Naz Aras: Li şûna koçberiyê em ê alternatîfên cuda pêşkêşî ciwanan bikin

Naz Aras, anî ziman ku ciwan ji ber bêîstîkrariya siyasî û lawazbûna aboriya li Kurdistana Federal koçber bûne û destnîşan kir ku bi kampanyaya ku dane destpêkirin dê li şûna koçberiyê alternatîfên cuda bidin ciwanan.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Şer, alozî, nearamî, bêewlehî, pêşhatên siyasî, qeyrana aborî û nebûna derfetên kar ji wan sedeman in ku ciwanan ber bi koçberiya neqanûnî ve dikişînin. Li Herêma Kurdistana Federal bi taybetî ji sala 2014’an û vir ve welatî ji ber bêîstîkrariya siyasî û rewşa nebaş a aborî koçî welatên cuda dikin. Di dema koçberiya qaçax de, her sal gelek kes ji ber binavbûna keştiyê jiyana xwe ji dest didin.

Li gor daneyên Dezgaha Lûtke ya Karûbarên Koçber û Penaberan di navbera sala 2015-2024’an de 750 hezar û 498 hemwelatiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê koç kirine. Li gor van daneyan;

*Di sala 2015’an de 186 hezar û 422 hemwelatî koç kirine, 25 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 7 koçber winda bûne.

*Di sala 2016’an de 160 hezar û 717 hemwelatî koçkirine, 87 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 45 koçber winda bûne.

*Sala 2017’an 92 hezar û 691 hemwelatî koçkirine, 29 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 67 koçber winda bûne.

*Di sala 2018’an de 69 hezar û 203 hemwelatî koç kirine, 45 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 25 koçber winda bûne.

*Sala 2019’an 53 hezar û 240 hemwelatî koçkirine, 47 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 10 koçber winda bûne.

*Di sala sala 2020’an de 34 hezar hemwelatî koçkirine, 18 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 17 koçber winda bûne.

*Di sala 2021’an de 53 hezar hemwelatî koçkirin, 46 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 47 koçber winda bûn.

*Di sala 2022’an de 71 hezar û 225 hemwelatî koçkirin, 17 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 7 koçber winda bûn.

*Di sala 2023’an de 19 hezar û 500 hemwelatî koçkirin, 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan û 2 koçber winda bûn.

*4 mehên destpêkê yê sala 2024’an 10 hezar û 500 hemwelatî koçkirin, 22 koçberan jiyana xwe ji dest dane û 12 koçber winda bûne.

‘Qeyrana aborî sedemê serke ya koçkirinê ye’

Rêvebera Kampanyaya Hêzdarkirina Ciwanan Naz Aras diyar kir ku koçberiya ciwanan a ji bo Kurdistana Federal bi şert û mercên nebaş ên aborî, nebûna derfetên kar û bêîstîkrariya siyasî ve girêdayî ye. 

Naz Aras diyar kir ku ciwan û çîna xwendevan, piştî temamkirina xwendinê derfetê kar ji aliyê hikumetê ve nayê dayîn, her wiha ev çend sale tayînkirin ji aliyê hikumetê ve hatiye rawestandin û wiha got: “Ji ber wê ciwan li rêyên ku koçbikin di gerin, bê hêvîbûna ciwanan sedemê temamnekirina xwendina ciwanane. Ciwan bi hêviya jiyanek baştir koçdikin, lê belê agahiya wan ji wê di rêde rastî kijan metirsî û astengiyan bên nîne. Me di çend semîneran de behsa ew pareye ku ji bo koçkirinê welatek din tê xerckirin, bi wê pareyê dikarin karekê di welatê xwe de ava bikin û bibin xwedî karê xwe.”

‘Pêwîstiya ciwanan bi derfetê kar û tayînbûnê heye’

Naz Aras da zanîn ku bi riya ragihandina kampanyayê rêgirî li koçkirina cewan çêbû, ciwan ji bo mayîna di welatê xwe de hewl didin û wiha got: “Bi riya ragihandina kampanya ‘Neçe çêbike’ em hewl didin ciwanan di welatên wan de bihêlin, daku jiyana xwe û malbata xwe nexin xetiriyê û koça ne zagonî nekin. Herwiha em rêyên karkirin û avakirina derfetê kar û karê pîşeyî nîşa ciwanan didin. Ciwanên me tenê ew kesên ku bi silametî gihane welatên ji derve dibînin. Lê belê gelek çîrokên bi êş yên di riyên gihanê de keştiyên wan bin av dibin  jiyana xwe ji dest didin û beşek ji malbatan ji hev qût dibin, ciwan beriya biryara çûnê bidin divê pêşeroj û karesatan jî bi fikirin.”

‘Hişyarkirina ciwanan bi riya semîneran giring e’

Naz Aras wiha behsa xirabûna rewşa mirovên ku koçkirine kir û got: “Civakek ciwan têde nebe, di aliyê pêşxistina mirovî û tevahî sektorên jiyanê de rastî ziyanan tên. Ji bo mayîna ciwana di welat de pêwîstî bi bichbûnê heye, peydakirina derfetê kar rêya xweşkirina ji bo mayîna ciwanane. Divê em ciwanên xwe derbarê ew metirsiyên ku ciwan di dema koçkirinê de rastî tên agahdar bikin. Bi riya semîner, panel û civînan agahdar bikin. Her wiha piştî hişyarkirinê divê em derfetê kar jêre peyda bikin, daku ji bo dahata jiyana xwe kar bikin. Her wiha hêza pîşeyî û zanista ciwanan pêşbixwîn.”