Pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat dest pê kir

Rojnamevan Bêrîvan Tunç a ku di komîteya amadekar ya pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat de cih digre têkildarî armanca lidarxistina pêşbirkê û amedekariyan ji ajansa me re axivî.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Ji bo bîranîn û zindîkirina keda rojnamevan Denîz Firat a di 8’ê Tebaxa 2014’an de di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da, Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ji sala 2015’an ve pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat li dar dixe. Pêşbirka ku her sal dihat lidarxistin, bi biryara komîteya amadekar ji sala 2018’an ve her du sal carekê tê lidarxistin. Îsal jî 6’emîn pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat di 11’ê Nisanê de dest pê kir. Pêşbirka îsal, diyarî pakrewanên têkoşîna azadiya Kurdistanê Sara Hogir Ruha, Bîşeng Brûsk ên di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan û rojnameger Seyît Evran ê li Rojava jiyana xwe ji dest da, tê kirin.

Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin heta Hezîrana 2024’an berhemên xwe dikarin bişînin navnîşanên hatine diyarkirin. Merasîma 6’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat jî wê di 8’ê Tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were.

Rojnamevan Bêrîvan Tunç a ku di komîteya amadekar a pêşbirkê de cih digre têkildarî armanca lidarxistina pêşbirkê û amadekariyan ji ajansa me re axivî.

‘Serlêdanên pêşbirkê serê meha Nîsanê dest pê dikin’

Bêrîvan Tunç a ku du sal in di komîteya amadekar de cihê xwe digre der barê amadekariyên pêşbirkê de ev tişt got: “Piştî ku hevala Denîz li wargeha Mexmûrê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat hedefgirtin û şehîd ket, weke YXA ji bo ku ji keda wê re bibe bersiv, ji sala 2015’an ve pêşbirka wênekêşan, çîrok û helbestan em li dar dixin. Îsal jî pêşbirka 6’emîn tê lidarxistin. Serlêdanên pêşbirkê serê meha Nîsanê dest pê dikin. Li gorî kar û xebatên wê salê tên kirin û derfetên heyî amadekariyên wê têne kirin. Ji bo serlêdanan jî komîteyek amadekar tê amadekirin û ev du sal in ez jî di komîteyê de cihê xwe digrim. Komîteya amadekar beriya 2-3 mehan amadekariyên xwe dike, ji reklaman bigre heta eyarkirina jûriyan û amadekariyên din ên bîranînê.”

‘Pêşbirk her sal diyarî şehîdan tê kirin’

Bêrîvan Tunç şert û mercên beşdarbûna pêşbirkê wiha anî ziman: “Ji Ewropa, girtîgeh û her çar aliyên Kurdistanê tevlibûn çêdibin. Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin di beşa wêneyan de bi du wêneyan, di beşa helbestan de jî bi du helbestan û di beşa çîrokan de jî bi çîrokek dikarin beşdar bibin. Her wiha bi zimanê Kurdî, zaravayên soranî, kurmancî û zazakî, bi zimanê Erebî û Tirkî beşdarbûn çêdibe. Şert û mercên tevlibûnê ew e ku berhemên bên pêşkêşkirin divê berê li tu cihan nehatibin weşandin. Di çarçoveyek diyar de çîrokên ku tên pêşkêşkirin 10 an 15 rûpelan divê derbas nekin. Ji ber ku demek kurt ji jûriyan re tê veqetandin. Jûrî di nava mehekê de li berhemên hatine dinêrin û pileyan diyar dikin. Heta dawiya meha Hezîranê berhem tên pêşkêşkirin û jûrî di meha Tîrmehê de pileyan diyar dike. Di 8’ê meha Tebaxê de jî şeva xelatan tê lidarxistin. Her sal pêşbirk diyarî hinek şehîdan tê kirin. Her wiha îsal jî diyarî şehîdên azadiya Kurdistanê Şehîd Sara Hogir Riha, Bîşeng Birûsk û şehîdê çapemeniya azad Seyîd Evran tê kirin.”

‘Pêşbirka îsal di 11’ê Nîsanê de bi awayekî fermî dest pê kir’

Bêrîvan Tunç di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji ber şert û mercên rêgiriya heyî pêşbirk çend sal hat rawestandin û got: “Armanca xwendekarên YXA û ciwanên wargehê ew e ku her sal bi pêşbirkê hevala Denîz bi bîr bînin û ciwanan teşwîqî nivîs nivîsandin û kişandina wêneyan bikin. Ango li ser vî esasî ev çend sal in pêşbirk tê lidarxistin. Beriya niha ji ber şert û mercên wargehê salek an du salan nehat kirin. Ji ber hem rêgiriya li ser wargehê hem jî şert û mercên penaberiyê giran bûn. Beriya sala 2018’an her sal dihat lidarxistin lê ji sala 2018’an ve weke komîteya amadekar biryar hat girtin ku ji du salê carek pêşbirk were lidarxistin. Pêşbirka îsal di 11’ê Nîsanê de bi awayekî fermî dest pê kir. Kesên ku dixwazin berhemên xwe pêşkêş bikin, li ser navnîşanên ku hatine diyarkirin dikarin heta dawiya meha Hezîranê pêşkêş bikin.”