Kongra Star li gundan xebatên perwerdê dimeşîne

Kongra Star ji jinên Ereb re dewreyeke perwerdeyê vekir. Jinên ku yekem car beşdarî dewreya perwerdeyê dibin anîn ziman ku xewnên wan mezintir bûye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Kongra Star rêxistinkirina jinên herêmê û di nav de jinên Ereb didomîne. Ji bo jinên ku li gundê Ên El-Ebid li bajarokê Qibûr Qerajina li bajarê Til Temirê yê Kantona Cizîrê dijîn, Kongra Star dest bi dewreyeke perwerdeyê ya çend rojan kir.

Dewreya ku hatiye destpêkirin, jinên ku tu carî beşdarî dewreyên perwerdeyê nebûne jî di nav xwe de dihewîne. Her wiha jinên temenê wan li seriya 60’î ye  jî di nav de cih digrin. Dayikên ku li kêleka xwe dergûşa zarokên xwe dihejandin û li dersên dihatin dayîn, baş guhdarî dikirin jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye ku dewre li gund û malên jinan bi xwe hatiye vekirin, rojane nêzî du saetan jin ji hêla endamên komîteya perwerdeyê ya Kongra Star ve dersan dibînin û di nîqaşan de jî nêrînên xwe tînin ziman.

Li ser perwerdeya ku hatiye destpêkirin, endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Diyala Mustefa her wiha jinên ku beşdarî dewreyê bûn axivîn.

Jin êdî pirsgirêkên xwe nîqaş dikin

Diyala Mustefa got ku wan ji 24 jinên gundê Ên El-Ebid ên Ereb re dewreyeke perwerdeyê dane destpêkirin û wiha domand: "Ji ber ku jinên wî gundî yekem car e beşdarî dewreyeke perwerdeyê dibin li gorî wê dersên hatin dayîn, ji dozên di nav civakê de hatin hilbijartin. Weke girîngiya perwerdeyê, dîroka jinan, koçberî, zewaca di temenê biçûk, pirzewacî û hwd. bûn. Li gorî nêrîna me ji nirxandin û beşdarbûna wan jinên ku rastî jî çavgirtî şermok û dengê wan nebû ne û yekem car bû dersên wiha dibînin. Piştî derbasbûna çend rojan ji dersên dîroka jin, danûstandin di navbera jinan de çêbûn, nîqaşên dewlemend û hêza gotina pirsgirêk û doza xwe derket holê. Armanc ew e ku jin xwe nas bikin û ji mafê xwe agahdar bin ku bikaribin bi riya mafên xwe nasnameya xwe biparêzin."

Kongra Star dest bi pêvajoyeke nû ya perwerdekirina jinan dibe

Diyala Mustefa da zanîn ku wê dewreyan gund bi gund vekin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji serdana jinan mal bi mal, êdî em derbasî pêvajoya perwerdekirina jinan kom bi kom li gundan dibin. Em ê jinan gund bi gund perwerde bikin, wan birêxistin bikin û bi dîrok û rastiya wan bidin nasîn. Bi dewreyên perwerdê jî hevgirtin û hezkirina jinan ji hevre zêdetir dibe. Her wiha em hewl didin qalibên ku civak ji jinan re çêkirine ku jin tenê ya mal û anîna zarokan e bişkînin û wê bi rastiya dîroka wê û destkeftiyên wê bidin naskirin û zana kirin."

'Di bin navê zewacê de malbat bazirganiyê bi keça xwe dikin'

Sara Hemdo El-Iwês nêrîna xwe der barê dersa zewaca temen biçûk û sûcên ku malbat der heqê keçên xwe de dike wiha anî ziman: "Ji ya ku bixwaze têbighîje re, ev dewre gelek bi sûd e. Li gor nêrîna min zewaca temen biçûk şaşîtî ye, ji ber piştî wê hevberdan tê. Nabe ku keçik zarok be û bizewice û zarokek xwedî bike. Nabe ku malbat bazirganiyê bi keça xwe bikin, di bin navê ku bila bizewice û bistrê. Pêwîst e ku diyardeya zewaca di temenê biçûk de ji holê rabe."

'Ji keçên xwe re bibin rêheval'

Rûqeya Xidir a 23 salî ku di 16 saliya xwe de dizewice û barê rêvebirina malbatê radike wiha nêrîna xwe tîne ziman: "Zewaca di temenê biçûk de hevberdanê tîne. Bi zewacê re dawî li zarokatî û jiyana zarokên keç tê. Pêwîst e dayik û bav bi zarokên xwe re rêhevaltiyê bikin, wan zana bikin û perwerdeyeke baş bidin wan. Gelek keç ji dibistanê di refê 6’an a seretayî de hatin qutkirin, tenê ji bo ku wan bidin zewicandin û bi karên çandiniyê re mijûl bikin da ku xizmeta malbata xwe bikin. Ev neheqî ye. Bawernameya serkeftinê ya keçan siberoja wan diyar dike lê baweriya civaka me bi wê bawernameyê nayê û dibêje ew bawername dê herî dawî li metbexê were daliqandin lê dema keçik dixwîne, zana dibe û nifşên li pey xwe jî zana dike."

'Xewna min mezintir bû'

Rûqeya Xidir da zanîn ku ew yekem car e beşdarî dewreyeke perwerdeyê dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi riya perwerdeyê, em ji gelek mijarên dîrokî û dozên civaka xwe agahdar bûn. Em hêvîdar in ku dewreyên wiha bidomin da ku bikaribin zarokên xwe û derdora xwe jî perwerde bikin. Xewna min ji zewacê mezintir bû, min dixwest ez astên herî bilind bixwînim û jiyana xwe bijîm piştre bizewicim lê ez neçarî adetên civakê hatim kirim. Ez bi hêvî me ku keç bixwînin, bijîn û piştre bifikirin, malbatê ava bikin."