Klîba taybet a ji bo Sakîne Cansiz di NUJINHA’yê de ye
Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn, bi sedema 12’emîn salvegera şehadeta damezrînera PKK’ê û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, klîbek bi navê ‘Sakînayê’ çêkir û cara yekê bi NUJINHA’yê re parve kir.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Çanda Jinan a Kevana Zêrîn, bi sedema 12’emîn salvegera şehadeta yek ji damezrînerên PKK’ê û pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, klîbek bi navê ‘Sakînayê’ çêkir û cara yekê bi NUJINHA’yê re parve kir.
Gotin û awazê strana bi navê ‘Sakînayê’, ji aliyê Sîdar Amed ve hatine amadekirin. Klîba stranê jî ji aliyê Feraşîn Demhat ve hatin çêkirin. Aranje û mîksa wê ji aliyê Xwezan Harûn, saz ji aliyê Mordem Firat, gîtar ji aliyê Varon Candemîr ve hatin lêxistin. Xwezan Harûn û Mordem Firat bi hev re vokaltiya stranê kirin.
‘Heval Sara efsûna jiyana şoreşger e’
Sîdar Amed ê ku stranê dibêje, diyar kir ku gava gotinên stranê nivîsiye gelek tengasî kişandiye, ji ber ku nikaribûye Sakîne Cansiz bi gotinan bîne ziman. Sîdar Amed wiha got: “Gava destpêkê min Heval Sara nas kir, liv û tevgerên wê, sekna wê ya bi dîsîplîn, bandorek mezin li min kirin. Min ji xwe re got ku ‘cewhera xwe ji Rojê girtiye’ û ev yek bûye sedem ku xweşiktir û bi heybettir bibe. Min ev stran, wek deyneke rêhevaltiyê nivîsand. Hemû jin, mêr, her kesên ku heval Sara nas dikin, pêwîst e behsa wê bikin. Heval Sara, efsûna jiyana şoreşger e.”