Li Xezayê jin di bin siya şer de karên xwe didomînin

Li Zîvala Xezayê jiyan ji bo jinên ku rastî topbarê tên zehmettir dibe. Navenda Lêkolîn, Şêwirmendî û Parastina Hiqûqê ya Jinan ji bo parastina jinan ji tundiyê, bi hêzkirina wan û piştgiriya pêwîst di nav hewildanê de ye.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Hiqûqî û Parastina Jinê di sala 2005’an de ji aliyê komek pisporên civaka herêmê ve, ku di nav wan de parêzer û çalakvanên di warê jin, civak û mafên mirovan de dixebitin hatiye avakirin. Navenda Parastin û Hêzkirina Jiyan, Jin û Malbatan ku armanca wê ya sereke parastina jinan ji tundiya zayendî ye, di Kanûna 2011’an de weke projeya Navenda Lêkolîn, Şêwirmendiya Hiqûqî û Parastina Jinê hat avakirin. Navenda Parastina Jin, Malbat û Bihêzkirinê Jiyan, Parastina Jin û Malbatan tevî hemû zehmetiyên şer û mercên şer, piştgiriya derûnî û gelek alîkariyên din dide jin û zarokên keç ên li Zivala Xezayê. Armanca sereke ya navendê jinan ji tundiya zayendî parastin e.

Navend piştgirî dide jinan

Abeer Al-Mashharawi a ku di Navenda Parastina Jin, Malbat û Bihêzkirinê Jiyan de wek derûnnas dixebite got: “Navenda Jiyan navendeke serbixwe ye ku di sala 2011an de ji aliyê komek pisporên civaka herêmî ve, ku jin, parêzer û çalakvanên mafên mirovan jî di nav de ne, hatiye damezrandin. Em hewl didin ku rastiya jinên Filistînî di asta hiqûqî û civakî de pêş bixin. Navend ji bo edalet, wekhevî û demokrasiyê di civaka Filistînê de misoger bike, xizmetên piştgiriya hiqûqî yên belaş pêşkêşî jinan dike. Di dema ku haya qanûnî ji bo her du zayendan di derbarê mafên jinan de tê dayîn, li hember şîdeta li dijî jin û zarokên wan xizmetên parastinê bi piştgiriya derûnî û civakî û xizmetên stargehê têne pêşkêş kirin.”

Di bin siya şer de xwe digihînin jinan

Abeer Al-Mashharawi bal kişand ser wê yekê ji roja destpêkirina şer heya roja me ya îro navendê xizmetên xwe yên ji bo jin û zarokên keç ranewestandiye û wiha got: “Navenda me ne tenê li başûrê Xezayê li aliyê bakur jî xebatên xwe dimeşîne. Xebat li heremên Xezayê yên ku ji ber kêmasiyên maddî dikişînin hat berfirehkirin.  Heya ji destê me tê em pêdîviyên koma ku tê hedefgirtin  dabîn dikin. Çenteyên ku pêdîviyên bingehîn tê de ne hatin belavkirin.”

Jin û zarok rastî tacîzê tên

Abeer Al-Mashharawi destnîşan kir ku navendê tevî hemû zehmetiyan jî di warê piştgirîkirina jin û zarokan de serkeftinên berbiçav bi dest xistine û wiha dewam kir: "Tevî zehmetiya tevgerê jî, me ji bo şopandina rewşa jin û zarokên keçan di navendên stargehê de xebitî. Me dît ku şîdeta malbatê, tacîz, tundiya devkî û psîkolojîk a li ser jinan bi koçberkirinê re zêde bûye. Navend bi girtina rêze tedbîrên li dijî şîdetê, bi pêşkêşkirina dewreyên piştgiriya derûnî ji jinan re armanc dike ku pirsgirêkê çareser bike. Di danişînan de jin li ser çawaniya rûbirûbûna tundî û tacîzê tên agahdarkirin. Di hevpeyivînên xwe de me dît ku jin û zarokên keç ên ku rastî tacîzê hatine, ji tirsa mirinê û demxe xwarinê nikarin serpêhatiyên xwe eşkere bikin."

Seansên derûnî tên dayîn

Abeer Al-Mashharawi diyar kir ku di şert û mercên krîzê de piştgiriya derûnî yek ji bingehên bingehîn e ku pêwîstiya mirovan bi derbaskirina trawmayê heye. Abeer Al-Mashharawi got: “Li navenda me, tîmên pispor ên jina, seansên piştgiriya derûnî yên zêde pêşkêşî jin û zarokên keç ên ku ji şer bandor bûne, pêşkêş dikin. Em ji bo her komê bi 4 koman seansên piştgiriya derûnî pêk tînin. Di rewşên ku hewcedarî seansên kesane ne, em ji 8 heta 10 seansan pêk tînin. Li gorî cewherê pirsgirêkê, dibe ku 12 an 20 seansan bigire.”

