Kampanyeya "Têkoşîna Xêrxwaziyê" a ji bo zarokên Filistînê her diçe mezin dibe

Dîmenên zarokên Filistînê yên di sermaya zivistanê de pêdiviya wan bi alîkariya mirovî heyî fikra avakirina înîsiyatîfa "Têkoşîna Xêrxwaziyê" bi rojnamevan Amal Hebîb re çêkir û ji bo serxistina vê xebatê kedek mezin da. Amal Hebîb da zanîn ku ew bi vê xebatê kêfxweşe ku her diçe belav dibe û malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heyî li wan digerin û derdê xwe ji wan re dibêjin.

REFÎF ÎSLÎM 
Xeza- Li herêma Xezayê ya Filistînê ji ber şerê demdirêj û xizaniyê gelek malbatên nikarin cihê têde jiyanê peyîdabikin û debara xwe bikin di nava xirabeyan de dijîn hene. Wêneyên zarokên ku ji sermaya qeşayê di malên xerabûyî yên di nav ava baranê de mirine rojane li ser malperên tora civakî tijî bûne ku ev malên malbatên ku di şert û mercên jiyanê yên dijwar de dijîn. Ji ber kêmderfetiyan cihê weke sitargeh ku mirov nikare jêre mal jî bêje tenê bi çar dîwaran û banê hesinî tê parastin. Van dîmenan fikra înîsiyatîfa "Têkoşîna xêrxwaziyê" ya ku ji hêla rojnamevan Amal Hebîb ve li Xezayê, bi ekîba wê ve hatî meşandin, ji tenê temaşekirinê veguherî pêngava ku alîkariya van malbatan dike. Xebata Amal Hebîb a Têkoşîna Xêrxwaziyê ji bo malbatên ku di xaniyên wêranbûyî de dijîn û bi xeniqînê re rû bi rû dimînin e ku jiyana wan veguheriye dojehê ji ber sermaya zêde û ava baranê ku qatê xêniyê wan tîne xwarê, ji ber vê yekê cihê rûniştinê nemaye û tiştên wan hemû şil dibin.
“Malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye li me digerin”
Amal Hebîb da zanîn ku ji bo xêrxwaz bi vê rewşê zanibin û alîkariya van malbatan bikin malperên medyaya civakî ji bo kampanyeya wan piştevaniyek mezin kiriye û wiha domand: "Her kesê ku beşdarî tîmên kampanyayê dibe, pêdivî ye ji bo nûvekirina xaniyek têra parvekirinê berhev bike ku nirxê pişkek digihîje 30 dolaran. Ev kêş e têkiliyek di navbera bandorker, xêrxwaz û xwedan xaniyan de pêk tîne da ku drav berhev bike ji bo baştirkirina jiyana malbatekê beşdar dibe. Piştî bidawîhatina qonaxa yekem gelek malbatan dest bi danûstandinê li gel wan kirin ku rewşa malên wan yên xirabûyî bibînin. Ji ber vê yekê ekîba me daxwaza alîkariyê ji hin komeleyên xêrxwaziyê û hin navendên pispor kirin da ku malbatên ku herî zêde zirar dîtine diyar bikin.”
Amal Hebîb bilêv kir ku kêşeya van malbatan pirsgirêkeke kolektîf e ku divê her kes beşdarî çareserkirina wê bibe, lewra hejmara tîman di dema niha de 10 kes zêde bûye û hejimareke ku dikare were zêdekirin da ku feyde ji bo hemû malbatan be û berfirehtir be. Amal Hebîb bilêv kirk u aktîvbûna bi kampanyayê re bi riya medyaya civakî gelekî belav bû ku vê yekê hestek hêvî û kêfxweşî bo wê çêkir.
Xebatên şopandin û belgekirinê yên ku ji aliyê Navenda Al Mezan a Mafên Mirovan ve hat kirin, di raporta ku vê dawiyê hat weşandin de, diyar dike ku ji ber berdewamiya dorpêça ku ev 15 sal in ji aliyê "dagirkeriya Îsraîlê" ve hatiye sepandin, li Xezayê xirabûna asta jiyanê berdewam dike. Zêdebarî berdewamiya êrîşên leşkerî ku herî tund di Gulana 2021'an de hat kirin bi dehhezaran xanî, dezgehên aborî û tiştên din ên sivîl, taybet û giştî wêran kirin û ziyaneke mezin gihande xizmetguzariyên giştî û avahîsaziyan. Her wiha bi dehan sivîl kuştin, di nav wan de 93 berpirsên malbatan ku 500 endamî xwedî dikin, di nav wan de 193 zarok jî hene.
Raporê bal kişand ser rêjeyên bilind ên bêkariyê di nav hêza kar de ku  ji sedî 45 tomar kiriye, ji ber ku saziyên navneteweyî pêşbînî dikin ku di sala niha de ji sedî 53 bibe ji sedî 64. Her wiha rêjeya bê ewlehiya xwarinê ji sedî 62,2 zêde bûye, ji ber xirabûna şert û mercên aborî û ji sedî 80 şêniyan ji bo pêdiviyên bingehîn ên jiyanê girêdayî alîkariyên navneteweyî bûne.