'Dewleta tirk ava Firatê wekî çekekê bi kar tîne'

Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê Ronaz Yûnis polîtîkayên dewleta tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û da zanîn ku dewleta tirk ava Firatê wekî kaxezeke zextê bi kar tine ku ev dikeve rêza sûcên şer û daxwaz kir ku aliyên pêwendîdar vê karesatê cidî bigrin dest.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Li hember Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek polîtîkayên qirkirin û komkujiyê pêk hatine lê tu hêz nikarîbû îradeya gel bişkîne. Dewleta tirk û hevalbendên wê ruxmî zagonên navdewletî binpê dikin, niha jî ava Çemê Firatê qut kir û li ser wê jî gelek bendav ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve çêkirine. Bi qutkirina avê re karesatên pir mezin rû didin. Der barê vê mijarê de jî Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê girêdayî Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ronaz Yûnis nirxandin kir û agahî ji me re parve kir.
“Vejîna gelan, rastî êrîşên dijwar tê”
Ronaz got ku ev 9 sal in êrîşên li dijî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin û wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî xwe ji Rejîma Baas rizgar kirin, xeta sêyemîn hilbijartin, Rêveberiya xweseriya Demokratîk îlan kirin û li gorî wê xwe birêxistin kirin. Ruxmî hemû êrîşên qirker dikaribûn xwe bidin îsbatkirin. Di şoreşên cîhanê de tenê aliyê leşkerî esas tê girtin lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me hem di qada leşkerî de hem jî qada siyasî û qada de jî gelek destkeftiyên giranbuha bi dest xistin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji gelên ku bi zilm û zordariyê re rû bi rû bûn, wekî çirûsk û vejîneke nû bû. Helbet li hemberî vê vejînê êrîşên dijwar hatin kirin, di destpêka wê de jî dewleta tirk a dagirker bû. Rêveberiya Xweser bi fikrên Neteweya Demokratîk xwe birêxistin dike, ji bo gelek dewletan bûye derd, ji ber  rêveberî jiyana azad, wekhev û demokrat ava dike."
“Berpirsyarî ji Hikûmeta Şamê, Iraq û rêxistinên navneteweyî jî tê xwestin”
Ronaz da zanîn ku dewleta tirk piştî her binketinê rêbazeke nû dertîne pê şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha pêde çû: "Di hemû şeran de êrîşkar bin ket, vê carê berê xwe da ava çemê Firatê û stasyona Elok. Erk û berpirsiyariya ava Firatê ne tenê ji Rêveberiya Xweser tê xwestin, di heman wextê de jî ji Hikûmeta Şamê, Iraqê û rêxistinên navneteweyî tê xwestin. Ger rewşa ava Firatê wiha berdewam bike, wê karesatên pir mezin rû bidin. Yek ji wan karesatan nebûna elektrîkê, zuwabûna axê û çandiniyê her wiha jiyana bi milyonan kesî dikeve xeterê. Qutkirina ava Firatê, karesateke mezin e wê zirarê li mirovahiyê û zindiyan bi giştî bike. Divê dewleta tirk rêzê bide hevpeymana di navbera Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê de der barê ava Firatê de. Di heman wextê de jî divê ava Firatê wekî kaxezeke zextê bi kar neyne û li ser wê siyasetê neke."
'Dewleta tirk qutkirina avê wekî çekekê bi kar tîne'
Ronaz bal kişand ser berpirsiyariya Hikûmeta Şamê û ev yek anî ziman: "Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji Sûriyeyê ye divê hikûmeta Şamê jî vê rastiyê paşguh neke. Her wiha ji bo qutkirina ava Firatê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi helwest be û di zûtirîn demê de vê pirsgirêkê çareser bike. Hevpeymana qutkirina ava Firatê ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve ye, heman wextê jî di warê navneteweyî de hatiye erêkirin û pêkanîn. Divê dewleta tirk di şerê xwe de avê bi kar neyne û wekî çekekê li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nede şuxulandin."
“Qutkirina avê zagonên navdewletî binpê kiriye”
Ronaz bi vê daxwazê dawî li axaftina xwe anî: "Qutkirina avê, zagonên navdewletî binpê dike û daxwaza me jî ew e ku di warê navneteweyî de ev mijar cidî were destgirtin. Kareseta li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dide, hemû cîhan û hêzên navneteweyî berpirsiyarên wê ne."