Rewşa jinan xiratir buye

Abeer Al-Mashharawi anî ziman ku girtina dadgehan ji ber şer, rewşa jinan xirabtir kiriye bi taybetî jinên ku hevjînên xwe berdane an jî hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ji ber ku ev rewş pêvajoya vegerandina mafên jin û zarokên wan rawestand. Qasî deh mehan, jinan êş kişandin. Gelek mêr bi israr bûn ku jinên xwe ji dîtina zarokên xwe bêpar hiştin û debara wan qut kirin. Jinên ku hevjînê xwe berdayî ji aliyê hevserên xwe yên berê ve ji mal û zarokên xwe hatin dûrxistin. Ji ber şert û mercên zehmet ên aborî bandorê li her kesî dike, jin neçar man ku berê xwe bidin malbata xwe. Karmend ligel parêzerê navendê dixebitin ku li gorî hewcedariyên jinan şîretên yasayî û piştevaniya qanûnî pêşkêşî jinan bikin, di nav de danûstandina bi dadweran re û li ser navê jinan şêwirdariyê ji wan re.”

Ji jinan re berpirsyariyên zêde hatin dayîn

Abeer Al-Mashharawi da zanîn ku ji ber kêmbûna çavkaniyan, jin û zarokên keç bi berpirsyariyên din ên weke şûşekirina avê, komkirina daran û dabînkirina xwarinê ji malbatên xwe re di dema şer de rû bi rû ne û diyar kir ku ev zextên derûnî kom dibin û dibin sedema xirabûna rewşa wan a tenduristî û civakî. Abeer Al-Mashharawi wiha got: “Navend, tevî şert û mercên zehmet jî xizmetên xwe yên jiyanî berdewam kir. Tîma jinan ji bo hişyarkirina mafên jinan û çawaniya parastina jinan li dijî tundiyê, atolye û rûniştinên hişyariyê li dar xistin. Herwiha, hizmetên derûnî hatin pêşkêş kirin da ku alîkariya wan bikin ku krîzên derûnî û civakî yên ku rastî wan hatine derbas bibin.”

‘Divê xebateke fedakarane bê meşandin’

Abeer Al-Mashharawi wiha berdewam kir: “Tevî şert û mercên dijwar ên ewlehiyê yên li bakurê Xezayê, navendê ji bo parastin û bihêzkirina jinan bi erka xwe dudil nebû, tevî ku herêmên bakur ji ber bomberdûmanên dijwar rastî kêmasiya cidî ya sazî û komeleyên jinan hatin. Zehmetiya peywendiya di navbera ekîbên xebatê yên li herêmên Bakur û Başûr û qutbûna gelek caran ya torên înternetê jî rê li ber çavdêriya bi bandor a xizmetên navendê girt. Tîma projeya Navenda Jiyanê, dema ku xizmetên xwe pêşkêş dikir rastî gelek zehmetiyan hat. Ya herî girîng ji van zehmetiyan kêmbûna çavkaniyên malî û lojîstîk, dorpêçkirin û bombebarankirin, zehmetiya tevgerê, ne îstîqrarî û şert û mercên ewlehiyê ne. Ev sedem hemû zextên derûnî yên ku jin û zarokên keç pê re rû bi rû dimînin. Ji bo piştgirî û alîkarîkirina komên ku hatine hedefgirtin divê xebateke cidî û fedakar bê meşandin.”

Armanc vekirina stargehekê ye

Abeer Al-Mashharawi ragihand ku Navenda Jiyanê plan dike ku di heyama bê de stargeh û nivîngehek ji bo jin û zarokên keç ên li herêmên başûr ava bike da ku rewşan baştir bike. Abeer Al-Mashharawi got: “Em dixwazin stargeheke ewle û piştgirî ji jinên ku rastî tundiya nav malê hatine, bikin, ku şiyana wan ji bo derbaskirina şert û mercên dijwar û vegera jiyana normal zêde bike. Ji bo berdewamî û başkirina xizmetên ku ji aliyê Navenda Jiyanê ve tên pêşkêşkirin, pêdiviya lezgîn bi piştgiriya navneteweyî û herêmî heye. Pêwîst e hevkariya bi xêrxwaz û saziyên navnetewî re bê xurtkirin ji bo peydakirina fînansa pêwîst ji bo pêkanîna xizmetguzarî, bername û projeyan.”

‘Navend ji bo jinan gelek hewl dide’

Abeer Al-Mashharawi destnîşan kir ku jinên li Navenda Jiyanê dixebitin, tevî zehmetiyên mezin jî ji bo piştgirî û parastinê ji jin û zarokên keç ên li Zîvala Xezayê re dibin modeleke îlhamê. Abeer Al-Mashharawi di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî ku şerê tund berdewam dike, navenda me ji bo bidestxistina serkeftinên berbiçav di warê parastin û bihêzkirina jinan de, ji bo parastina mafên jinan di civaka Filistînê de gelek hewl dide.”