Gel êdî li kolanên Xezayê bê maske digere

Şeza Ebû Deqa ya 26 salî destnîşan dike ku welatiyên Xezayê ji ber ramana ku şer her tişt binpê kiriye û di demeke nêz de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye êdî maske bi kar naynin û dibêje: "Zexta derûnî ku niha niştecih pê re rû bi rû ne û mirinê bi çavên xwe dibînin, tevliheviyek mezin daye çêkirin.”

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Li kolanên Xezayê gel tevî ku jidawîbûna koronayê bi guman e jî li kolanan bê maske digerin. Bi taybetî piştî bidawîbûna êrîşa dawî ya li ser herêma dorpêçkirî ku bêhêvîtiyê çêkiriye; hema bêje her kes bê maske digere. Ev yek jî ji ber nebûna rola dezgehên çavdêriyê rewşê hîn xirabtir dike. 
Semer El-Birî ya 22 salî dibêje ku ew ji dema bi koronayê ketiye heta niha maske bi kar neaniye tevî ku wê pir hewl da xwe biparêze jî dîsa bi wê nexweşiyê ketiye û wiha didomîne: “Bi hatina demsala havînê û bilindbûna pileya germahiyê re min biryar da ku ez maske bi kar neynim. Bi taybetî ji ber ku hemû welatiyên li bajêr dev ji sîstema xwe parastinê berdane ji ber ku tirsa şerê li ser wan, bû sedem ku tirsa koronayê ji ser gel rabe. Di van demên heyî de ger ku rewşên vîrusa Hindî nehatibe dîtin, rola dezgehên çavdêriyê wekî wezareta hundirîn derdikeve ku wê li ser her ajokareke ku maske bi kar nayne cezayê darayî birî. Ji bo ku li gel welatiyan tirs û fikar çêbibe û parastina xwe bikin. Derbasbûna vîrusa nû xemsarî û bêhêvîtiyê bi welatiyên Xezayê re ava kiriye, ji ber ku ev vîrus zû bi zû li laş belav dibe û mirov nikare kontol bike.”
Vîrusa Hindî tê wateya hatina du vîrusan a ba hev, bi vê yekê vîrus xurt dibe û zû belav dibe
Diyar dike ku tenê di cihên ku komek mirov hebin an jî li saziyên fermî ku ferz dikin mirov maske bi kar tînin ango bi awayekî sîstematîk tev nagerin û wiha didomîne: “Beriya çend rojan dema ku li sûkê dimeşiyam, bê maske bûm, min hin kes li dora xwe dîtin ku bi hev re bi dizî diaxivin wekî ku min sûcekî mezin kiribe. Peywira Wezareta Tunduristiyê ew e ku kongreyek bi lez li dar bixe da ku agahiya welatiyan hebe ku vîrus hê jî li Xezayê heye û her roj gelek kes pê dimrin.” 
“Divê ku hişyarî der barê vîrusê de were kirin”
Baraa Hisên a 23 salî berovjî yên din e, ew dibêje ku heta niha maske bi kar tîne bi taybetî di sûkên giştî yên ku qerebalix tê de zêde ne. Diyar dike ku ew endamên malbata xwe ji heman reftarî agahdar dike, nemaze bi derketina çend bûyerên nû re bi vîrusa Hindî, texmîn dike ku ew bi awayekî tirsanek li nav gel belav bibe. 
Beraa Hisên axaftina xwe wiha domand; “Divê ku hişyariyek der barê parastina ji vîrusê de were kirin. Divê ku ciwan semînerên haydarbûnê organîz bikin da ku xetera vê nexweşiyê were zanîn.”
Wezîra Tenduristiyê Mai Al-Kaila bi daxuyaniyeke di roja 7’ê Tîrmehê de, 20 rewşên nû bi vîrûsa Hindî li bankeriya rojava ragihand. Wê hişyarî da ku di demek nêz de dê bigihîje Xezayê.
Her wiha da zanîn ku hejmara pêketiyên nû yên bi gelemperî bi vîrusa koronayê hatine tomarkirin ev in: "Jenin 11, Tulkram 2, El-Xelîl 2, Ramallah û El-Bîra 1, Xeza 73, di heman demê de hejmara tevahî bûyerên giran û krîtîk gihîşt 30 û derziyên ku gihîştin Xezayê. 207.200 in. 
Li Filistînê bi hezaran kes bi nexweşiyê ketin û bi hezaran jî mirin
Di dema daxuyaniyê de, Wezîrê Tenduristiyê Mai Al-Kaila bang li welatiyan kir ku ji bo dermankirinê zû li ser malperên dîjîtal navê xwe tomar bikin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, piraniya derziyên ku niha tên bikaranîn pêketina bi vîrusê kêm dikin û heke ew pêşî li pêketinê negrin dê nîşaneyên giran derbikevin.
Vîrusa koronayê di Adara 2020’an de li Filistînê belav bû û hejmara pêketiyan, 8’ê Tîrmehê roja Pêncşemê, bêtirî 340,000 pêketî tomar kir û bêtirî sê hezar kes jî mirin.