dr Maykil Mahêr der barê  xilasiya ji vê diyardeyê de dibêje;" Tevî guhertina çandî, ruxmî hejmara mirina keçikan, hîn jî li Siûdê û Al-Nobe ev diyarde lê pêş e ji ber ku wekî kevneşopiyek civakî dinirxînin. Dayikên ku keçên xwe sinet dikin, ew jî di biçûkaniya xwe de hatine sinetkirin lê dayikên ku li hemberî vê bertekên dijber nîşan didin jî hene. Ji ber wê yekê ew rastî rexneyên civakî tên her wiha hin bijîşk bi van kevneşopiyan ve girêdayî ne karê sinetê dikin.