“Bi dibetiya ku rojekê vegere bi salan li ber derî sekinîm”

Aqubeta Omer Onen ê ku di sala 1994’an de, bi cîranê xwe Nurî Dayan ve ji bo xwedîkirina sewalan ji malên xwe derketin û careke din nevegeriyan hê jî nayê zanîn. Nezîre Baran ku piştî windabûna hevjinê xwe bi salan çavên wê her tim li derî bûn, tiştên ku jiyane vegot û anî ziman ku 27 sal in bi hêviya hebûna kêla gorekê dijî.

 
Amed- Li Tirkiyeyê lêgerîna edaletê ya xizmên kesên ku hatine windakirin hê jî berdewam dike. Bi sedhezaran malbatên ku êşa xwe bi hêvî, bendewarî û berxwedanê derman dikin, digel derbasbûna gelek salan jî bi hêviya dîtina hestiyek dijîn. Nezîre Baran yek ji van malbatên ku xizmên wê hatine windahkirin e û 27 sal in hêviya xwe zindî dihêle. Nezîre Baran ji hevjînê xwe yê ku di sala 1994’an de ji bo biçe ber sewalên xwe ji malê derket û edî nevegeriya tu agahî negirt. 
Şevek ji nişkave winda bûn…
Omer Onen ê ku li gundê Axtepe yê Çinara Amedê dijiya, di Sibata 1994’an de bi cîranê xwe Nurî Dayan re ji bo heyvanên xwe yên winda bûne bibînin ji gund derdikeve, ji wê rojê ve tu agahî jê nayê girtin. Ji wê rojê ve digel hemû xebatên lêgerînê nayê dîtin. Dema ku winda dibin malbat ji bo wan diçin qereqolê, der bare wan de serlêdan dikin lê serleşkerê qereqolê li ser bûyerê nasekine û ji malbatan re dibêje ku Omer Onen û Nurî Dayan derketine serê  çiya. 
“Cihekî ku em bipirsin nemaye”
Tevî hemû lêgerînan, tu şopên Omer Onen û Nurî Dayan nayê dîtin. Nezîre Baran diyar kir ku ew piştî windabûna hevjînê xwe yê ku sê sal bû zewicîbûn, çar sal bi zarokên xwe re li ber derî li benda hatina wî mane û piştî windabûna hevjînê wê kurê wê yê ku temenê wî sal û nîv bû jiyana xwe dest daye. Nezire Baran diyar kir ku piştî bûyerê tu cihekî ku neçûye pirsa hevjînê xwe nekiriye nemaye û wiha got: “Hemû niştecihên gund serê sibehê derketin derve ji li hevjînê min û Nurî bigerin. Em bi rojan li wan geriyan lê me ew tu derê nedîtin. Dûre em çûn qereqolê me rewşê got lê tu encamp derneket. Riyek ku em biçin û cihekî ku em serlêdan bikin nema.”
"Mirin jî teselî dide mirovan lê em nizanin çi hatiye serê wî" 
Piştî windabûna hevjînê wê Omer Onen, leşker her şev hatine mala wan û pirsa "hevjînê te li ku ye?" jê kirine. Nezîre Baran dibejê êdî li gund rojek jî nikaribûne bi aramî bijîn û diyar dike ku diyar dike ku du sal piştî êşa mirina kurê wê xesûya wê miriye. Nezîre Baran dide zanîn ku 27 sal in bi 2 keçên xwe re bi hêviya kêla gorê ya hevjînê xwe dijî û wiha didomîne; “Tenê daxwaza min û zarokên min ew bû ku li ser kêla gorek navê wî hebûya. Mirin jî teseliyek dide mirov lê em nizanin çi hatiye serê wî.  Me hêvî dikir ku her şev li derî bixe. Wê demê, girtin û binçavkirin hebû. Em bi salan li benda wî man. Bi hêviya hatina wî çar sal çavên min li derî bûn."
“Min zarokên xwe bi terzîtiyê mezin kirin"
Nezîre Baran a ku piştî bi zarokên xwe re tenê ma neçar bû ji gund koçberî navenda bajêr bibe û debara xwe bi karê terzîtiyê ku ji dayika xwe fêr bûbû kir. Nezîre Baran a ku bi salan e bi dikana xwe ya dirûtine li ser piyan sekiniye, wiha got: “Piştî ku bi şev avêtin ser gund, me koç kir û berê xwe da Amedê. Dema ku ez hatim vir tiştek ku pê debara xwe bikim tunebû. Min dest bi terzîtiyê kir. Ez vî karî ez ji dayika xwe fêr bûm. Min li vir ji xwe re dikanek vekir. Piştî hevjînê xwe, min 20 salan bi vê pîşeyê debara xwe kir û zarokên xwe wiha mezin kir. Bi salan e, ev dikan deriyê debara min . Niha ez vî karî dikim. Ez bi keda xwe debara xwe dikim."