Jinên cotkar bi projeyên çandiniyê hêviyê ava dikin
Serpêhatiya Leyla ya ku bi hewldanê derbas bûye û şahidiyên Hayra û Neclayê, rewşa jinên li Tûnisê di karên çandiniyê de dixebitin tîne ber çavên mirov.

ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Li Tûnisê bi pêşengiya jinan di warê çandiniyê de guherîn û pêşketin çêdibin. Di bazara çandiyê ya ku ji 100 hezarî zêdetir jin dixebitin de, bi daneyan tesbît bûye ku projeyên çandiniyê ji sedî 20 zêdetir ên jinan in.
Leyla Bint Mehrez, ji eyaleta Qesrînê ye, cotkareke mînak e. Wê hezkirina xwe ya ji bo cotkariyê veguherandiye projeyek bi hêvî lê gelek jinên cotkar di bin mercên zor ên jiyanê de ji bo jiyanê têdikoşin.
Guherîneke biçûk bû destpêka rêwîtiyeke kêfxweş
Li dibistana Hanşir Qas a herêma Buzgam a Qesrînê Leyla Bint Mehrez dest bi rêwîtiyeke ku qet hesab nekiribû kir, bi pey xeyalên xwe ket, axa ku ji bavê wê mîras mabû, bi zanîn bi kar anî, veguherand projeyeke çandiniyê.
Leyla wiha behsa destpêka karê xwe dike: “Rêwîtiya min bi hobiyek dest pê kir. Ez tu car nefikirîbûm, karê çandiniyê weke pîşe bikim lê piştî tevlî perwerdeyek li ser teknîkên avdanê bûm, min dest bi karê xwe kir. Min bi çavkaniya avê dest pê kir, dûre şeş meh, min li ser darên fêkiyan, ajalên mezin û mirîşk û hwd. perwerde dît. Bi vîdyo û xebatên qadê ez zêdetir serwext bûm. Bavê min cotkar bû lê çandinî êdî weke berê nîn e, her tişt pir guherî.”
Li axa ku tenê çend darên zeytûnan hebûn, Leylayê çavkaniyên avê çêkir, darên zeytûn, behîv û fistiqên Dîlokê çandin, pergala avdaniya nûjen ava kir. Vê gava ku wisa hêsan xuya dikir, bû destpêkek zor lê bi kêfxweşî.
Li dijî zoriyan têkoşîna mezin
Leyla li ser zoriyên ku di karê xwe de dîtine wiha dibêje: “Karê çandiniyê gelek zor e. Astengiya herî mezin av bû, min sê bîr kolan, du jê nebûn lê di yekê de av derket. Maliyeta kolandina bîran pir zêde bû lê ez mecbûr bûm.
Her wiha astengiyên burokratîk, zoriyên fînansî, zehmetiya kişandina krediye û faktorên xwezayî yên weke barîna teyrikê, zirarek mezin didin demsala çandiniyê lê min xwe spart hêvî û berxwedanê. Min ji Ajansa Teşwîqa Razemeniyên Çandiniyê piştgirî dît. Piştî perwerdeya bê pere ya şeş mehan, razemenî û krediya erazî, me rehberiya der barê pêvajoyên îdarî de dît.
Sedema ku jinên Tûnisê karên çandiniyê hildibjêrin çi ye?
Leyla diyar dike ku ew ji jinên bi karên çandiniyê re dikevin nava hewldanan matmayî namîne û wiha dibêje: “Jin dixwazin li mala xwe yan jî di nava zeviyên xwe de bixebitin, ji xebata serbixwe û azad hez dikin. Her wiha ji mêran bi pergaltir in, ev yek jî mercên girtina fînansê ji bo wan guncaw dike.
Li gorî Leyla ji ber ku jin ji perwerde û teknolojiyê re vekirî ne, dikarin di warê çandiniyê de Tûnisê bi pêş bixin û bawer dike ku her xebata bi hezkirin were kirin, bazara wê çêdibe. Ji ber ku makîneyên modern ji bo kar dibin alîkar, ji bo jinan derfetên bi mezintir çêdibin. Leyla wiha didomîne: “Îro makîneyên ku çandiniya kartol û sîr dikin hene, tenê 3-4 kes dikarin karê bi dehan kesan bikin. Ev yek jî ji bo dem û kedê baş dibe.”
Aliyê din: Êşên ku nayên dîtin
Jinên weke Leyla her çendî îstîsna nebin jî gelek jinên cotkar bi qasî wê bi şans nîn in.
Hayra Bin Mansur, diyar dike ku ew di mercên giran de, gelek caran bi rewşên biçûkxistinê re rûbirû dimîne û dixebite û wiha dibêje: “Dema ku jin nebin xwedî proje, her tişt zortir dibe. Wesayîd tune ye, heqdest kêm e, em bi saetan dixebitin, muameleya xirab dibînin. Jin tenê dema ku li ser axa xwe serbixwe bixebite, bi azadî biryar bide dikare serkeftî be. Xeyala Hayrayê ew e ku projeyek çandina kaktüs û zeytûnan hebe, biryaran ew bi xwe bide.
Necla Rabî, heft sal in cotkariyê dike. Sibehê saet di 5’an de dest pê dike, heta saet duduyê nîvroyê bênavber dixebite. Carna ava qirêj vedixwe lewre av tune ye. Xwediyê erd nahêle bêhna xwe vedin, bi saetan di bin tavê de dixebite. Necla Rebî dibêje: “Ez ji neçarî dixebitim. Heta ku merc neguherin, ez ji tu jinê re pêşniyar nakim di çandiniyê de bixebitin.”
Ji bo hêviyê zêdetir piştgirî divê
Van dîmenên kesan ên cuda nîşan didin ku jinên cotkar ne tenê bi fînans û perwerdeyê, di heman deme de divê bibin xwedî mafên civakî, mercên baş ên xebatê û ji bo jiyana ku layiqê rûmeta mirov e, piştgiriyê bibînin. Jiyana ku jinên bi çandiniyê re mijûl dibin heq dikin divê wiha be.