Bi helbestên xwe li hember bavsalariyê têdikoşe
Celaa Hemzewî sembola helbestvaniyê ya li kantona Reqayê ye. Bi helbest û nivîsên xwe ji hemû jinan re dibe hêvî û destek dide jinên ku heya niha di bin feraseta mêr de dijîn.
SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM
Reqa – Helbestvan Celaa Hemzewî bi meraqên xwe yên wêjeyî û siyasî, her wiha bi berpirsyariyên xwe yên di xebatên xwebexşiyê de, wek piştgira jinên ku dixwazin rola xwe di qada hunerî û wêjeyî de bilîzin, tê hesbandin. Kantona Reqa ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hebûna feraseta eşîran û kevneşopên herêmê jî, bi rengê jinê yê di qada wêjeyî de tê nasîn. Bi taybetî dema çeteyên DAIŞ’ê Reqa dagir kiribûn, di pêvajoyek qirkirina çandî û hunerî re derbas bû.
Helbestkar û nivîskar Celaa Hemzewî ji kantona Reqayê ye û di 17’ê Nîsana 1968’an de ji dayîk bûye. Ew ne tenê di warê wêjeyî de ronî dide, her wiha yek ji damezrînerên Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê ye jî. Ev komele di sala 2007’an de bi armanca yekgirtina hunermend, nivîskaran û pêşxistina rola çandê ya ji bo parastina wê ya li Reqayê, hat demezrandin. Li kêleka wê, klûba zarokên bi nexweşiya şekir (diyabet) ketine jî birêve dibir. Wê du dîwanên helbestê nivîsandiye. Dîwana yekem di sala 2007’an de bi navê “Ji kê re” hatiye çapkirin. Dîwana wê ya duyem jî piştî rizgarkirina kantona Reqayê bi navê “Zawîş” hatiye çapkirin.
‘Li hember feraseta mêr bû helbestvanek navdar’
Celaa Hemzewî di destpêka gotinên xwe de balkişand ser meşa wê ya hunerî û wêjeyî û wiha got: “Di serî de bavê min ji min re piştevanî kir ku xwedî li xeyalên xwe derkevim. Beşdarî gelek fastîvalên wêjeyî, panêl û şevbirkên hunerî bûm. Tevî kevneşopî û hişmendiya civakê ya derbarê rola jinan de jî, di xeyalên xwe yên hunerî de bi israr bûm. Di civakeke ku feraseta mêr serdest e de, platforma helbestê û hilkişîna wê gelek hesas e. Ji ber ku feraseta baviksalarî dijberî hebûna jinê ya di nava civakê de ye. Min teslîmkariya li hember bendên jiyanê û civakê qebûl nekir. Di warê wêje û helbestan de li gelek bajarên Sûriyê beşdarî mîhrîcanan bûm. Tevlî mihricana Jina Firatî ya kantona Dêrazorê jî bûm û seranserî sê salan min asta yekem di fastîvalê de bidest dixist.”
Celaa Hemzewî di berdewama gotinên xwe de balkişand ser êşên ku jin ji ber feraseta bavsalariyê pê re rûbirû diman û wiha pêl da gotinên xwe: “Jinê gelek êş ji zihniyeta mêr ku rola wan sînordar dike, dîtin. Jin ji bo îfadekirina hestên xwe serî li helbestê didin, ji ber ku huner pencereyên ku jin tê de xwe nîşan dide ye. Yek ji nivîsên ku min nivîsandiye, li ser tengasiyên jinan ên di dema serweriya sîstema Sûriyê de ye. Min tê de gotiye ji ber ku ez jinek rojhilatî me, ji bo min mirinê dibjêrin, ji ber ku ez jinek rojhilatî me divê li bazarên pez bêm firotin, ji ber ku ez jinek rojhilatî me bi sê gotinên dadwarî dimirim.”
Piştî bajêr ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin pirtûka xwe çap kir
Celaa Hemzewî dema kontrolkirina Reqayê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve, rewşa jinan û bi taybetî jî yên helbestvan, nirxand û wiha got: “Di dema kontrolkirina herêmê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve de, min gelek tişt li ser êş û azarên jinan û daxwaza xwe ya rizgariya herêmê ya ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikim, dinivîsand. Min her hêvî dikir şervanên jin ên ku pêşengiya kampanyaya rizgarkirina herêmê dikirin, bibînim. Dema çete bajarê me dagir kirin, ji bo kesên ku bi çand û wêjeyê re eleqedar dibûn pêvajoyek gelek dijwar bû, ji ber ew bi mehkûmkirinê re rû bi rû diman. Piştî rizgarkirina herêmê min karîbû pirtûka xwe bi navê “Zawîş” çap bikim. Tevî gefên ku ji şaneyên DAIŞ’ê ji me re dihatin jî, min erka berdewamkirina rêya pakrewanan hilda ser milên xwe. Me bi giranî xebat meşandin û piştevaniya Desteya Çandê li Reqayê kir, ê ku bi helbestvanên xwe navdar bû wek helbestvan Fewziyê El Marî. Fewziya El Marî jî yek ji damezirînerên Fourma Wêjeyî ya li ser asta Sûriyê ye.”
Bi 62 kesan re Komeleya Marî damezrandin
Derbarê Komeleya Marî û xebatên wê de Celaa Hemzewî ev tişt anîn ziman: “Me hizir dikir ku komeleyekê ava bikin ta ku bibe sîwanek ji hemû hunermend, nivîskar û helbestvanan re be û tê de hemû cureyên hunerê bên peydakirin. Ji ber vê yekê me Komeleya Marî ya Çand, Huner û Jîngehê ava kir. Zêdeyî 62 hunermend, peykersaz, û nivîskarên jin û mêr di nav xwe de dihewîne. Di nav wan de nivîskara nemir Fewziyê El Marî û hunermenda dîtbarî Amal Attar cih digirtin. Li kêleka wê hejmarek ji xwendekarên kerr, lal û nexweşên şekir ku di Reqayê de bûn hunermendên bi nav û deng, di komeleyê de cîh girtin. Ev komele jî bi navê Marî hat pênasekirin. Li ser navê Mîrektiya ‘Marî’ li bajarê Elbûkamal a li kantona Dêra Zorê. Ew bajar jî ji kevintirîn bajaran bû û xwedî şaristaniyekê ye li seranserî cîhanê navdar e.”
‘Ji bo civakek demokratîk divê jin xwe ji sînoran rizgar bikin’
Calaa Hemzewî di dawiya axaftina xwe de tekezkir ku ji bo hebûna rola jinê ya di nava civakê de, ewê piştgirî bide. Celaa got ku bi taybeti di warê siyasî de ewe piştgirî bidin û wiha got: “Tevî temenê min ê mezin jî, enerjiya min heye ku ji bo bidestxistina rola jinê ya di hemû waran, saziyan û partiyên siyasî de, piştgirî bidim. Ji ber ku ez endama Partiya Sûriya Pêşerojê me jî. Ji bo bidestxistina armancên xwe têdikoşim. Divê hemû jin berê xwe bidin saziyên jinan da ku bi ramanên jinê ronî bibin. Divê jin xwe ji sînoran rizgar bikin û bighên armanca xwe ya avakirina civakek demokratîk.”