24 sal in bi dengê zerîleyê şiyar dibe
Gulistan Îbrahîm a ku li mala xwe çûka zerîle û pisîkan xwedî dike dibêje ku parastina lawirên bê ziman erka xwe dibîne û zarokên xwe jî bi hezkirina xwezayê ya ku mirov, xweza û lawir weke xeleka ku ji hev nayê veqetandin bi nav dike, mezin kiriye.

SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Jîngeha ku mirov di nav de dijî jin erka xwe dibînin ku wê biparêzin û xwedî lê derkevin. Gulistan Îbrahîm a ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye, nêzî 24 sal in li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê dijî. Gulistan dayika 7 keç û lawan e, tevî zarok û hevjînê xwe bû şahida êrîşên herî hov ên dagirkeriya Tirk ku bajarê wan hedef girt lê bi gotina ku her çi bibe em ê li ser axa xwe bijîn an jî birûmet bimrin man û berxwedana wan biser dikeve.
Ne tenê Gulistan û zarokên xwe pisîk û zerîleyê ku xwedî dikirin di vê berxwedanê de cih girtin. Dema ku dengê zerîleyê û awaza wê qut dibû Gulistan pir xemgîn dibû ji ber ku topbarana rû dida pir dijwar bû.
Gulistan ji ajansa me re behsa hezkirina xwe ya xwedîkirina cureya çûka zerîleyê dike.
‘Pîroz in û girêdana bi wan re bêdawî ye’
Gulistan Îbrahîm got ku ji bo wan lawir pîroz in û bi wan ve girêdaneke bêdawî heye û wiha berdewam kir: “Bi qasî ku em dikarin wan diparêzin, ji ber bê ziman in û nikarin bi awayekî baş li hemberî her cure êrîşê xwe biparêzin û êşên xwe bilêv bikin. Bi qasî ku em dikarin em rê nadin ne zarok û ne jî derdor ziyanê bidin çûkan û cureyên din ên lawiran ên hundir mal û kolanê jî. Mînak em niha çûka zerîle xwedî dikin û pêwistiyên wê tînin cih, ji xwarin û vexwarinê heta razanê.”
24 sal in bi awazên zerîleyê dest bi roja xwe dikin
Gulistan Îbrahîm a ku 24 sal in zewiciye dibêje ku ji sala yekem a zewaca wan ve heta roja îro çûka zerîle xwedî dike û wiha sedema wê anî ziman: “Sedema xwedîkirina vî cureyê ew e ku deng û rengê wê ji guh û çavan re gelek xweş e, ji ber rengê wan ji rengê xwezayê ye. Dengê wê me gelek kêfxweş dike. Bi taybetî gava sibehê ji xew xwe şiyar dibe, em hez dikin tenê li awazên wê guhdarî bikin û ji dil û kûr ve wî hestê kêfxweşiyê hîs bikin. Em bi awazên zerîleya ku 24 sal in em xwedî dikin, dest bi roja xwe dikin.”
Ji dijwariya topbaranê zerîle tirsiya nexweş ket û mir
Gulistan Îbrahîm sûdên xwedîkirina zerîleyê li nava malê li ser derûniya mirov û bandorên êrîşan li ser wan wiha vedibêje: “Xwedîkirina vê çûkê di malê de erk û berpirsiyariyên mirov zêdetir dike, dihêle ku ez baldartir bim û wexta xwe dîqet bikim. Çi çaxa ku nexweş dikevin em wan tedawî dikin. Gava êrîşên hewayî û bejahî jî çêdibin, em wan berî zarokên xwe derdixin cihên bi ewle. Du zerîleyên me hebûn, yek ji ber dengê topên dagirkeriya Tirk gelek ditirsiya, nexweş ket û piştre jî mir. Gava dengê topbaranê dijwar û nêzî malê dihat, gelek ditirsiyan û bêdeng diman. Rast e wekî me nikarin bi ziman tirsa xwe vebêjin lê bêdengiya wan her tiştî vedigot. Zerîleyên me jî bi me re digeriyan, em bi ku ve biçûna hevriyên me bûn. Ji lewre yek ji sûdên xwedîkirina wê, ew e ku tenêtiyê kêm dike.”
Pêşxistina çanda parastina jîngehê û hezkirina derdorê bi kevir xweza û lawirên wê ve
Gulistan Îbrahîm çanda parastina lawiran û hezkirina wan ji xwe derbasî zarokên xwe jî dike û wiha girîngiya vê yekê bilêv dike: “Danûstandina me bi lawiran û parastina wan me fêrî zarokên xwe jî kir. Zarokên me ji wan hez dikin û zirarê nadin wan. Xwarinê didin lawirên birçî û yên birîndar jî derman dikin. Zarokên me kûçikên li derveyî malê jî xwedî dikin. Ev hezkirin girêdana bi xwezayê re qewîntir dike, ji ber mirov û lawir bi hev re xwezayê temam dikin. Ji lewre xizmeta her çûkek an jî lawirên bê zar û ziman, wijdanê mirov rehet dike. Di wextekî de ku ezezêtî bi pêş ketiye divê bi qasî ku meriv ji xwe hez dike ji derdora xwe, ji jîngehê bi dar û kevirên wê jî hez bike. Rast e bê ziman in lê bi giyanê xwe zindî ne.”
Avakirina têkiliyên di navbera mirov û lawiran de
Gulistan Îbrahîm bang li dayik û bavan kir ku erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo nêzikatiyên zarokên wan têkildarî jîngehê baldar bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwist e dayik û bav zarokên xwe hişyar bikin ger li lawiran xwedî dernekevin divê ku bi kevir tîr û cureyên din ên çekan êrîşê wan nekin. Zarokên xwe fêrî hezkirinê ne zirardayînê bikin. Mînak berî çend rojan kûçikekî ji lingê xwe birîndar bû hat ber mala me, kurê min bi lez alavên dermankirinê bir, beriya ku dest bi dermankirina birînê bike destê xwe di ser serê wî re bir û anî, heta ku kûçik da fêmkirin armanca nêzîkbûnê dermankirin e. Kûçikê ku derman kiribû baş bû, êdî ji ber deriyê malê jî naçe. Avakirina têkiliyên di navbera lawir û zarokan de pir girîng e, ji ber ku mirov û lawir zindiyên di vê gerdûna mezin de ne, em hemû jî weke xelekê ne. Em hev nekujin, bi hev re bibin alîkar da ku bijîn û bidin jiyandin.”