Sê xwişk, sê zarok û neviyên cangoriyan û sê muzîkjen

Sê xwişk û ciwanên ku li ber çîrokên penaberiyê yên mezinên xwe mezin bûne Xurbet, Hêlîn û Lorîn Arzû li wargeha penaberan a Mexmûrê çavên xwe li jiyanê vedikin û di nava jiyana penaberiyê de mezin dibin, dixwînin û bi hunerê re mijûl dibin.

AVAŞÎN HÊLÎN

Mexmûr - Dema ku mirov li kolanên wargeha penaberan a Mexmûrê digere, rastî gelek çîrokên bi êş û balkêş tê. Her maleke wargehê xwedî çîrokeke cuda ye. Li ser qermiçokên rûyê her dayîkê êşên kûr ên hesreta ji warên xwe re, bi awayekî zelal xuya dikin û di çavên wan de hêviya pêşerojek azad dibiriqe. Her zarok û ciwaneke wargehê yê/a ku ji temenê xwe gelek mezintir dijî, di rûkenî û sekna xwe de soza îsrara berxwedanê dide. Mexmûrî şert û mercên jiyanê yên zehmet, ji bo xwe dikin bingeha xwe bi hêzkirin, rêxistinkirin, zanakirin, çalakbûn û hwd…

Sê xwişk û ciwanên ku li ber çîrokên penaberiyê yên mezinên xwe mezin bûne Xurbet, Hêlîn û Lorîn Arzû, li wargeha penaberan a Mexmûrê çavên xwe li jiyanê vedikin û di nava jiyana penaberiyê de mezin dibin, dixwînin û bi hunerê re mijûl dibin. Her sê xwişk hê ji dayik nebûbûn, bapîrê wan Mehmûd Afarof di sala 1997’an de di komkujiya Hewlêrê de tê qetilkirin ku di wê komkujiyê de bi dehan lehengên gelê Kurd bi destên hikûmeta PDK’ê hatin qetilkirin. Her wiha bavê wan Osman Arzû di sala 2017’an di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de û meta wan a bi nasnav Xurbet Hewlêr jî li çiyayayên azad di sala 1999’an de jiyana xwe ji dest dane.

Hersê xwişk li ber çîrokên têkoşînê mezin dibin

Bi vî awayî Lorîn, Hêlîn û Xurbet li gel dayik, dapîr û meta xwe û li ber çîrokên berxwedanê mezin dibin. Hersê xwişk, ji bo ku bapîr û meta xwe yên ku qet nedîtine, nas bikin bi baldarî li malbata xwe guhdarî dikin û her roj pirsa jiyan, têkoşîn û taybetmendiyên wan dikin. Ji dapîra xwe fêrî serpêhatiyên penaberî, berxwedanî, xweşî, êş û ezmûnên jiyanê dibin. Ji meta xwe fêrî sebir, têgihîştin û hewldana xwe di her milî de pêşxistinê dibin. Ji dayika xwe ya ku ji bo wan hem dibe mamosteya yekemîn hem jî dibe rêhevala herî nêzî wan, fêrî hêz, jixwebawerî û hezkirina jiyanê dibin.

Gurbeta 13 salî, Hêlîna 12 salî û Lorîna 8 salî, her sê bi hev re di betlaneya havînê de, berê xwe didin Navenda Stêra Zêrîn û Akademiya Şehîd Serhed û li wir xwe fêrî ensturmanan dikin. Hersê xwişkên ku bi hev re xwe li jiyanê girtine, bi dilxweşiyek mezin hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.

