Civatên jinan çanda gundewarî û hevgirtina civakî diparêzin

Li Zirgana nêzî 6 sal in bi êrîşên dagirkeriya Tirk re rû bi rû maye, jin li tax û kolanan li hev dicivin û rewşa dawî nîqaş dikin. Her wiha di civatên xwe de çareseriyan ji pirsgirêkên malbatê re dibînin.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Di wexteke ku teknolojî bi pêş ketiye û bûye sedem her kes bi telefonên destan re mijûl bibe, civakbûyîn kêm dibe û bi navê ‘nûjeniyê’ dikeve xeterê. Li Zirganê, li wî bajarê ku yek ji biçûktirîn bajarên Kantona Cizîrê ye, bi rûniştinên jinan dilê bajar ji nû ve davêje û rûgeşiyê dide tax û kolanên wê. Di wexteke ku êrîş hebûn de, civatên jinan li kolanan kêm dibûn, bajar bê ruh û melûl bû. Tenê bermahiyên êrîşan xwe didan pêş, lê niha di nava bermahiyên şer de rûyê bedew xwe didin der. Di vê dema niha de jî di saetên piştî rozêrînê de, jin li ber deriyên malên xwe civatan digerînin.

Di her civatê de pîrejinek heye!

Ya bala me kişand jî ew bû ku di her civateke jinan de pîrejinek heye. Pîrejin serkêşiya nîqaşê dike û jinên din jî beşdarî nîqaşên wê dibin. Pîrejin di van civatan de tecrubeyên xwe yên jiyanê, têkoşîn û berxwedaniya li hemberî hişmendiya mêr, civaka baviksalar û hemû zoriyên jiyanê ji aborî heta jiyanî, parve dikin. Bêguman bi parvekirina tecrubeyan ji nifşên îro re jî re rexneyên dapîran derdikevin pêş. Civatên wan ji rexneyên dapîran û zelalkirina sedemên wê yên îroyîn û sozên berçavgirtina wê, kêm nabe. Tevî çend salên ji êrîşan, dengê topbaran û gera balafirên şer û SIHA-IHA’yan jî, ken ji civatan kêm nabe. Kenê bêrîkirinê ye, bi kenê xwe jin hev hembêz dikin û bihêz dikin.

Her çiqas heta niha jin ji çavikên kamereyan şerm dikin û di tirsa ku dîmen û wêneyên wan li ser malper û tv belav bibe û ji aliyê hişmendiya mêr ve rastî rexneyan û şikestinê were jî, di dema girtina dîmenan de hinek jinan xwe veşartin û beşa mezin jî man, civata xwe berdewam kirin.

Pira rabirdû ya bi îroyîn û pêşerojê ve bihêz dike

Rûyê din ê civatan jî, sekna li hemberî êrîşên ku jihevxistina hevgirtina civakî û hevgirtina jinan armanc dike ye. Çanda civata ji gundan destpê kir, li vir tê parastin. Rûyê wê yê berxwedaniyê heye, rûyê din jî parastina ruhê hîskirina jinan a bi hev re ye. Civatên jinan ên îro pira di navbera rabirdûyê hevgirtina civakî û pêşeroja geşkirin û bihêzkirina ruhê hevgirtina jinan e ku dê bibe hêza çareseriyê. Kolan jinan tînin cem hev, bi hev dide naskirin û civata demijmêr dibe sedema çareseriya gelek pirsgirêkan. Civatên jinan çanda gundewariyê diparêzin.

Sûriya Ezîz yek ji jinên ku li Zirganê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk ku ji 9’ê Cotmeha 2019’an li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kiriye û heta sînorên bajarê Zirganê hat, koçber bûbû, careke din vegeriya hembêza bajar, ji ajansa me re behsa girîngiya civatên jinan li bajar kir.

Civat goşeya nîqaşkirina geşedanên siyasî û civakî ye

Sûriya Ezîz got ku êdî jin vedigerin bajar û wekî berê li hev kom dibin û wiha berdewam kir: “Ez niha gelekî bi hêvî me ku êdî malbatên koçber bûbûn, vedigerin bajar. Li gorî pêvajoyê nîqaşên jinan di civatan de jî diguherin, niha em êdî rewşa heyî êrîş û pêşketinên li Sûriyeyê nîqaş dikin, ne weke berê ye. Em di warê ewlekariya bajarê xwe de jî baldar in. Em di nava pêşketinan de rewşa Sûriyeyê nîqaş dikin, em gelekî bi hêvî ne. Li aliyekî din jî em di civatan de sûdê ji serpêhatiyên pîran jî digrin. Her wiha civatên me goşeyeke bi ewle ye ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan ên ku di malê de dijîn û li gorî wê çareserî jê re tên dîtin. Pirsgirêkên ku mêr çêdikin di civatên jinan de riyên çareseriyê jê re tên dîtin.”

Bandora bikaranîna telefonan û jiyana di avahiyan de

Sûriya Ezîz bikaranîna zêde ya telefonê weke dizîna wexta jinan û ketina cîhaneke bê ruh pênase kir û zirarên ku pê re rû didin wiha bilêv kir: “Ez her dem zarok û kesên di malê de ji ber bikaranîna telefonê di wextên ku em tên cem hev de, hişyar dikim. Gava ku kombûyîn çêbibe divê telefon neyê bikaranîn. Bila em wexta xwe vala derbas nekin, wextê qezenc bikin û di mijarên ku sûdê li me û civaka me dikin de nîqaş bikin. Pir girîng e ku em wextê bidin xwe û malbata xwe, telefon civakbûyînê qut dike. Ev sedemeke ku em weke berê civatan li kolanan nabînin. Ji lewre telefon wext û temen didize, bêyî ku em haydar bin.”

‘Civatên jinan min kêfxweş dikin’

Sûriya bal kişand ser jiyana di avahiyên mezin de û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jiyana jinan di avahiyên mezin de wiha xeteriya jiyana bi tenê zêde dike, têkiliyên civakî kêm dibe û qutbûyînê çêdike, kes kesê nabîne û li cem hev kom nabe. Avahiyên mezin têkiliyên civakî qut dikin ger meriv ji vê xeterê ne haydar be û li hemberî wê tevgerandinek di dema xwe de çênebe. Ji lewra civatên jinan min kêfxweş dikin, hêviyê didin min û rûyê bajar geştir dikin.”