Kiryarê tundiyê ku dûrxistin girt, bi rêya malbata xwe gefên xwe didomîne

Hatîce Kabaiş a ku 10 mehan ji aliyê mêrê ku dixwaze hevberdin ve rastî gefên kuştinê dihat, ji ber tundiya ku di vê demê de dît, milê wê şikest. Herî dawî dema ku kelepçeya elektronîk li ser kiryarê tundiyê Mehmet Kabaiş ê biryara dûrxistinê girt hat girêdan, vê carê ji aliyê malbata wî ve dest bi gefên kuştinê hat kirin.

Kiryarê tundiyê ku dûrxistin girt, bi rêya malbata xwe gefên xwe didomîne
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Dayika 8 zarokan Hatîce Kabaiş a li Amedê dijî, 10 meh in ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Kabaiş ê ku pê re zewicî ye ve bi gefa mirîne rastî tundiyê tê. Hatîce Kabaiş a ku di Nîsana 2021'an de ji ber şîdeta ku tevî zarokên xwe dibîne biryara telaqê da û ji Mehmet Kabaiş ê êrîşkar re doza telaqê vekir. Ji wê rojê heta niha ji aliyê kiryarê tundiyê Mehmet Kabaiş ve bi awayên cuda rastî gefên kuştinê tê. Hatîce Kabaiş a diyar kir ku piştî gilîkirinê 2 hefte berê ji bo kiryar kelepçeya elektronîk hat girêdan, diyar kir ku piştî kelepçeyê vê carê jî gefên kuştinê ji aliyê malbata wî ve dewam dike.
Gef û tacîz 10 meh in berdewam didome
Hatîce Kabaiş a ku di dema zewaca xwe ya 25 salan de rastî tundiya devkî û fizîkî hat, par biryara telaqê da. Hatîce Kabaiş a ku piştî biryara telaqê da ji aliyê Mehmet Kabaiş ê ji ber ne dixwest telaq bike her tim rastî tacîzê hat, dinava vê pêvajoyê de ji ber gefên kuştinê yê kiryar nekarî derkeve derve. Hatîce Kabaiş a dibêje Mehmet Kabaiş her roj dihat ber mala wê û bi sûcdarkirin û tehdîdên cuda wê tewambar dike, diyar kir ku dinava vê pêvajoyê de bi amûrê birînê êrîş li wê hatiye kirin û milê wê hatiye şikandin.
Ji mêrê ku gefa kuştinê xar re kelepçeya elektronîk 
Hatîce Kabaiş piştî tehdîdan çû midûriyeta polîsan û der barê Mehmet Kabaiş de gilî kir. Piştî gilîkirinê di derbarê Mehmet Kabaiş de biryara dûrxistinê hat dayîn. Hatîce Kabaiş a diyar kir tevî vê biryarê jî gef û tacîz berdewam dikin, herî dawî jî çû midûriyeta polîsan û der barê Mehmet Kabaiş de gilî kir. Piştî gilîkirinê kelepçeya elektronîk li Mehmet Kabaiş hat girêdan.
“Gefên wan dê heta kuderê bidomin” 
Hatîce Kabaiş a diyar kir ku gefên kuştinê yên piştî biryara kelepçekirinê 10 meh in dewam dike, vê carê jî ji aliyê malbata Mehmet Kabaiş ve tê berdewamkirin, li ser mijarê wiha got: “Ji ber ku ez dixwazim em hev berdin gefan li min dixwe. Li dora mala me digere û her tiştî dike. Dema biryara bidûrxistinê tê dayîn jî dîsa tê ber mala min. Dewlet ji bo min tiştekî nake. Hat ber mala min, li min xist û milê min şikand. Bi kêrê êrîşî min kir. Ez ê heta kengê di bin gefên wî de bimînim.”
“Gefên kuştinê bi malbata wî re berdewam dike” 
Hatîce Kabaiş wiha dom kir: “Niha jî kelepçe xistin lingên wî ji ber ku nikare xwe nêzî min bike, malbata wî bi gotina ‘karê ku wî nekiriye em ê bikin’ gefan li min dixwin û dibêjin, ‘em ê bikujin, jê xilas bibin.’ Çima gefan li min dixwin, sûcê min û zarokên min ew e ku em tiştên ew dixwazin qebûl nakin. Min ji bo wan hemûyan doz vekir û ji hemûyan gilî dikim. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî hesab ji wan bipirsim. Ez wek jinek bi mehane têkoşîn dikim. Tiştê ku ez dixwazim edalete, ez li pey edaletê diçim. Ez vê tundiyê jî qebûl nakim. Ez ê heta dawiyê li dijî tiştên ku li min hatin kirin têbikoşim.”
Doz di meha Adarê de ye
Danişîna telaqê ya Hatîce Kabaiş dê di meha Adarê de bê dîtin, ewil danişîna îdianameya der barê Mehmet Kabaiş de ji ber sûcên "gef" û "heqaretê" ji bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat amadekirin, dê di 14’ê Nîsanê de li 12’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê dîtin.