Nivîsên dest yê malbata wê bû wesîleya avakirina weşanxaneyê

Rojnamevana Tûnisê Hadhamî Harîf diyarkir ku pirtûk, dokument û nivîsên dest yên malbata wê ber bi vekirina weşanxaneyê ve biriye û îro fikra weşanxaneya dijîtal pêşxistiye.

NEZÎHA BOUSSAÎDÎ

Tûnis- Li Tûnisê jin di her qadê de bi keda xwe hebûna xwe diyar dike. Yek ji van qadan jî qada ragihandin û weşangeriyê ye. Jin ji bo rastiya civakê bigihîne raya giştî, berê xwe didin rojnamevantiyê. Yek ji van jinan jî rojnamevan Hadhamî Harîf e.

Rojnamevan Hadhamî Harîf anî ziman ku di cihana weşanê de bi xebatên nivîsê dest bi çapemeniyê kiriye, di rojnameya Al-Arap ku navenda wê Londra û hinek malperên din ên înternetê de xebitiye, da zanîn ku perwerdeya rojnamevantiyê negirtiye û wêjeya werger û Îngilîzî xwendiye û wiha behsa destpêkirina pîşeya xwe kir û got: “Ji ber ez di nava nivîskar û rojnamevanan de mezin bûme, tecrûbeyek min hebû, di rojnameya Al-Arap de heta ez giham asta rêveberê edîtor ez mam, piştî ceribandinek dem dirêj min gelek mekale nivîsî.”

Pirtûk û nivîsên dest yên malbata wê ew kir weşanger

Hadhamî Harîf diyarkir ku di dema korona de ew demê ku li mal derbas kiriye, firsend dît ku pirtûk û nivîsên dest yên malbata xwe lêkolîn bike, dema ku bi hevalên xwe re parvedike ku wê çawa sûd ji pirtûk û dokumetan bigre li ser pêşniyara avakirina weşanxaneyekê, weşanxaneya ‘Harîf’ ava kir û çapa wê ya yekem koleksiyona pirtûkên bavê wê ‘Çukên Deryayê Nagrîn’ bûn.

Ji gelek beşên cûda pirtûka wê giha xwendevanan

Hadhamî Harîf bi weşanxaneya ku vekiriye, cih dide nivîskarên jin û pirtûka nivîkara Lîbyayî Fatîma Salem Al- Hacî ya bi navê ‘Lêgerîna Arîs’, pirtuka nivîskara Tûnisê Basma Ben Slimane ya bi navê ‘Beden û gotin’ û pirtuka nivîskar Gulsum Ayyashia ku li ser cûdahiyan nivîsiye di her rupelekê de pirsek pirskiriye, têr sembol û çîrokên zarokan jî di nav de weşandiye û diyarkir ku ji wan jinên nivîskar cesaret girtiye. Gelek xebat û lêkolînên giring ên ku dîroka doza Filistîn, Ereb û Tûnisê dibêje weşandiye.

Weşanxaneya ‘dijîtal’ ava kir

Hadhamî Harîf destnîşan kir ku eleqeya ji bo pirtûkan li gor berê lewaze û avakirina fikra ‘weşanxaneya dijîtal’ pêşxistiye û got: “Ji ber maliyeta çapê kêm e, xwegihandina xwendevanan ya hêsan û hê guncawtir , fikra ‘weşanxaneya dijîtal’ da min.”