Covîd-19 bandorek çawa li zewac û têkiliyan kir?

Mercên pandemiya gerdûnî ji zêdeyî salek e ku pirsgirêkên cidî ji bo zewac û têkiliyan çêkiriye. Statîstîkên ku di sala dawî de hatine çêkirin jî nîşan didin ku hejmara hevberdanê zêde bûye. Şêwirmenda Zewac û Têkiliyan Duygu Esman diyar kir ku tundiya li ser jinan zêde bûye û destnîşan dike ku guhnedan û paşguhkirina tundîtiya "bêdeng" di vê demê de xala herî xirab e.

PERÎ BAYAV
Îzmîr- Pandemiya Covîd-19 ne tenê li ser tenduristiya mirovan, di heman demê de li ser jiyana wan jî bandor kiriye. Erk û mercên pandemîk bi taybetî di zewac û têkiliyan de pirsgirêkên cidî afirand.
Bi qasî ku pirsgirêkên psîkolojîk li kesên ku pêvajoya pandemiyê bi piranî li malê bi tenê derbas dikin tê dîtin, di sala dawîn de zêdebûna hejmara hevberdanê yek ji wan faktoran e ku divê neyê paşguhkirin. Di dema pêvajoya pandemiyê de, ji ber ku parvekirin û têkiliyên demdirêj bi heman mirov an mirovên di hundir de çêbû, rewşeke ku me di jiyana asayî de nedîtiye bi xwe re anî. Krîz, hêrsbûn û bêtehmulî, di vê pêvajoyê de di nav pirsgirêkên herî gelemperî de ne.
Bi kurtasî, pandemiyê di jiyana me de li ser gelek tiştan bandor kiriye; têkiliyên me jî tê de ne. Li seranserê Tirkiyeyê, di hejmara kesên ku ji bo hevberdanê serî li dadgehan didin de 3-4 qat zêdebûn çebûye. Dema ku serlêdan tên vekolandin, tê dîtin ku sedema sereke ew e ku hevser perpirsyariyên xwe naynin cih. Wekî din, li gorî lêkolînan, ji Adara 2020’an ve li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan ji sedî 38,2 zêde bûye. Di têkiliyan de newekheviya zayendî kûrtir bûye. Em bi şêwirmenda Zewac û Têkiliyan Duygu Esman re li ser bandorên Covîd-19, li ser têkilî û rêjeyên hevberdanê axivîn.
"Pêwîst e ku hevjîn bi hev re biaxivin û kar dabeş bikin" 
Duygu Esman dibêje ku hevjînên nû zewicîne, berî ku ew  yekem dema destpêkê ya zewacê nas bikin bipejirînin an jî wê saz bikin, bi pandemiyê ketine dema emekdariyê. Diyar dike ku ji ber ew neçar man tevahiya rojê wextê xwe li tenişta hev derbas bikin, dikevin pevçûnek pir cidî û diyar dike ku ger yek ji hevseran ji rêz û hezkirinê dûr be, ew nikarin empatiyê bikin û ger ew helwestek rexnegir û darizandî nîşan bidin, ev ê bibe sedema pevçûnan. Her wiha balê dikşîne ku di pêvajoya pandemiyê de hezkirin, rêz û têgihîştina ji hev re pir girîng bûye. Esman destnîşan dike ku gengaz e hevjîn vê krîzê veguherînin firsendekê divê ew pêvajoyê wekî firsendek bibînin ku hev baştir nas bikin û bêtir demê bi hev re derbas bikin. Esman bal dikşîne  ku gelek pirsên wekî “Hevjîna min çi ji min dixwaze, çi hêvî dike? Ew neçar e ku tevahiya rojê li ser komputerê bixebite. Dê kî karê malê bimeşîne? Kî dê li zarok binerê, kî dê bilîze?" henê û wiha dinirxîne:
“Karê malê bi gelemperî ji jinan re tê hiştin. Ji ber ku di pandemiyê de gelek berpirsyarî didin ser milên jinan, ev jî dibe sedema pevçûnan. Li vir, lihevhatin, hevsengî û hestiyariya di navbera hevjînan de pir girîng e. Ew dibe ku jinek malê be yan jî li serhêl bixebite. Dayik dê karên malê bike, malê kontrol bike, li zarok binêre berpirsyariyê bigre… Ev ji bo jinekê bi rastî barekî pir giran e. Wexta ku ew ji lênêrîn û xwedîkirinê re vediqetîne jî kêm dibe. Sînor bi hev ve girêdayî ne. Di bin vê xebata dijwar de, jin pir zêde diwestin. Di vî warî de, peywirên mezin dikevin ser hevjînan. Hevjîn neçar in ku bi hev re biaxivin û karên xwe dabeş bikin. Di civaka me de nayê qebûlkirin ku mêr karên malê bikin. Bi nexweşiya pandemiyê re, ez difikirim ku divê êdî ev were derbaskirin. " 
Di pêvajoya pandemiyê de, mijarên ku di zewacê de pirsgirêkan ava dikirin li pêş bûn
Duygu Esman mijarên di zewacê de û deprasyona ku ji ber pirsgirêkan diafire bi bîr xist û diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de, mijarên ku di zewacê de pirsgirêk ava dikirin li pêş bûne.
