Bi riya tabloyên xwe berxwedan û êşa gelê xwe vedibêje
Wênexêz Sara Saede bi riya tabloyên xwe êş û azarên gelê xwe li Xezayê di nava zehmetiyên jiyanê de xêz dike û dixwaze bibe dengê wan di cîhanê de. Sara diyar dike ku nexwestiye tenê tiştên li derdora xwe bibîne li pey dengê dilê xwe çûye.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Di bin siya êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de jin bi hunera xwe rastiya ku tê jiyîn vedibêjin. Li quncikeke biçûk ê kampên Zîvala Xezayê di nava hewaya ku ji zordariya jiyanê û derfetên wê, bêpar e de, Sara Saede keçeke 18 salî ye, li wir runiştiye. Sara bi baldarî li ser kaxizeke spî dixebite ku bûye tabloyek ji reng û êşan. Wêneyên wê ne tenê ji bo îfadekirinê ne, ew bûye çekek êşa welatê xwe pê diyar dike. Her wiha ew bi riya wênexêziyê êş û azarên jin û zarokên Filistînê radigihîne.
Sara Saede piştî destên xwe ji karê rojek dirêj paqij dike dibêje: “Min nexwest ez bibim wek çavdêrekî tenê li derdora xwe binêrim. Dengek di hundirê min de qîr dikir. Dixwest bi derdorê xwe der barê êşên wan jinên ku zarokên xwe winda kirine, bi zarokên ku ji zaroktiya xwe bêpar mane û bi rojnamevanên ku canê xwe ji bo derxistina rastiyê dane re biaxive. Huner ji bo min ne tenê xeyal e, ew berxwedan e.”
Di peydakirina alavên hunerî de zehmetiyan dikşîne
Çîroka Sara Saede dema ku nikaribû alavên hunerî peyda bike, dest pê kir. Sara Saede wiha dibêje: “Destpêkê min xeyal dikir li ser dîwar wêneyan xêz bikim lê mixabin hemû dîwar qels bûne û peydakirina alavan gelek zehmet bû. Ji ber vê yekê min hewl da ez tiştekî peyda bikim li ser xêz bikim. Min parçeyek qumaş ji sûkê kirî. Gelek caran ew dişûşt ta ku ji toz û qirêjiyê paqij bibe. Ez rojekê li bendê mam heya ku zuha bibe. Ev gav ne hêsan bû. Piraniya rengan li sûkan nedihatin peydakirin û gelek buha bûn. Ji ber vê yekê min hewlda daran bişewitînim da ku zingalê reş jê derxim.”
‘Tabloyên ku êş û zehmetiyên jin û zarokan vedibêjin xêz dikim’
Sara Saede bi riya tabloyên xwe dikaribû rastiya êş û azarên gelê Filistînê bi taybetî yên jin û zarokan xêz bike û ji cîhanê re ragihîne. Sara Saede bal kişand ser tabloyên ku xêz kirine û wiha pê de çû: “Min di tabloyên xwe de dayikek ku bi ser zaroke xwe yê ku di êrişên Îsraîlê, de jiyana xwe ji dest daye, digirî xêz kiriye. Min dîmenên wiha gelek caran jiyane ji ber rojane dayik zarokên xwe winda dikin. Li kêleka wê tabloyek xêz kiriye tê de êşa girtiyên Filistînî nîşan dide, ew jî bi riya jinekê li pişt zindanê rûniştiye nîşan dide. Di vê tabloyê de min xwest çavên wê yên xemgînî bidim nîşandan. Di çavên wê de hêvî û bêhêvîtî, hêz û şikestin derdikeve holê, her dîlgirtiyek li vir xwedî çîrok û serpêhatiyên cuda ye.”
‘Bi tabloyên xwe rojnamevanên rastiyê xelat dikim’
Sara Saede ji bo xelatkirina rojnamvanên ku di oxira derxistina heqîqeta civaka xwe de jiyana xwe ji dest dane û hinek jî birîndar bûne, tabloyek xêz kiriye ku tê de berxwedana rojnamevanan xuya dike û dibêje: “Min ji bo xelatkirina rojnamevanên ku rojane jiyana xwe dixin nava xeterê, ji bo derxistina dengê civaka xwe, tabloyek xêz kir. Yek ji tabloyên ku min xêz kiriye êş û berxwedana rojnamevan Fadî El Wehîdî ye, dema ku rastiya civaka xwe li wargeha Cebeliya belge dike, birîndar dibe. Dengê rojnamevanan ji bo min dengekî wisa ye ku tu carî divê neyê bêdengkirin. Rojnamevan li Xezayê jiyana xwe ji bo gelê xwe feda dikin. Belgekirina berxwedana wan jî dikeve ser milên tabloyên min.”
‘Bi hunerê em dengê xwe digihîjînin cîhanê’
Sara Saede destnîşan kir ku konê biçûk ê koçberiyê bûye pêşangehek ji gel re û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Kona koçberiyê ya biçûk bûye pêşangehek ji wêneyên berxwedan û êşa gel re. Ez gelek kêfxweş dibim dema ku mirov li wêneyên min dinêrin û bi van tabloyan bi bandor dibin. Wê demê ez hîs dikim ku peyam û dengê min digihîjin cîhanê. Ez ê xêzkirina tabloyan berdewam bikim ne tenê ji bo Xezayê, ji bo hemû kesên ku di nava êş û azaran de li hêviyê digerin.”