Jinên bi motorsiklet ên Bêsaranê

Li Bêsaran jin li dijî hemû zextên civahê fêrî bikaranîna motorsikletê bûne, jinan tiştên jiyan kirine ji ajansa me re anîn ziman.

ESRA EZÎZÎ

Bêsaran – Li bajarê Bêsaran ya Rojhilatê Kurdistanê, her çend piranî jin rastî zextan were jî, riya vekirina azadiya xwe bi awayekê dibînin. Li Bêsaranê demek dirêj e bikaranîna jinan a motorsikletê ne qedexeye, lê belê ji ber zextên civakê jinên ku hîs dikin xwe paş de bikşînin hene. Jinên ku dibêjin ferqa wan ji mêran nîne, tevî hemû lênêrînên ne xweş jî karên xwe asan kirine û ji bo xwe hê azad hîs bikin bikaranîna motorsikletan didome.

Sabrî Alirmaei ev 4 sal e motorsîklet bikar tîne û ev jê re bûye azwerî. Sabrî Alirmaei da zanîn ku di heman demê de ji bo jinên ku dixwazin fêr bibin dibe alîkar û wiha got: “Ez dixwazim asta motorsikletvanan zêde bibe, êdî li vê derê zêdeyî 50 kesan motorsikletê bikar tîne. Ez di wê hêviyê de me ev ê li hemû gundan hebe û bibe kevneşopiyek. Ez bi karanîna jinan ya motorsikletê weke rumetekê dibin im.” Sabrî Alirmaei destnîşan kir ku bavê wê û birayê wê li dijî bikar anîna motorsikletê bûn û lê belê bi israra xwe wan ji vê sekna dijber vegerandiye û wiha got: “Min kredî kişand û motorsikletek anî. Ez li dijî wan sekinîm. Ji bo serkeftina vê, ji bo min pirsgirêka rumetê bû.” Sabrî Alirmaei got ku ne tenê ew di malbatê de motorsikletê bikar tîne û li gel wê jî êdî xwîşka wê jî motorsikletê bikar tîne û têkoşîna wê ji her kesê re bûye mînak.

Samia Moradî ku motorsikletê bikar tîne wiha got: “Li welatê me bikaranîna jinan ya motorsikletê fermî bûye. Jin motorsikletan ji bo deşta, çûyîna baxçe, karê çandiniyê û alîkarîdayîna malbatê bikar tîne.”

‘Ez dixwazim hemû jin beşdarî me bibin’

Suheyla Pirî diyar kir ku dema ku motorsikletê bikar tîne xwe gelek baş hîs dike û wiha got: “Ez spasiya malbata xwe ku ev şert ji bo min avakiriye û xwîşka xwe ya ku bikaranna motosîkletê fêrî min kiriye dikim. Ji sala 1987’an heta niha jin hêdî hêdî fêrî bikaranîna motorsikletê bûne û hejmara me ya bikaranîna motorsikeletê zêde bûye. Ez dixwazim jinên ji gundên din beşdarî me bibin û bi hevkariya gundiyan em van şartan ji wan re jî ava bikin.” Suheyla Pirî da zanîn ku li gund bi karanîna mototsikletê karê wan hêsan dike û wiha got: “Li gund bi motorsikletê em gelek karan dikin. Mêr jî baş li vî karî meyze dikin. Ez di wê hêviyê de me hemû jin bigihin hemû tiştên ku xeyal dikin û ji ber zayandên wan, wan ranawestînin.”