Pergala Neteweya Demokratîk azadiya tevahî civakan e

Rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk a Navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nuha Omer der barê armanc û girîngiya pergala Akademiya Civaka Demokratîk de ji ajansa me re axivî.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Hizra Neteweya demokratîk, piştî ku hat ragihandin, ji aliyê gelan ve bi xweşhalî hat pêşwazîkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî ku ji birîneke bêderman re derman dîtibe, hizra Neteweya demokratîk dît û diyarî gelan kir. Helbet tevahî şoreşên ku heta roja îro hatine lidarxistin, di dereceya yekemîn de şoreşên fikrî ne û ji bo pêşxistina fikir, pêdivî bi perwerdekirinê hene ji hemû hêlan ve. Li ser vî esasî ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve pergala Civaka Demokratîk li ser fikrên demokratîk û azadiyê hat avakirin û şaxê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kir heta ku hemû pêkhateyan di nava xwe de hewand. Têkildarî vê mijarê, rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk a Navçeya Amûdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nuha Omer ji ajansa me re axivî.

“Yekemîn Akademiya Civaka Demokratîk di sala 2013’an de hat vekirin”

Nuha Omer qala avakirin û armancên Akademiya Civaka Demokratîk kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Weke civakeke ku di gelek pêvajoyan re derbas bûye, pêwîstî bi guhertinê hebû. Perwerdekirin tenê di warê meslekî de têrê nake û weke akademiyên Civaka Demokratîk taybetmendiyên xwe yên cuda hene. Armanca wê ya sereke jî perwerdekirina civakê ye û guhertina hişmendiya kevneşop e, ji ber ku civak gelek bi zîhniyeta desthilatdar a 5 hezar salan bi bandor bûye. Mixabin civak gelekî ji kesayeta xwe, xweza û çanda xwe dûr ketiye lewre pêdivî bi avakirina akademiyên li ser rehendên civak û neteweya demokratîk hebû. Destpêkê di sala 2013’an de bi navê Akademiya Nûrî Dêrsimî hat birêxistinkirin û ji xwe paşê jî veguherîn Akademiyên Civaka Demokratîk. Bi demê re li gelek bajaran ev akademî hatin avakirin heta niha li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24 akademiyên Civaka Demokratîk, di nav de du akademiyên jinan ên xweser hene.”

“Akademiyên Civaka Demokratîk li ser pênc komîteyan xwe birêxistin dikin”

Nuha Omer da zanîn ku sîstema akademiyên Civaka Demokratîk li ser pênc bingehan an jî pênc komîteyan xwe birêxistin dikin ku her yek ji wan erkekî cuda digre ser xwe û wiha dirêjî li gotinên xwe anî: “Akademiyên Civaka Demokratîk li ser pênc bingehan xwe birêxistin dikin, bingeha yekemîn Komîteya Perwerdeyê ye, ya duyemîn Komîteya Lêkolînê ye, Komîteya Darayî, Komîteya Arşîv û Komîteya Jin e. Her komîteyek ji van komîteyan xwedî erkeke cuda ye, wekî Komîteya Perwerdeyê erka wê birêxistinkirina endamên perwerdeyê ye. Her wiha Komîteya Jinan di aliyê xweseriyê de rola xwe dilîze. Di heman demê Komîteya Lêkolînê broşuran çêdike û li ser mijarên ku werin dayîn lêkolîn dike li gorî pêvajoyê û dema ku tê jiyîn û her sê mehan kovara xwe ya lêkolînê derdixin û li saziyan tê belavkirin. Jixwe ji sedî 60 civak tê perwerdekirin û 40 jî kesên di nav saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser perwerde dibînin di van akademiyan de. Temenekî taybet tune ye, her kes dikare tevlî bibe ji çi pêkhateyê be, tevî zarokan jî.”

“Civaka ku di milê fikir de ne pêşketî be dê nikaribe tiştên nû biafirîne”

Nuha Omer destnîşan kir ku civaka di milê fikir de ne pêşketî de dê nikaribe tiştên nû biafirîne û got: “Ferq û cudahiya di navbera însan û zindiyên de, fikr e, dema ku mirov di firkên xwe de pêşketî be, dê di jiyana xwe de jî pêşketî be. Di nava jiyana Akademiyên Civaka demokratîk de ev yek diyar dibe, em dibînin çawa dema mirov xwe di milê mejî û fikir de xurt dike û bi pêş dixe, jiyana wê/î jî bi regekî erênî ji hemû milan ve bi pêş ve diçe û birêxistin dibe. Bêguman civaka ku fikrên wê tune bin, ev civak dê nikaribe tiştên nû biafirîne û bi pêş bikeve. Tişta herî zehmet di jiyanê de guhertina fikrên mirvan e. Bi taybetî dema ku ev fikir şaş be û bi hezaran salan hatibe rûniştandin di mejiyê van mirovan de û ev hesabekî zanistî ye. Lewma bi perwerdeyeya mehekê yan jî du mehan guhertinên ji kokê ve çênabin, tevî vê yekê jî em nikarin bibêjin ku qet guhertin çênabe belê heta astekê guhertinên erênî çêdibin û hinek dem dixwaze.”

