Bi qetandina kosteka neviya xwe Evrîm, çanda dapîran zindî kir

Semîra Şukrî xwedî li çand, ziman, kevneşopiyên civaka xwe der tê, kosteka neviya xwe Evrîm qetand û da zanîn ku ev çandeke pir kevn e divê were parastin û domandin, ji ber temsîla çanda dayikbûnê dike.

SORGUL ŞÊXO 
Hesekê- Li gorî her netewetekê kevneşopiyên wan ên cuda hene. Ev kevneşopî û çand ji aliyê dayik û dapîran ve hatine parastin. Dibe dapîrên wê demê girîngiya wê nizanibûn lê dikaribûn civakê ji paşguhkirina çandeke hatibe windakirin, derî ne. Çand, kevneşopî, ziman û hemû exlaq û pîvanên civakê ji aliyê dayikê ve hatine parastin. Ger dayik nebûna, wê îro rewşa civaka me ne di vê astê de bûya. Semîra Şukrî ya 50 salî, dayika 4 keç û lawekî ye, li taxa Hemra ya girêdayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Semîra ji bo Şoreşa Rojavayê Kurdistanê du keçên xwe dane, her du jî şervanên YPJ'ê ne. Şervanên wê axê diparêzin, ew jî çanda dapîra xwe diparêze. Der barê qetandina kosteka neviya wê ya esmer û xwînşêrîn a bi navê xwe Evrîm, Semîra ji me re axivî û behsa girîngiya vê çandê û sûdwergirtina jê kir.
“Qetandina kosteka zarokan, kevneşopiyeke pir kevar e”
Semîra wiha dest bi axaftina xwe kir: "Qetandina kosteka zarokan, çand û kevneşopiyeke pir kevn e lê bi qasî kevnbûna wê girîngiya wê jî heye. Ji kêfxweşiya ku zarok kêlî bi kêlî û roj bi roj mezin dibe û gavên meşa xwe ya destpêkê diavêje, êdî dayik bawer nake kengî temenê wê bibe, salek û nîv da kosteka wê biqetîne. Berê kesên ciwan, jin û mêr kosteka zarokan diqetandin lê niha pir kêm bûye. Qetandina kosteka zarokan, yek ji sûdên wê ew e zaroka nû gavan diavêje, dikare bi rihetî êdî berdewam bike bêyî bikeve ango bilukume."
“Dapîra me heya vir anî, em ê jî bidin neviyên xwe û wê zindî bihêlin”
Semîra behsa girîngiya xwedîderketina li çanda xwe kir û ev yek anî ziman: "Miroveke/î xwedî li ked û çanda dapîr û bapîrê xwe dernekeve, nikare ji paşeroj û pêşeroja xwe jî agahdar be. Di heman wextê de windakirina çandê, tê wateya pişaftina mirovan jî. Dapîrên me ev çand heya roja me ya îro anî, ka em jî ji îro û şûnde xwedî lê derkevin û bigihînin neviyên xwe. Yên xwedî li vê kevneşopiyê dernekevin, ji exlaq, wijdan û rastiya xwe pir dûr in. Jê zêdetir jî divê dayik xwedî li zarokên xwe derkevin, baş perwerde bike, ji amûrên teknolojiyê dûr bixe û wê li gorî pîvanên jiyanê bi zaroktiyeke paqij û zana mezin bike. Divê dayik û bav ango dibistana malê, hemû wextên xwe bidin zarokan û perwerdekirina wan, ji ber dibistana rast û sereke mal e."
Qetandina kosteka neviyan
Semîra çawaniya qetandina kosteka neviya xwe wiha anî ziman: "Di destpêkê de em tayekî bi tiliyên mezin ê lingê zarokê ve girê didin, paşê em şekirên xwe dixin hundirê kîsekî û datînin navbera her dû lingên wê. Paşê zarok ji mesafeyeke nêzî 50 mîtro ve dibezin û ya destpêkê bighîje, ta diqetîne û şekiran ji xwe re dibe. Paşê em şekiran li tevahî zarok û jinên taxê belav dikin. Ev kêlî ji bo dayikê cihê dilşadî û kêfxweşiyê ye êdî dibîne zaroka wê mezin dibe. Di heman wextê de jî çanda dapîran zindî dimîne û ji pişaftinê dûr dikeve."
Çanda danûkan ji bo diranên zarokan
Semîra da zanîn ku hinek çandên girêdayî zarokan li herêmê hatine jibîkirin û divê werin zindîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema nû zarok diranê wê derdiketin, jê re digotin danûkê diranan. Li Kobanê heya niha ev çand zindî ye lê li herêma Cizîrê tune ye. Dema zarok diran derdixistin, dayikên me bi beroşên mezin danûk dikelandin, paşê sênîkek danûk û hinek şekirê zarokan li ser dikir û li cîranên xwe belav dikir. Îsal genim tune ye, ger hebûya min ê ev çand li vir zindî bikira."