“Ji bo hevjîn û zarokên me yên ku hatin qetilkirin em ‘nobeta edaletê’ digrin”

Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser têkoşîna ‘Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku, du egalên ku ji bo piştgiriyê honandibûn ji her du malbatan re şandin. Xwişka Ferhat Tepe, Ayşe Tepe got; “Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin em bi qîrîna xwe ya bêdeng ‘nobeta edaletê’ digrin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê 880’mîn çalakiya xwe ya ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine qetilkirin û bi daxwaza cezakirina kujeran her hefte li dar dixin, bi awayekê online pêk anîn. Di çalakiya vê hefteyê de bal li ser têkoşîna malbata Doku û Şenyaşar ên li ber avahiyên edliya Dêrsim û Rihayê nobetê digrin, hat kişandin. Di çalakiyê de ji aliyê Ayşe Tepe, xwişka Ferhat Tepe ku beriya 27 salan hat qetilkirin, daxuyanî hat xwendin.
“Bi armanca piştgiriyê me egal honandin”
Ayşe Tepe peyama piştgiriyê ji bo Bedriye Doku ya dayika Gulistan Doku û Emîne Şenyaşar a nobeta edaletê berdewam dikin ragihand û got her du malbat jî ne bi tenê ne. 
Ayşe Tepe da zanîn ku wan ji bo Emîne Şenyaşar û Bedriye Doku egal honandine û got: “Ji bo herdu dayikên ku li edaletê digerin me egalên girêk bi girêk honandî amade kir. Bi şandina egalan em bi germahiya piştgiriyê dixwaza xwe ya parastina wan ji sermaya bêedaletî û berfê îfade dikin.” Ayşe Tepe bi bîr xist ku Gulistan Doku du sal berê piştî ku bavê hevalê xwe yê xort ê berê polîs bû hev dîtibû winda bûye û got; “Gulistan, piştî hevdîtina bi hevalê xwe re ku bavê wî polîs e, hat windakirin. Dayika Gulistanê ji bo agahiyekî ji keça xwe bigre, ji 1’ê mijdarê ve li ber Edliyeya Dêrsimê nobedê digire.” 
“Merciya edaletê der barê kuştinan de çi kir?” 
Ayşe Tepe bi bîr xist ku hevser û du kurên Emîne Şenyaşar jî ji aliyê xizm û parazvanên wekîle AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û desnîşan kir ku Şenyaşar 334 roj in nobeta edaletê digre. Ayşe Tepe gotinên xwe wiha berdewam kir: “Hevjîn û kurên wê ji hêla parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Ev 335 roj in li edaletê digere. Ji bo îfadeyê heta niha 13 caran bangî Emîne Şenyaşar kirine. Erê baş e lê pergala edaletê ya ku 13 caran bangî Emîne Şenyaşar kirin, der barê kuştinên ku bûne sedema bendemayîna wê çi kir? Tu tişt! Dozgerên ku li lêpirsînê dimeşandin 8 car hatin guhertin lê li holê tu doz tune ye. Li welatekî ku hiqûq û demokrasî hebe, ger kesek winda bibe, kesekî hatibe kuştin pergala edaletê lêpirsînek bi bandor dike. Kujer tên dîtin, darazek adil tê kirin û der barê berpirsiyaran de tiştên pêwîst tên kirin. Lê em bi xwe li zarokên xwe digerin. Ji bo hevjîn û zarokên xwe yên ku hatine qetilkirin em bi qêrîna xwe ya bêdeng ‘nobeta edaletê’ digrin. Ji bo qîrîna me were bihîstin, mekanîzmayên mirî zindî bibin û edalet pêk were em têdikoşin.”
 “Em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin”
Ayşe Tepe anî ser ziman ku pergala edaletê ya bi bandor mafê her kesê ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku edalet êdî li pişta kesên mafdar be, çi bikeve ser milên me, em bi biryar in ku pêk bînin. Çend sal derbas dibin bila bibin dîsa jî dê lêgerîna me ya edaletê bidome. Em ê dev ji Qada Galatasarayê ku 181 hefte ye li me hatiye qedexekirin bernedin.”