“Mirov nikarin mîna berê bixebitin yan jî nikarin pereyê ku berê qezenç dikirin, qezenç bikin. Dema ku bi zorê têra wan dikir, niha neçar in bi malbatek re bi berpirsyariyên cuda wê demê têra wan bike. Van pirsgirêkên aborî jî bûn sedema pevçûneke giran. 
Wekî din, heke di zewaca wan de pirsgirêkên zayendî hebin û ew nikaribin bi wan re derkevin serî, ev di pêvajoya pandemiyê de dibe pirsgirêkek mezin. Ji ber ku bi hev re dest bi demek pir zêde derbas kirin. Zayendîtî di jiyan û têkiliyên wan de beşek pir girîng e. Ger pirsgirêkek hebûya û ger ew nehatiba nîqaşkirin an jî tedawîkirin, ew neçar man ku bi pirsgirêkên zayendî re bi awayê cidî rû bi rû bimînin. Lê belê, terapîstên zayendî, psîkologên klînîkî û psîkiyatrîstên ku bi vana re eleqedar in hene. Ji kerema xwe re her pirsgirêka ku hûn wekî pirsgirêk dibînin, bi taybetî pirsgirêkên xwe yên zayendî bi hêsanî bi van re parve bikin û çareser bikin.” 
Hevberdan di dema pandemiyê de zêde bû
Duygu Esman bal kişand ku hevberdan di dema pandemiyê de zêde bûye û dibêje ku cudabûnên demdirêj berê bûn sedema hevberdanê û niha jî jiyana demdirêj a bi hev re dibe sedema hevberdanê. Duygu Esman diyar kir ku tecrîda civakî, ji têkiliya civakî bêpar tê hiştin û nikarin têra xwe li ser bandorên wê yên neyînî li hev bikin. Duygu Esman dibêje ku hevjîn ji ber li malê bi hev re dest bi derbaskirina gelek wextê kirine êdî li ser aliyên hev ên ku qet nedîtine disekinin û wiha didomîne:
"Wateya wan a zewacê û kesê ku ew hilbijartin ji bo çi bû? Bi pandemiyê re ev gihîşt wateyeke çawa? Ger ew hêviyên we bi cih bîne, ne pirsgirêk e ku mirov rojên xwe di malê xwe de bi hevjîna xwe re derbas bike. Lê heke zecawa ku di xeyalên wî/wê de be pêk neyê dest bi afirandina pisgirêkên cidî dike. Pandemî bû sedema hizîrana gelek pirsên wekî vegera li cewherê xwe, dest bi kifşkirina xwe, ka çi eciband û çima zewicî. Di bijartina hevjînan de wateya ku bi zewacê ve girêdide û ji jiyanê çi dixwaze dizane, ew dikare vê pêvajoyê veguherîne avantajek. " 
Rexne, parêzkarî, biçûkxistin û danîna dîwaran
Duygu Esman têkildarî zêdebûna şîdeta li dijî jinan a bi nexweşiya pandemiyê, dibejê ku kesê di pêvajoya pandemiyê de nikare hêrsa xwe kontrol bike, dikare ji nişkê ve ji her tiştî hêrs bibe û şîdetê li hevjîna xwe dike. Her wiha bal kişand ser vê yekê ku me bi pandemiyê re aliyek din ê tundiyê dît. Ew jî tîne bîra me ku tundiya bêdeng hîn zêdetir metirsîdar e.
“Tundiya bêdeng ew e ku aliyek guh nade aliyê din. Aliyê din paşguh dike, hewl dide pirsgirêkê kûrtir bike. Tundiya bêdeng dikare bi rastî bi kêmasî bi qasî şîdeta fîzîkî depresyonek cidî ya psîkolojîk biafirîne. Ev rewş ji aliyê du kesên ku têkiliya wan pir lewaz e ve her tim tê dîtin. Ew nikarin pirsgirêkên xwe bi paşguhkirina hev, paşguhkirina pirsgirêkê yan jî paşguhkirina hevjînbûnê çareser bikin. Di ahenga navbera hevjînan de yek ji hêmanên herî girîng têkiliya ku hevjîn bi hev re saz dikin e. Hevjîn xeletiyek bi vî rengî dikin: Rexne, parêzkarî, biçûkxistin û danîna dîwaran. Ew jî wekî pirsgirêkên herî mezin ên têkiliyên navbera hevjînan ên li ser hev didin sepandin e. Di şûna wan de, ew hewce ne ku bi empatî nêzîkê hev bibin û bi hevokên kurt û zelaltir bipeyîvin, li şûna zimanê tu, zimanê ez bi kar bînin. Ez pêşniyar dikim ku ew bi eşkereyî pirsgirêkê vekin û li bendê bimînin ku yê/a li pêşberê wî/ê jî fam bike û têkiliyan bi hev ra deynin.