Nobeta Edaletê: Wezaret ker û kor e

Xizmên girtiyan ku ji bo girtiyên nexweş serbest bên berdan 74 roj in di "Nobeta Edaletê" de tên cem hev, bal kişandin ser wê yekê ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin wê çalakiya wan bidome. Xizmên girtiyan bertek nîşanî bêdengiya Wezareta Dadê ya li pêşberî van çalakiyan bêdenge jî dan.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Çalakiya "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyan ku ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan bi dawî bûye lê nayên berdan li Avahiya Xizmeta Baroya Amedê, dane destpêkirin, 74 roj in didome. Malbatên ku tevî şert û mercên hewaya sar jî 7 rojên hefteyê çalakiya xwe pêktinîn, bal kişandin ser vê yekê ku dewlet li hemberî daxwazên wan rola ker û kor bûnê dilîze. Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew di daxwazên xwe de bi israr in, bi gotina: "Bila ji girtîgehan tabût dernekevin" destnîşan kirin ku ew ê çalakiya xwe bidomînin.
“Em bêyî bêjin berf û zivistan nobeta edaletê digerin” 
Hasina Guler a tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê ji bo hevser û kurê xwe yên bi salan di girtîgehê de her roj tevlî çalakiya nobetê dibe, diyar kir ku 74 roj in bi gotina 'edalet' tên avahiya baroyê. Hasîna Guler a diyar kir ew ne tenê ji bo girtiyan, ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê edaletê dixwazin jî çalakiyên xwe didomînin, wiha axivî: “Çend tabût ji girtîgehê derketin? Em êdî naxwazin ev yek bê jiyîn. Em li vir ji bo edaletê bînin Tirkiyeyê rûniştin e. Em tenê edalet û mirovahiyê dixwazin. Ji ber em kurd in, mafê wan nîn e vê zilmê li me bikin. Ez bang li her kesî dikim. Bila girtiyên nexweş tehliye bikin. Ew nexweş in û rewşa wan jî xerab e. Ez ji vê derê bang li dewletê, desthilatdariyê û li her kesî dikim. Bila her kes dengê me yê li vir bibihîze. Ev 74 roj in em li vir in û heta daxwazên me pêk bên em ê li vir bin.” 
“Heta daxwaz pêk bên dê çalakî bidome”
Xizmeke din a girtiyan ku beşdarî nobetê dibe Xezal Yildirim e. Xezal Yildirim a ji bo kurê xwe Mehmet Yildirim ê 13 sal in li Girtîgeha Girtî ya Bafrayê girtî ye beşdarî çalakiya nobetê dibe, diyar kir ku ew ji bo daxwazên xwe yên edaletê, bê ku bêjin berf û zivistan têdikoşin. Xezal Yildirim a diyar kir yekane daxwaza wan berdana girtiyên nexweş û bidestxistina mafê dermankirinê ye, wiha axivî: “Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Em ji bo edaletê di vê sermayê de li vir in. Bila dengê me yê ku dibêje 'Edalet' biçe wezaretê, êdî dengê me bibihîzin. Ji roja ku gotine "Êdî dayik negirîn" hêsir ji çavên dayikan na rawestiya. Heta ku ji me re edalet jî girtiyan re derman kirin pêkne yê niyeta me ya li vir çuyînê û bidawîkirina vê çalakiyê nîne."
Kurê wê yê girtî nayê emeliyatkirin!
Ji dayikên ku bênavber tevlî çalakiya dibîn Fevziye Kolakan jî bal kişand ser 2 kurên wê yên girtî di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ketine. Fevziye Kolakan a ku dibêje du kurên wê Mahsun û Ahmet Kolakan ê ku di girtîgehên cuda de ne, diyar kir ku Ahmet Kolakan ê ku pêwîste emeliyat bibe ji ber şert û mercên karantînayê timî tê taloqkirin.
"Em edaletek bi rûmet dixwazin" 
Fevziye Kolakan axaftina xwe wiha domand: “Li girtîgehan bi dehan girtiyên nexweş hene. Divê hemû bên berdan. Ji bo ku tabût ji girtîgehan dernekevin em 74 roj in li vir rûdinin. Heta daxwazên me bên qebûlkirin em ê rûniştina xwe ya li vir bidomînin. Li ser girtiyên ku 30 sal in di girtîgehê de ye, poşmanî tê ferzkirin. Girtiyê ku 30 sal di girtîgehê de maye çima wê poşman bibe? Em dayik ji bo girtiyên nexweş û ji bo girtîgehan edaletek bi rûmet dixwazin. Em ê tu carî ji vê doza xwe gav paşde neavêjin. Divê hemû dayik ji bo girtiyên xwe werin li gel me û bi me re rûnin. Em ji vir bang li wan jî dikin.”