Şîrîn bi çêkirina tenûran çanda xwe diparêze
Jinên Kurd ji dîrokê ve heta niha her dem hewl didin çanda xwe biparêzin. Şîrîn Osman a li navçeya Çemçamalê dijî, ji bo parastina çanda Kurdî tenûran bi axê çêdike.
Çemçemal- Şîrîn Osman a li navçeya Çemçamala girêdayî bajarê Silêmanî dijî, 50 sal in bi çêkirina tenûrên ji axê yên cur bi cur re mijûl dibe. Hewl dide bi riya vî karî çanda kevin a Kurdî biparêze û jinên din jî fêr bike.
‘Ez ji dayik û pîrika xwe fêrî çêkirina tenûran bûm’
Şîrîn Osman pêncî sal in tenûran çêdike û di temenê 8 salî de ji bo fêrbûnê dema dayik û pirîka wê tenûrê çêdikirin li wan mêze dikir û dixwest nan li tenûrê bide. Şîrîn Osman ji bo çêkirina tenûrek baş a ji axê çêbike axa ji gundê Qûretuwe tîne û wiha got: “Axa navçeya Çemçamalê bi kêrî çêkirina tenûrê nayê. Destpêkê ez axê tînim û piştre dixim nava naylonê û heta du sê hefteyan dihêlim. Di demên berê de jinan tenûr çêdikir ne mêran. Destpêkê em axê tînin û piştre dikin herî ji bo demek diyarkirî, em xwê dixin navê. Xwê wisa dike ku tenûr xwe bigre nederize. Rasterast em kayê naxinê, ji ber heriya wê reş dike, dema ku em dest bi çêkirina tenûrê dikin, ber dem kayê jî dixin navê da ku zêdetir xwe bigre û qayîm bibe.”
‘Werza herî baş ji bo çêkirina tenûrê werza havînê ye’
Şîrîn Osman li gel çêkirina tenûrê, malbata xwe jî bi rê ve dibe û zarokên xwe perwerde dike, da zanîn ku çêkirina tenûrê çavkaniyeke ji bo dahata jiyanê û wiha got: “Xelk ji nanê tenûra ji axê hez dikin. Ev jî wisa dike ku daxwazên ji bo tenûrên axê zêde bibin. Ji navçeyên cuda xelk daxwaza tenûran dikin û ez ji wan re çêdikim. Çêkirina tenûran ne tenê bi awayekî ye, tenûrên kadeyan ji tenûrên nan biçûktir in. Dema herî baş ji bo çêkirina tenûrê werza havînê ye, ji ber ku di zivistanê de ji ber baranê tenûr dereng hişk dibin. Di werza havînê de ji derveyî tenûran ez kuçikê axê jî ji bo çêkirina xwarinê çêdikim.”
‘Ez hewl didim çanda Kurdî biparêzim’
Şîrîn Osman da zanîn ku di werza havînê de rojê tenûrek ji axê çêdike lê belê di werza zivistanê de du heta sê rojan temam dike û got: “Ez bi awayê parçe parçe tenûrê çêdikim, hemûyan bi carekê çênakim ji bo ku hişk bibe û xwe bigre, piştre parçeyên din çêdikim. Tenûrên min ji yên xelkên din cudatir in. Ez di beşa navê de wisa dikim da ku her kes bikaribe tê de nan çêbike û bizanbe yên min in. Xelk gelek ji tenûran hez dike, ji ber dizanin yek ji çanda kurdewar a kevnar e. Daxwaza min ji jinan ew e ku fêrî çêkirina tenûran bibin, da ku ev çand bimîne û were parastin.”