‘Bavê min bû sedem ku ji sazê hez bikim’

Xurbet Arzû ji ber ku ji hersê xwişkan a herî mezin e di heman demê de dibe rênîşana herdu xwişkên xwe. Xurbet, destnîşan kir ku hezkirina xwe ya ji sazê re ji bavê xwe girtiye û got: “Dema ku min bavê xwe winda kir ez zarok bûm. Ez li gel dayik, met û dapîra xwe mezin bûm. Beriya ku bavê min şehîd bikeve, her dem li sazê dida û ji bo min stranan digot. Carna jî bavê min li sazê dida û me bi hev re stran digot. Di wê demê de hezkirina min ji sazê re çêbû lê ji ber temenê min biçûk bû, nekaribûm li sazê bidim. Ji ber vê niha sê sal in di betlaneya dibistanê de diçim Stêra Zêrîn û xwe fêrî sazê dikim. Min îsal li Akademiya Şehîd Serhed dest bi xebatê kir. Herdu xwişkên min jî piştî min dest bi fêrkirina ensturmanan kirin û ez bi vê gelek kêfxweş im.”

Xurbet Arzû di berdewama axaftina xwe de hesreta ji bo bavê xwe wiha tîne ziman: “Xwişka min a biçûk bavê min nedît, ji ber vê ew hesret di dilê me de maye. Em her dem hewl didin bi pirsan bav, bapîr û meta xwe ya şehîd nas bikin. Taybetmendiyên wan çawa bûn, ji bo çi têdikoşiyan û gelek pirsên din. Bersiva van pirsan jî dayik, met û dapîra me dide, ruxmî ku em bi wan re nejiyane jî êdî em wan û doza ku ji bo wê canê xwe feda kirine baş dizanin, em jî şopdarên wan in û li ser wê dozê dimeşin.”

‘Dixwazim bibim mamoste û hemû zarokan perwerde bikim’

Xurbet di dawiya axaftina xwe de xeyalên xwe yên ji bo demên pêş anî ziman û got: “Tiştên ku ez fêr dibim, dixwazim zarok û ciwanên li dora xwe jî fêr bikim û di demên pêş de bibim mamosteyek ku bikaribim hemû zarokên wargehê perwerde bikim. Em xwedî şanseke mezin in ku dikarin li wargehê xwe di hemu aliyan de bi pêş bixin. Dema ku ez li sazê didim gelek kêfxweş û rehet dibim. Bang li hemû zarok û ciwanên Kurd dikim ku ji bo zindîkirin û pêşxistina hunera Kurdî bi xebatên hunerî re mijûl bibin.”

‘Ji xwişka xwe bi bandor bûm’

Hêlîn Arzû jî da diyarkirin ku dema didît xwişka wê bi coş li sazê dide pir jê bi bandor bûye û xwestiye fêr bibe û wiha got: “Dema ez diçim Stêra Zêrîn gelek kêfxweş dibim û kelecan digrim. Ji ber hejmarek pir zêde kes li wir hene û hemu jî dixwazin xwe fêrî ensturmanan bikin. Li malê jî ji ber ku em her sê li amûrên muzîkê didin qerebalixeke zêde çêdibe, ev jî coş û kêfxweşiyeke cuda dide me û malbata me. Daxwaza min ew e ku em her sê bi hev re zêdetir bi pêş bikevin û di demên pêş de bibin mamoste.”

‘Xweşiya erbaneyê germahiyê li pey xwe dihêle’

Lorîna ku zaroka malê ya herî biçûk e ji aliyê malbat û derdorê ve pir tê hezkirin û li wargehê ji aliyê her kesê ve tê naskirin. Lorîn dema ku xwişkên wê ji ajansa me re diaxivîn, wê jî bi kelecan û daxwazeke mezin digot ez ê jî biaxivim. Lorîna biçûk diyar kir ku dema ji perwerdeyê tê destpêkê diçe gel dayik û meta xwe tiştên ku fêr bûye nîşanî wan dide û got: “Piştî ku min dît herdu xwişkên min li amûrên muzîkê didin, min jî îsal dest pê kir. Tiştên ku ez fêr dibim li malê ji dayik û meta xwe re lê didim. Demên xweş em li Stêra Zêrîn li gel mamoste û hevalên xwe derbas dikin. Ruxmî dema ku em diçin hewa gelek germ e jî dema li erbaneyê didin em germahiyê ji bîr dikin û kêfxweş dibin. Ez jî wek xwişkên xwe dixwazim bibim mamoste.”