Pêşîgirtina zewaca di temenê biçûk de bi qanûnan pêkan e

Ji bo ku mirov rê li ber çareseriyek radîkal vebike û encamên baş bigre divê hemû pîvanên dîrokî, olî û civakî yên vê diyardeyê bên lêkolînkirin. Xaliya Nîmet dibîne ku zewaca di temenê biçûk de di hin civakan de adat e û encamên neyînî li ser jinan çêdike.

SÊBILIYA EL-ÎBRAHÎM
Minbic- Tevî hebûna qanûnên ku zewaca biçûk qedexe dikin jî di encama şer û hejariyê de, gelek malbat ji bo ku ji barê zarokên xwe yên keç xilas bibin, wan zû dizewicînin. Pêkanîna qanûnên parastina jinan dibin destpêka çareseriyê da ku bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji vê diyardeyê xilas bibe.
Rêjeya zewaca di temenê biçûk de li Minbicê û gundewarên wê ji % 75 e, pirzewacî ji % 50, dozên hevberdanê ji % 65, şîdeta li dijî jinan ji % 30 e. Li Reqayê rêjeya zewaca di temenê biçûk de ji % 30, pirzewacî ji % 70, bûyerên tundûtûjiyê ji % 50 û bûyerên hevberdanê gelek zêde bûne. Li bajarê Tebqayê, rêjeya zewaca di temenê biçûk de gihîşt ji % 30 û pirzewacî ji % 35 e. 
Ev yek li gorî daneyên ku ji hêla Rêveberiya Jinan ve li herêmên navborî hatine çêkirin e.
Divê hemû pîvanên dîrokî, olî û civakî yên vê diyardeyê bên lêkolînkirin
Rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (Zanista Jinê) li bajarê Minbicê Xaliya Nîmet dibêje ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de xwedî hêmanên civakî û olî ye û wiha didomîne:  “Ev diyarde di van demên dawî de zêde bûye, ne nû ye û niha hewce ye çareserî jê re were dîtin.” 
Xaliya Nîmet diyar dike ku hilberandin di destpêka avabûna mirovahiyê de ji bo domandina zindîbûnê hewcebûnek bû lê di dema niha de xetera windabûn û tunebûnê tune ye. Nebûna hişmendiyê û nebûna rêxistinkirina jiyana civakî û hewldana têrkirina daxwazan, bû sedema zêdebûnek niştecihî ya ne rêxistinkirî ku xeterê li ser tenduristî û avabûna civakê çêdike. Xaliya wiha didomîne:
“Ev diyarde ne bi ramana eşîrî yan civakan ve têkildar e. Di qonaxa serdestiya desthilatdariya zilam de li ser civakê, pêdivî hebû ku hejmara mêran zêde bibe da ku bikevin şeran, hêzê zêde bikin û desthilatdariyê bidomînin û ev yek jî bû sedema zewaca zû di destpêka belavbûna vê diyardeyê de.”
Li cihê zewaca fermî berê pergala koletiyê hebû 
Xaliya Nîmet di berdawamiya axaftina xwe de got; "Di dema borî de ji ber hebûna hevsengiyê, aheng di navbera zarok û bav de serdest bû lê ev bi derketina şeran û derketina împaratoriyan re li ser bingeha hin xanedaniyên ku ji hêla mêran ve tên birêvebirin, hat guhertin. Ji ber vê rola jinan tenê di çarçoveya xwedîkirina zarokan de ma û mafên wan di jiyanê û di dema zaroktiyê de hat desteserkirin. Bi vî rengî diyardeya pirzewaciyê belav bû.
Di serdemeke ku zewaca fermî tunebû, hebûna "jinên kole" belav bû. Civak ji pergalên exlaqî dûr ketin û desthilatdariya mêr bi gelek qanûnan list da ku riya rast tune bike û xizmetî berjewendiyên xwe bike. Der barê têkoşîna li dijî diyardeyên pirzewacî û zewaca di temenê biçûk de, rêveberiyê destnîşan kir ku divê jin bi tena serê xwe şer nekin. Îro divê her kes bi vê diyardeyê re şer bike. Ew pirsgirêkek gelemperî ye ne tenê jinan tune dike. Bi xilasbûna ji vê diyardeyê, em ê bigihîjin civakek demokratîk a azad ku wekhevî lê serdest be.
Şerê li Sûriyeyê bû sedema zêdebûna vê diyardeyê 
Li Sûriyeyê, şerê ku di sala 2011’an de dest pê kir di zêdekirina van her du diyardeyan de rol lîst. Ji ber vê yekê gelek jin neçar man zû bizewicin, bi hinceta parastina wan û sivikbûna barê jiyanê li ser malbatên wan. Zarok nikaribûn malbatek bi tendurist ava bikin, ji ber vê yekê her diçe em zêdetir rewşên berdanê dibînin.”
Der barê encamên neyînî yên li ser kesên temenê biçûk Xaliya Nîmet diyar dike ku ji ber temenê biçûk jin rastî bûyerên zêdeçûyîna xwînê û deformasyonên ku li ser bedena wê çêdibin, nemaze di malzarokê de ku dibe bibe sedema mirina wê tên.
Ji bo dawî li van diyardeyan were divê tedbîr werin girtin
Xaliya Nîmet diyar dike ku divê gelek tedbîr werin girtin da ku ev her du diyarde werin sekinandin, ya herî berbiçav jî sepandina qanûnên jinan e ku ji hêla Kongreya Star ve li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşniyarkirin û di Çileya 2014’an de ji hêla Encûmena Zagonsaz ve hatiye pejirandin û Nivîsgeha Dadweriya Civakî hatiye damezrandin. Lê heta niha ev qanûn li ser tu kesê ji bilî karmendên di nav saziyan de li herêmên Minbic, Reqa û Tebqayê nehatiye pêkanîn.
Komîteya Jinan di 6’ê Îlona 2018’an de hat damezirandin, da ku nexşeyekê di nava sala 2021’ê de destnîşan bike û tê de li ser yekitiya jin li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê bixebite.
Rêvebera Navenda Lêkolînên Jineolojiyê (Zanista Jinê) ya bajarê Minbice, Xaliya Nîmet di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje; "Bi awayekî rewşenbîrî pirsgirêk bi riya semîneran tên vegotin. Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Meclisa Dadê û Nivîsgeha Edaletê di vê yekê de dibin alîkar.”