"Sedemê xweşewitandina jinan tundiya nava malê ye"

Derunas Neşmîl Resul girêdayî sedemên xweşewitandina jinan a li Herêma Başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe û rêyên çareseriyê got: “Gelek jin piştî xweşewitandinê tên li gel min seyansên qotrola derûnî werdigirin. Dema bi wan re sohbet dikim dibêjin: ‘ger em bizanîn rêyek din a çareseriya pirsgirêkan heye me rêya xweşewitandinê ne di hilbijart.’ Di vê derê de bêçaretiya ku diçe heta biriyara xweşewitandinê dibînim û li ser mijara çareseriyê min dide fikirandin.”

Derunas Neşmîl Resul girêdayî sedemên xweşewitandina jinan a li Herêma Başûrê Kurdistanê her diçe zêde dibe û rêyên çareseriyê got: “Gelek jin piştî xweşewitandinê tên li gel min seyansên qotrola derûnî werdigirin. Dema bi wan re sohbet dikim dibêjin: 'ger em bizanîn rêyek din a çareseriya pirsgirêkan heye me rêya xweşewitandinê ne di hilbijart.' Di vê derê de bêçaretiya ku diçe heta biriyara xweşewitandinê dibînim û li ser mijara çareseriyê min dide fikirandin.”
LAVE KURDE
Silêmanî - Li Herêma Başûrê Kurdistanê tundiya malbatê ya bi destê bav, bira, hevjîn û kur bi navê têkiliya heskirinê bi awayê fizîkî, derunî, civakî û aborî li ser jinê didin meşandin. Ev jinane jî xwe xweşewitînê weke rêya rizgariyê dibînin. Ji ber wê bi salane pêwistiya wan bi çareseriya derûnî û fîzîkî heye. Derunas Neşmîl Resul a xwebexş li Nexweşxaneya Şewatê ya bajarê Silêmaniyê kar dike di derbarê xweşewitandina jinan de ji ajansa me re axivî.
“Piraniya jinên xwe dişewitînin temenê wan di navbera 14 û 35’an de ne”
Derunas Neşmîl Resul bi bîr xist ku hêjmara jinên ku xweşewitandine li nexweşxaneya şewtê ya Silêmanî encama tundîtujiya li ser jinê diyar dike û got: “Me berê lêkolîn li ser rewşa xweşewitandina jin, zarok û mêran kir. Rêjeya ji sedan 30 daneyên ku jinan xweşewitandîn an jî hewil daye ku xwe bi şewitîne. Beşek ji van xweşewitandinan di rewşên zor de ku negihane nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dane jî hene. Me nekarî ne em navê wana bibinîn û ne jî lêkolînekê li ser bûyerê bikin. Bi rêjeyek zêdetir jin û taybetî jî jinên ciwan xwe di şewitînin û jiyana xwe ji dest didin. Jinên ciwan ên xwe dişewitînin temenê wan di nava 14-35 salî dene.Ger em behsa sedemên xweşewitînê bikin tundîtujiya malbatê û aborî xwedî rolek mezine. Yek sedema din jî ewe ku madeyên ku şewatê pêktînin li ber destin wek gaz, benzin di nava malê dene û her wiha çareser nekirina pirsgirêkan sedemê rêya xweşewitandinê ye. Gelek jin piştî xweşewitandinê tên seyansên qotrola derûnî werdigirin û dibêjin ger em bizanîn rêyek din ya çareseriya pirsgirêkan heye me rêya xweşewitandinê ne di hilbijart. Ji ber xwe şewitandin carek din tunditujiya beramberî fîzîka jinê ye.”
“Jin di tirsin behsa tundîtujiya ku li beramber hatî bi karanîn bikin”
Neşmîl Resul bal kişand li ser tirsa jinan ya behskirina tundîtujiya ku heroj rastî tên û wiha dom kir: “Jin di tirsin behsa tundîtujiya ku li beramberî wan hatî kirin bikin. Hinek ji wan destpêkê behsa pirsgirêkan dikin, hinek ji bo ku malbat û kes û karê wan bi awayek yasayî lêpirsîn di derbarê wan de neyê vekirin bi zorê di axivin, hinek jî tenê li gel bizîşk di axivin û giliyê wan nakin. Tirsa jinan ya behskirina tundîtujiya ku li beramber tê bi karanîn tiştek ku mirov li bendê ye ji ber ew di nava wê malê de rastî pirsgirêkan tê. Di malekê de dema pirsgirêk hebe pêwistî bi alîkariyê jî heye. Ji ber vê yekê rewşên bi vî awayî hertim berdewamin. Pirsgirêka di nava hevjînan de piştî xweşewitandinê zêdetir dibe. Di nava beşek zêde yê civaka me de jin ne xwedî biryarin ji ber wê jî kes û karên jinê li gel hevjînê wê biryara jiyana wê didin. Gelek caran kesûkarên wan dizanin ku ew jin rastî tundîtujiyê hatiye û ew jin hatiye wê merheleyê ku hewil bide xwe bi şewitîne û anîne nexweşxan. Gelek caran hevjînê wan tên dibêjin: ‘ez amademe her tiştî jêre bikim tenê baş bibe.’ Lê belê dema ku jin ji nexweşxaneyê derdikeve pirsgirêk hîn zêdetir dibe û dibe sedenê cûdabûnê. Hinek rewşên din jî heye ku jin bi xwe biryar dide ku êdî li gel wî mêrî jiyan neke.”
“Rêyên çareseriyê” 
Neşmîl Resul wiha behsa rêyên çareseriya xweşewitandinê dike û dibêje: “Dema em behsa mirovek şewitî dikin, gelek alî hene divê li ser xebat bikin. Aliyê derûnî beşek mezine û le gel wê aliyên civakî û malbatî jî hene ku divê li ser vê pirsgirêkê xebatek baş bikin. Aliyê aborî jî aliyeke ku gelek caran ji ber hejariyê kesê ku xwe şewitandiye nikarin binîn nexweşxaneyê, hinek caran malbatan alîkariya keçên xwe kirine ku keçên wan baş bibin. Jinek ji ber tundîtujiyê derûniya wê xira bû û pêwîstiya wê bi çareseriya derûnî heye. Ez weke bijîşkek derûnî her tim amademe alîkariya jinên rastî tundûtujiyê tên, ne tenê tundîtujiya fizîkî yên rastî tundîtujiya gotînî jî tên bikim.”