Birêxistinkirin û perwerdekirina li herêmên rizgarkirî

Nuha Omer behsa sîstema akademiya Civaka demokratîk li herêmên rizgarkirî û asta qebûlkirina wan ji vê pergalê re kir û wiha berdewam kir: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên rizgarkirî jî akademî hatin avakirin, pêkhateyên Ereb bi rastî jî gelek zilm dîtine ji DAIŞ, Cebhet El-Nusra û dewleta tirk ji ber vê yekê hişmendiya wan pir hatiye belavkirin û pêwîstî bi guhertin û veguhertinê heye. Em dikarin bibêjin ku heta astekê ew jî beşdarî vê sîstemê dibin û qebûlkirineke wan heye. Rast e dibe ku di destpêkê de zehmetî hatibin kişandin, bi taybetî zîhniyeta hişk a ku li ser jinan tê meşandin. Civaka Ereb gelek pîvanên me ne li gorî xwe dibîne û bi nêrîneke neyînî lê dinêre. Di roja îro de û piştî ku sîstema Rêveberiya Xweser hat rûniştandin di wan herêman de jî hejmara kesên ku tevlî kar û xebatê dibin bi taybetî jî jinan bêtir bû êdî jinên ji pêkhateyên din jî doza mafên xwe dikin û azadiya xwe dixwazin, di heman demê de xwesteka wan çêdibe ku tevlî akademiyên perwerdekirinê bibin û xwe di hemû milan de bi pêş bixin û zana bikin. Herêmên ku hatin dagirkirn ji hêla dewketa tirk a dagirker ve jî akdamî hatin sekinandin û niha li şûna wan li kampan perwerde tên dayîn ji koçberan re.”

Rola Komîteya Jinan di sîstema perwerdeyê de, naskirina dîrok û mafên jinan e

Nuha Omer bal kişand ser rola jinan di rêxistinkirin û rêvebirina akademiyan de bi taybetî ji bo naskirina jinan ji dîrok û mafên xwe re û got: “Yek ji bingehên rêxistinkirina Akademiyên Civaka demokratîk, Komîteya Jinan e. Rola jinan di nava van akademiyan de ya herî girîng e, bi taybetî ji bo me wekî jin, ji ber ku yên herî zêde bi wan ve radibin û erkên birêvebirina wan li ser milên xwe digrin, jin in. Di mijarên sereke de di nav bernameyên perwerdeyê de naskirina jinan ji dîrok, maf û kesayeta xwe ye. Gelek jin hene ku dîroka xwe nas nakin û di nav jiyana derew de dijîn bêyî ku rastiyê bizanibin, bi saya van perwerdeyan êdî jin ketine wê ferqê û xwe baş nas dikin, dizanin çawa xwe li ser piyan bigrin bêyî ku hewcedarî tu kesî bibin.”

“Sîstema me ne sînordar e li gorî demê û pêvajoyê bernameyên me tên guhertin”

Nuha Omer diyar kir ku pergala Akademiya Civaka Demokratîk ne sînordar e û li gorî pêvajoyê tê guhertin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava civakê de heta astekê zanebûn çêbûye, civaka me ne weke berê ye. Em wekî Akademiyên Civaka demokratîk xwe di nav qaliban de sînordar nahêlin, her dem mijar li gorî pêvajoyê û li gorî demê tên guhertin, em dikarin bibêjin ku mijarên dihatin dayîn berî çend salan ne wekî yên vê demê ne. Piştî konferansa me ya pêncemîn, me sîstem û stratejiya xwe da guhertin ku êdî li ser sê astan tê birêxistinkirin û di warê pratîkî de meşandin. Mijarên ku bêtir bal li ser wan tê kişandin di vê demê de îro şerê gelê şoreşgerî ye, di heman demê de hunerên rêveberiyê ku çawa kesên di saziyan de dixebitin bi rastî jî bikaribin bi hunerî rêveberiyê bikin. Her dem pêdivî bi guhertin û veguhertinê heye, perwerde ji bo hemû ferdên civakê ye. Ev yek girêdayî fikrên mirov e û gere fikir her dem weke avê biherike.”