Desteya Jin pêngava xwe ya ji bo zarokan berdewam dike
Rêvebera buroya parastina zarokan a Desteya Jin, li kantona Efrîn Şehbayê teqez kir ku ji bo zarokatiyeke saxlem û jiyana bi ewle, azad û bi rûmet çalakiyên pêngava buroya parastina zarokan berdewam dikin.
RAPERÎN BEKIR
Şehba- Di bin sernavê “Ji bo zarokatiyeke saxlem tendirustî, parastin, pêşxistin û hişyarî” de buroya parastina zarokan a Desteya Jin a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 21’ê Sibata borî de dest bi pêngavek ji bo piştgiriya zarokan kir. Ji bo ku zarok di aliyê derûnî û civakî de di nava tenduristiyê de bijîn û jîngeheke baş were avakirin dê pêngav heta 19’ê Mijdarê berdewam bike.
‘Ji ber şer û pevçûnên li herêmê mafên zarokan hemû hatine binpêkirin’
Der barê pêngava ku hatiye destpêkirin de rêvebera buroya parastina zarokan a Desteya Jin a kantona Efrîn Şehbayê Rîhab Cibo got: "Mafên zarokan ji ber rewşa şer tên binpêkirin û zarok tên îstîsmarkirin. Zarok rastî hemû cureyên tundî û îstîsmarê tên. Şer bandoreke mezin li jiyana wan kiriye. Weke mînak krîza li Sûriyeyê ya 13 sal in didome, bûye sedem ku zarok ji mafên xwe yên herî biçûk bêpar bimînin. Tevî ku di civakê de divê ji bo baldarî zêde be jî; mixabin ji hemû mafên xwe bêpar mane. Tevî hemû rewşên li herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê rû didin jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk zagona parastina zarokan derxist. Ev zagon piştî lihevkirina di navbera Neteweyên Yekbûyî û hêzên QSDê de hat derxistin. Tê de tê teqezkirin ku divê zarok ji hemû cureyên îstîsmar û binpêkirinan werin parastin. Li ser vê bingehê buroya parastina zarokan di nava Desteya Jin de hat avakirin."
‘Bi zagonan em hewl didin mafên jin û zarokan biparêzin’
Rîhab Cibo axaftina xwe wiha domand: "Beriya niha me zagona parastina jinan ji qirkirinê û parastina mafên wan derxist. Me zagona parastina mafên zarokan jî derxist ji bo em ji her aliyî ve piştgiriya wan bikin. Me dest bi pêngavek jî ji bo parastina zarokan kir û dê 3 mehan berdewam bike. Di nava pêngava me de birêxistinkirina çalakiyan ji bo zarokan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di nav de herêma Şehbayê jî heye. Di herêmê de çandeke kevin heye civak li ser ava bûne. Ev çand bandorê li parastina mafên zarokan dike ji ber wê em zehmetiyan di vê zihniyetê de dibînin. Bi riya hişyarî û belavkirina çanda parastina zarokan em hewl didin ji vê zihniyetê xilas bibin."
‘Gelek zarok ji ber rewşên civakî yan jî aborî ji perwerdeyê bêpar mane’
Rîhab Cibo li ser rewşa perwerdeyê jî wiha got: "Perwerde û fêrkirin ji mafên sereke yên zarokan in. Bi taybetî di van rewşên û krîzên li Sûriyeyê de. Gelek zarok ji ber rewşên civakî yan jî aborî ji perwerdeyê bêpar mane. Weke tê zanîn herêma Şehbayê di dorpêçeke giran a hikûmeta Şamê de ye û ev yek di aliyê aborî de bandorê li jiyana zarokan dike. Ji ber wê, di nava zagonên buroya parastina zarokan de perwerdeya bi qonaxên yekemîn û duyemîn de girîng û pêwîst e. Em bi hemû karînên xwe hewl didin di aliyê derûnî, manewî û civakî û madî de piştgiriyê bidin ji bo mafên mafên sereke yên zarokan."
‘Em di her warî de piştgiriyê didin zarokan’
Rîhab Cibo diyar kir ku pêngava wan di nav xwe de berfirehkirina qadên zarokan û alîkariya jinên ku kar dikin dihewîne û wiha bi dawî kir: "Em piştgirî û alîkariyê ji bo baxçeyên zarokan dikin. Em kar li ser birêxistinkirina şahiyên bo ji zarokan dikin alîkariya zarokên sêwî dikin û broşurên hişyariyê li Şehbayê belav dikin. Ger zarokek tundî lê bibe zagonên cezakirina sûcdar hene. Em serdana dibistan û malan dikin ji bo rewşa zarokan bizanibin. Me serjimariyên rêjeya karkirina zarokan jî li kantona Efrîn Şehbayê kom kirine. Li ser bingeha wê bernameyek ji bo şopandina rewşa van zarokan hatiye danîn. Ji bo em wan vegerînin dibistanên wan çi ji me were em ê bikin lewre zarok pêşeroja civakê ne."