Ciwanên Xezayê rojane li hember şer û xizaniyê li ber xwe didin

Jinên ciwan ên Xezayê Aya Selûha û Besma Şeqûra ruxmê êrişên rojane yên Îsraîlê hewil didin ewlehiya jiyanî pêk bînin û rojane debara xwe bikin ji ber ku hemû berpirsiyartiyê malbatê girtine ser milê xwe.

NEXEM KERACE

Xeza- Êrişên Îsraîlê ên li ser Zîvala Xezayê salek li pey xwe hişt û êriş bê navber didome. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê her roj bîlançoya şer eşkere dike. Tê diyarkirin ku di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Zîvala Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 42 hezar û 847 û hejmara birîndaran jî bûye 100 hezar û 544. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piranî jin û zarok in.  Her wiha jinên li Xezayê mane di nav xizaniyek kûr de ne.  Ji ber vê yekê derfetên herî biçûk jî bikartînin û debara hewil didin debara xwe bikin.

Jinên ciwan ên li Xezayê ji ber nebûna derfetên kar û jêderên hatiniyê neçar dimînin ku di qadên aktîvkirina zarokan û belavkirina alîkariyê de bixebitin da ku di şert û mercên dijwar ên aborî de jiyana xwe bidomînin. Aya Selûha û Besma Şeqûra yek ji wan ciwanan in ku li Xezayê bi xizaniyê re têdikoşîn, barê malbatê girtine ser milê xwe û belavkirina alîkariyê de dixebitin.

‘Wekhevî di belavkirina alîkariyan de tune ye’

Aya Selûha ya li Zîvala Xezayê dijî dibêje: "Ji dema şer destpê kiriye ez li derfetek kar digerim ji bo tirsa rojane ya em dijîn derbas bikim. Her wiha dixwazim debarek rojane hebe têra min bike. Rewşa li Bakurê Xezayê rê ji hilbijartinê re venake. Wekhevî di belavkirina alîkariyan de tune ye. Derfetên kar yên berdewam jî tune ne. Ez û ciwanên mîna min li awayên nû yên rakirina berpirsyariyan digerin. Em behsa saleke ji mehrûmkirina mafan dikin. Em westiyane."

‘Şerê me şerê hebûnê ye’

Aya Selûha ya got ku berpirsiyartiya malbatê ketiye ser milê wê û diyar kir ku jin bi tena xwe li hember xizanî û birçîbûnê sekinîn, wiha pê de çû: “Tişta em li vir dikin ne tenê kar e lê belê şerê hebûnê ye. Em di rewşên dijwar de kar dikin. Kesek van rewşan tehemul nake. Em xwe xwedî dikin û hewil didin li hember van rûbirûbûyînan bi hemû hêza xwe bisekinin. Li şûna em li bende cîhana bêdeng bimînin me biryar da em tev bigerin."

‘Em hewil didin bi jiyanê ve girêdayî bin’

Aya Selûha niha di karê belavkirina alîkariyên xwarinê de bi heqdestekî kêm kar dike, dibîne ku kar gaveke girîng e ji bo peydakirina debara wan û wiha anî ziman: "Ev ne tişta em dixwazin bikin e lê belê ev li ser me hatiye ferzkirin. Ez di nav salekê de bi gelek êşan re derbas bûme. Heta niha em hewil didin bi jiyanê ve girêdayî bin. Em rojane neçar dimînin jiyana xwe bixin metirsiyê de ji bo em debara xwe bikin. Her roja derbas dibe azarên me zêdetir dibin lê belê em di karê xwe berdevam dikin. Ez carnan neçar dibim berê xwe bidim herêmên metirsîdar."

‘Ez neçar mam dest ji mamostetiya xwe berdim’

Besma Şeqûra di rewşeke mîna rewşa Aya Selûha de dijî lê belê wê awayekî cuda hilbijartiye bi taybet piştî dijwariya şer hişt ku dest ji projeya xwe ya bi navê perwerdeya biçûk berde. Besma dibêje: "Projeya ku min demek dirêj li ser kar dikir piştgiriya pêwîst negirt. Her wiha projeya min nikarîbû li hember rewşa aborî ya zehmet li ber xwe bide. Ez neçar mam li berdêlan bigerim ji bo debara xwe bikim. Ez neçar mam dest ji mamostetiya xwe berdim. Min li awayên nû geriyan. Ez tevlî tîma ciwanan bi navê "Sourire" bûn û min dest bi karê pêşkêşkirina xizmetên piştgiriya derûnî û civakî ji zarokan re kir. Ev derfet piştî gelek hewildanên lêgerîna kar ji min re hat. Tevî min xwe di vî warî de nedidît jî lê rewş hişt ez vî barî rakim."

‘Tu bijardeyek li ber jinên ciwan ên li Xezayê tune ne’

Besma Şeqûra destnîşan kir ku beriya ew tevlî tîma kar bibe perwerdeyek duqat dît û wiha domand: "Ez ji bo danûstandina bi zarokan re û piştgiriya derûnî hatim amadekirin. Ne hêsan e tu di rewşeke şer de bî û bi zarokan re bikenî. Lê belê min nameya xwe di vî karî de dît. Nameya min jî ew e ku ez hêviyê bixim dilê wan ê zarokan de. Tu bijardeyek li ber jinên ciwan li Xezayê tune ne. Gelek mîna min hene li derfetên kar digerin û çi bi dest wan dikeve dikin. Em beşa herî zêde ji şer bandor dibin e. Her tişta em dikin ji bo em ji rewşa aloz derkevin e."