Jinên koçber ên Sûdanî yên li Lîbyayê dijîn: Bê nasname û bêewle

Hin ji wan zarokên xwe li çolê anîn dinyayê, hin jî di dema rêwîtiyê de malbatên xwe winda kirin. Jinên Sûdanî yên li Lîbyayê bê nasname û bê statu ne, bi tenê ne. Jin dibêjin, "Em tenê hewl didin bijîn û li benda ne ku rojekî vegerin welatê xwe."

MONA TOUKA

Lîbya -  Bi boneya Roja Penaberan a Cîhanê, îro bal li ser binpêkirinên mafên mirovan û şert û mercên xirab ên ku bi mîlyonan kesên bi darê zorê koçber bûne tê kişandin. Li Lîbyayê, di rewşek dijwar de ku şer û koçberî bi hev ve girêdayî ne, jinên koçber ên ji Sûdanê têdikoşin ku bijîn, tenê mafên xwe yên bingehîn û daxwaza bihîstina dengê xwe dikin.

Her çiqas rastiya şer ferqê di navbera jin û mêran de neke jî, bandora wê li ser jinan her tim mezintir e. Ji ber ku nirxa jinan tenê di nav sînorên malê de tê dîtin, di civakên baviksalar de, penaberbûn vediguhere ceribandinek êşdar a nasname û rûmetê.

Li Lîbyayê, jinên Sûdanî yên bêwar li ber bêxwedîtiyê, li qeraxên bajar û kampan dijîn, dilê wan tijî hesreta welatê xwe ye.

'Penaberbûnê ez guherandim'

Çîroka Takva Ishak, penaberekî Sûdanî ku li bajarê Sebha dijî, eşkere dike ku penaberbûn ne tenê derbaskirina sînor e, lê di heman demê de veguherînek navxweyî jî ye.

Takva Ishak dibêje, "Penaberîbûnê min guherand lê di heman demê de baweriya min jî zêde kir" û rêwîtiya xwe ya dijwar ber bi nenasê ve kurteber dike: "Min berê tenê di nûçeyan de behsa penabertiyê dikir, lê min qet nedifikirî ku ez ê rojekê vê yekê biceribînim. Neçar mayî ku ewlehiya xwe biterikînî, avêtina nav cîhanek ku tu nas nakî... ne hêsan e. Lê vê ezmûnê hêzek veşartî da min; Min fêr bû ku xwe biguncînim, berxwedêrtir bim û baweriya xwe winda nekim."

Takva Ishak ku li Sûdanê wekî mamosteyek serbixwe xebitî ye, xwedî dahatiyek sabît û jiyaneke aram bûye, neçar maye ku her tiştî ji nû ve dest pê bike. Takva Ishak serpêhatiyên xwe wiha vedibêje: "Her tişt serûbin bû. Ez xweser bûm, dixebitîm û debara xwe dikir. Niha ez li destpêkek nû, karekî, aramiyê digerim. Ez dixwazim roj derbas bibin, her çend hêdî be jî."

'Em ê rojekê vegerin welatê xwe'

Takva Ishak diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî, wê di hevgirtinê de roniyek hêviyê dît û got, "Birayên me yên Lîbyayî me bi tenê nehiştin, ew di gavên me yên pêşîn de bi me re bûn û me hin aramî bi dest xist. Dengê jinên penaber ên li Lîbyayê pir qels e ji ber ku me cîhek tune ku em xwe îfade bikin. Hîn jî li Sebhayê ofîseke me ya civakî tune. Ger çarçoveyek me ya fermî hebûya, me dikarîbû hewcedariyên xwe bi eşkereyî îfade bikin."

Takva Ishak destnîşan dike ku daxwazên wan ên herî hêsan hîn jî dûr in û dibêje: "Tekane tiştê ku em dixwazin mafên herî kêm in. Ji bo ku em bikaribin di bazara kar de cih bigirin, pêdivî bi belgeyên me hene ku nasnameya xwe îspat bikin. Ez mamoste me û gelek jinên din ên mîna min jî. Em xêrxwaziyê naxwazin, em derfeta ku mafê me ye dixwazin, em dixwazin bi rûmet bidin û bistînin."

Takva Ishak wiha berdewam dike: "Eger bi min ve girêdayî ba, min ê ji bo her jineke penaber jiyaneke bi rûmet, bê xizanî peyda bikira. Ez bang li hemû jinên penaber dikim: Sebir bikin û xwe biguherînin. Rojekê em ê vegerin welatê xwe. Li vir jî xwişk-birayên me hene."

'Dema ku em çolê derbas bûm tirsiyam ku keçên min bikevin'

Jineke din a Sûdanî, Ayşe Zekeriya jî li Lîbyayê wek penaber dijî. Ayşe Zekeriya diyar kir ku penaberbûn ne hêsan e û got, "Ez neçar mam ku zarokên xwe li Sûdanê bihêlim. Ez nizanim ew baş in an na. Me bi wesayîtên qerebalix çol derbas kir. Me Remezanê di rê de derbas kir û du roj berî betlaneyê gihîştin Lîbyayê."

Eyşe Zekeriya hûrgiliyên rêwîtiya xwe wiha vedibêje: "Di tevahiya rêwîtiyê de ez pir ditirsiyam, nemaze ji bo keçên xwe. Min her tim li wan temaşe dikir, ji tirsan dilerizîm. Gelo eger ew di kêliyekê de bikevin? Lê me sebir kir û tehemûl kir. Me bîst rojan di şert û mercên pir dijwar de jiyan kir û em her roj rastî pirsgirêkek nû dihatin. Di dawiyê de min karî xaniyek kirê bikim, lê dilê min hîn jî li wir e, li welatê min. Tenê daxwaza min ew e ku Sûdan dîsa aramiyê bibîne. Wê demê ez jî dê vegerim."

'Min li ser sînor zarok anî... Ne betanî, ne stargeh, tenê tirs û pitikek'

Rukeyye Muhammed dayikeke ciwan e ku temenê wê di nîvê 20 saliya xwe de ye. Wê di dema şerê li Sûdanê de hevjînê xwe winda kiriye. Rukeyye Muhammed dibêje ku ew ducanî derketiye û zaroka xwe di pişta kamyonekê de aniye dinyayê.

Rukeyye Muhammed gotinên xwe wiha didomîne: "Min zaroka xwe di tariya şevê de, di kamyoneke tijî xerîban de anî dinyayê. Serma laşê min dixwar. Roja din li ser qûmê min şîr da wî, bê betanî, bê stargeh, an jî bê destmalekê ku wî pê bipêçim."

Rukeyye Muhammed, tekez kir ku ew bi girtina pitika xwe li ser singa xwe û xwe spartina dayika xwe ya nexweş ketiye Lîbyayê û got, "Dema ku me belgeyên xwe winda kirin, ez gelek giriyam. Ger nasnameyek we tune be, hûn ji her tiştî ditirsin, ji rê, ji lêdana derî, sibê."

Îro, Rukeyye li odeyeke biçûk li taxeke mutewazî li Sebha dijî û têkoşîneke bêdeng dide. Rukeyye dibêje: “Ez ji bo peydakirina xwarina pitikan û dermanan têdikoşim. Tekane tiştê ku ez dixwazim belgeyek e ku îspat bike ku ez mirov im. Derfetek ji bo jiyaneke bi rûmet. Tenê ewqas e."