Ayat Amûrî bîranînên welatê xwe bi vejandina neqşên Filistînê diparêze

Bûyerên ku li Xezayê ji ber êrîşên Israîlê diqewimin, rewşa niştecihên herêmê xirabtir kir. Ayat Amûrî bi riya xêzkirin û alîkariya manewî, bi Xezayê re dibe alîkar.

ÎBTÎSAM AXFÎR 
Binxazî- Ayat Amûrî beşa edebiyata înglîzî xwendiye, li wê di vê dawiyê de berê xwe da şêwiran û nîgarên dîwaran û rêxistina Emel ji bo çêkirina wêneyan li ser dîwaran ava kir. Her  wiha wê di vî karî de vejandina çanda Filistînê jî ji bîr nekir û got: "Bingazî bajarê min e lê Filistîn giyanê min e."
Ligel Ayat Xelîl Amûrî pasaporta Sûriyeyê û belgeyek rêwîtiyê ji bo penaberên Filistînê heye lê ew li bajarê Binxazî yê Lîbyayê ji dayik bûye, di jiyana xwe de tevî van hemû cudahiyan jî ew hîs nake ku di nasnameya xwe de winda bûye lê ew hîs dike ku bûye parçeyek ji wan welatên ku navê wan li ser belgeya rêwîtiya wê heye.
Ayat Amûrî li ser piştgiriya xwe ji gelê Xezayê doza Filistînê re dide zanîn ku her çend wê bi wî perçeyê erdê nizanibû ji xeynî ku ew welatê bav û kalan e û dibêje: "Ez ne nijadperest im, nafikirim ku kî parastina Filistînê bike yan piştgiriyê bide doza Filistînê nijadpereste e, Filistîn ji bo hemû Ereb û misilman  e.”
Koçberiya malbatan 
Ayat Amûrî piştî hatin malbata wê ya Lîbyayê di sala 1983'an de li bajarê Binxaziyê hat dinyayê, mamên wê di sala 1948'an de berê xwe dabûn Sûriyeyê û xalanê wê ber bi Urdunê ve çûbûn herî dawî bavê wê dest bi rêwîtiya Lîbyayê kiribû bi taybetî ber bi Binxaziyê ve çû.
"Hişmendiya welatparêziyê di dilê min de bû"
Ayat Amûrî di demên dawiyê de li ser medyaya civakî çakak bû û banga xwepêşandanên ji bo piştgirîdayîna tiştên ku li Filistînê diqewimin ji bûyerên bombebarankirina zarokan, jinan û xirabkirina malan li Xezayê, ji bo van bûyeran wê banga birêxistinkirina xwepêşandaneke bi milyonan kir bi lihevkirina bi sefîra Filistînê li Binxaziyê. 
Gelek ji kesên derdora wê nizanibûn ku Ayat Amûrî bi eslê xwe Filistînî ye, piştî bûyerên ku Xeza tê re derbas dibû, wê bi hêz bang kir û piştgiriya doza Filistînê kir, li ser vê yekê dibêje: "Erê ez tu carî neçûme Filistînê û min serdana wê nekiriye lê hesta aidiyetê û herikîna evîna wê di nava xwînê de ye û ji ber ku hişmendiya welatparêziyê di dilê min de bû, hişt ku ez piştgiriya wê bikim."
Parêzvaniya exlaqî û manewî gelek wateyan dide
Ayat Amûrî li ser girîngiya piştgiriya exlaqî wiha dibêje: "Gelek kes dibe ku difikirin piştgiriya manewî bi kêrî dozê nayê lê ez ji wan re dibêjim dema ku hûn derketin xwepêşandanan û beşdarbûna we çêbû, we bi navê Filistînê ban kir, ev hemû azwerî û hîsên di dilê we de derdixe, dihêle ku hûn hîs bikin ku we ji bo berxwedanê tiştek kiriye, bi bankirinê wê dengê we bigihîje û li filistînê wê moral bilind bibe û wê her kes li wir hîs bike ku hûn ne bi tenê ne."
Her wiha Ayat Amûrî dide xuyakirin ku bi navgîniyê xwe ya li ser hesabê xwe yê tora civakî fecebookê gihîştiye qonsoloxaneyê ku gazî wê kirine da ku xwepêşandana birêxistin bike û qonsolosxane wê ji bo pejirandina ewlehiya xwepêşandanê û parastina wê destûrnameyê peyda bike.
Ayat Amûrî piştrast dike ku kesên beşdarî xwepêşandanê bûbûn ne tenê ji Filistînê ne lê komek mezin a ciwan û keçan hene ku bi kelecan li benda beşdarbûna wê ne her wiha wan ala Filistînê li Cezîra El-Caab li Binxaziyê bilind kirine.
"Bîranîn bi bavê min re diaxivin"
Der barê tiştên ku li ser Filistînê dizanin de dibêje: "Ez pir tiştan li ser nizanim ji ber ku tu carî neçûme Filistînê lê bîranînên bi bavê xwe re û tiştên ku ez di çavên wî de dibînim ew e ku dema qala Filistînê dike ez hîs dikim ku ez pê dizanim." 
“Hêviyên xwe li ser dîwaran bi xêzkirinê didim diyarkirin”
Der barê xebat û di xêzkirina dîwaran de tevî zehmetiyên ku pê re rûbi rû dimîne ku civak vê yekê qebû nake de Ayat Amûrî dibêje: "Ez di ber dîwarê werzîşê re derbas bûm, min dîwarê spî didît ku li ser wan axaftinên nexweş hatibûn nivîsandin ku hatibû xirakirin û bêwate bû ji ber vê yekê min got çima nayê bikaranîn bi xêzkirinê. Destpêkê bi tîmek ji komek ciwanên dilkêş û kesên ku ji xêzkirinê hez dikin re me dest pê kir, me du nîgarên dîwarî, yek ji bo rêzgirtina Al- Harir û ya din jî ji bo şano, sînema û amûrên hunerî boyax kirin." 
Her wiha Ayet Amûrî li axaftinê xwe zêde dike û dide diyarkirin ku wê piştî biryar girtiye ku tîma bi navê rêxistina Emel (Hêvî) li ser dîwaran xêz bike, li vir ew rastî gelek tedbîrên ku vebûna rêxistinê asteng kirine hatiye ku çawa ew keçek li kolanan li ser dîwaran xêz bike. Piştî rêwîtiyek dirêj a tomarkirina rûtînî, karibûye rêxistinê tomar bike û li bajarê Binxaziyê dest bi karê xwe kir. 
Ayat Amûrî dibêje ku dem bi dem ew bûyerên li Filistînê diqewimin dike mijara xêzên xwe û teqez dike ku cudahî di navbera adet û kevneşopiyên li welatên Ereb de tune ye lê gelekî dişibin hev wekî nemaze di amûrên ku di pijandinê de tên bikaranîn, kon û bikaranîna hin qumaşan.