Leşkerên Îsraîlê li ber çavê wê lawê wê qetil kirin

Nebîla Bahar diyar kir ku di serdegirtina leşkerên Îsraîlê de kûçikên leşkeran kurê wê Muhammed Bahar ê bi sendroma Downê qetil kirine û anî ziman ku ew ê wan kêliyan ti carî ji bîr neke.

NAGHAM KARAJEH

Xeza – Trajediya rastîn a êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Xezeyê bi çîrokan tê eşkere kirin. Yek ji van çîrokan aîdî Nabîla Bahar a dayika Muhammed Bahar e ku bi sendroma Downê heye. Nabîla ku kurê wê li ber çavên wê hat qetilkirin, dibêje ku ew ê wan kêliyan ti carî ji bîr neke û diyar kir ku divê civaka navneteweyî dengê xwe bilind bike.

Nebîla Behar wiha qala êriş û serdegirtina mala wan kir: "Di roja 7’an a dorpêça taxa El-Şucaiye em matmayî man çawa makîneyên Israîlê li ber deriyê mala me rawestiyan. Em gelekî tirsiyan. Me bi yek dengî qîr dikir, em sivîl in, em sivîl in ji bo ku em derkevin beriya malê bi ser serê me de birûxînin lê belê qîrîna me bê sûd bû. Artêşa Israîlê top û gule li derdora malê berdan beriya ku êrîş bikin. Me biryar da em li malê bimînin ji ber sekvanên hêzên Israîlê her tişta tev digere dikin hedef. Me xwe amade kir eger em karibin birevin lê qeder tiştekî din dixwest.”

‘Me got qey ew nêzî kesên xwedî pêdiviyên taybet nabin’

Nebîla Behar wiha dewam kir: "Hêzên Israîlê dest bi teqandina qata erdê ji mala me kirin. Bi wan re kûçikên polîsî hebûn. Yek ji leşkeran dengê zarokan ji qata jor bihîst û berê xwe dan wir û êrîşî me kirin. Me destê xwe hilda û derdora 40 leşkeran çekên xwe yên giran di rûyê me de hildan. Yek ji kûçikan ode lêkolîn dikir. Lawê min Mihemed li odeyekê bi tena xwe bû. Me got qey ew nêzî kesên xwedî pêdiviyên taybet nabin. Di kêliyeke bi tirs de min dengê wî bihîst. Min yekser berê xwe da odeya wî min dît kûçik êrîşî wî kiriye û laşê wî parçe parçe dike.

Dengê lawê min û êşa wî ketin guhê min. Ji kûçik re digot dûrî min here. Laşê wî hemî xwîn bû. Kesekî ew rizgar nekir ji malbat her kes di bin gefa çekan de bû. Ew jî weke min bê çare û temaşevanên vê bûyera hov bûn."

‘Keça min hewl da xwe bigihînê lê hat astengkirin’

Nebîla Behar anî ziman ku keça wê hewl daye xwe bigihîne odeyê lê ew jî hatiye astengkirin û wiha domand: “Piştî kûçikê polîsî ji lawê min dûr ket leşkeran ew birin odeyeke din û bê hewildanên cidî û bi rengekî ne mirovî xwestin birînên wî derman bikin. Dengê lawê min hat min dixwest avê vexwe lê piştî demeke kin dengê wî nema hat wê demê min zanîbû wî jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê bi demjimêrekê hêzên Israîlê ferman dan me ku em ji taxa El-Şucaiye derkevin û radest bibin. Em ji maleke xirabe ber bi yek din ve çûn heta rewş hinekî aram bibe. Piştî çend demjimêran me girûpek ji malbatan dîtin koçber dibûn. Em bi wan re reviyan û ez gelekî digiryam ji ber min lawê xwe li dû xwe ji neçarî hişt.”

‘Ez ê wê rojê jibîr nekim’

Nebîla Behar anî ziman hêzên Îsraîlê 2 ji zarokên wê girtine û heta niha tiştekî li ser wan nizane û got: "Min êşa wendabûnê kişandiye heta êşê ez westandime.” Nebîla Behar destnîşan kir ku piştî leşkerên Îsraîlê vekişiyane ew vegeriyane malên xwe û wiha got: “Piştî operasyona leşkerî bi dawî bû, em vegeriyan malê. Me lawê min li odeyê avêtî dît. hatibû qetilkirin û tijî xwîn bû. Termê wî dest bi helandinê kiribû. Av jê dihat. Hat xuyakirin ku artêşa Îsraîlê birînên wî bi şaşeke spî tenê gerandibûn. Xwîna wî rijiyabû heta ku jiyana xwe ji dest dabû. Dîmenê qetkirina kûçik ji laşê lawê min re dê heta hetayê li ber çavê min be."